Ciwanê Kurd bi navê Ebdulrehman Hemkî li taxa Siryan a Helebê bi gulleyan hate kuştin û li gel wî 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh di saetên danê nîvro de, li taxa Siryan a Helebê ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulrehîm Hekî li rastî gulebaranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku 3 kesên din jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku Hemkî bavê 3 zarokan e û ji gundê Eynidarê yê Efrînê ye û sala 1980’ê ji dayik bûye.
ANF NEWS AGENCY