Malpera Mezopotamya xwe nû kir

Malpera Mezopotamya xwe nû kir û dest bi dema weşana xwe ya nû kir

Weşan Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Malpera mezopotamya.gen.tr ku demek bû li ser nûkirina malperê û destpêkirina demeka nû ya malperê dixebitî, îroj dawî li van xebatên xwe anî û malper careka din bi naverokeka dewlemend dest bi weşana xwe dema nû kir.

Malpera mezopotamya.gen.tr di warê xizmeta ziman, dîrok, mîtolojî, folklor, çand û wêjeya kurdî de yek ji malperên herî xwedî ked û bi rûmet e.

Em weke redaksiyona malpera amidakurd.com serkeftinê ji mezopotamya.gen.tr û hemû kedkar û nivîskarên wê re dixwazin.

Amîda Kurd