Zarokekî 4 salî ji bo ku bilîze dikeve beroşa hemet. Lê ketin ew ketine, nema dikare derkeve. Piştî ku çare nayê dîtin malbata wî diçe nexweşxaneyê. Nexweşxane jî ku nikare çareyekê bibîne îjar berê xwe didin îtfaiyê. Xebatkarên îtfaiyê jî piştî hewildanek nîv seatê bi meqesa hewayê beroşê dibirin û zarok jê derdixin.Ev bûyera Beroşa Hemet ji bo gelek pirsgirêkên tirkiyê minakek baş e.
Deniz Baykal û Dewlet Bahçelî jî ketine beroşa hemet a nîjadperestiyê.
Li hember hemû pêşketinên demokratîk bi tundî, bi şîdet derdikevin.
Heta li hember wê pêşîvekirina ku em jê re dibêjin qirqirina siyasî jî derdikevin.
Û hemû alîgir û endamên wan her roj li bajarekî Tirkiyê bûyerek lîncê pêk tînin.
3 bajarên sereke yê lînc lê pêk hatin (Îzmîr, Çanakakle, Edîrne) di desthilatdariya CHP’ê de ne, yên mayî jî di destê MHP’ê de ne.
Serokwezîr Erdogan jî ketiye Beroşa Hemet a tunekirinê.
Dixwaze li ser navê demokratîkbûne û pêşîvekirinê hemû heyînên kurdan ji holê rake.
Bênavber operasyonan li dar dixe.
Mirov dikare ji wan kesên ku avêtine zîndanê 3 partiyên ku li hemû tirkiyê xwe birêxistin kirine, şaredariyek mezin û deh şaredariyên bajar û navçeyan tevî hemû rêvebiriyên wan ava bike.
Çapemeniya tirk jî ketiye beroşa hemet.
Lê rewşa çapemeniyê ji a hemûyan xirabtir e.
Kor bûne; tu rastiyekê nabînin.
Ker bûne; (hûn çawa dixwînin bixwînin) qîr û hewara vî gelî nabihîzin.
Û lal bûne; çapemeniya tirk qirkirina ku bi awayek eşkere li hember gelê kurd pêk tê bêdeng dimînin.
Gelo kî yê wan ji vê Beroşa Hemet derbixe?
Meqesa bihêwa di destê kê de ye?
Tenê yek tê bîra min.
Ew jî li îmraliyê ye.
(*)Beroşa Hemet: Duduklu tencere
Mem Mîrxan