Li Geverê çawişekî pispor mir

Li Oremarê çawişekî pispor hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Hate ragihandin ku, di teqîna li herêma Oremar ya navçeya Gevera Colemêrgê de çawişekî pispor miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk yên derketine operasyonê çalakiyekî bombeyî li darxistine. Di bûyerê de çawişekî pispor mir û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.

ANF NEWS AGENCY