Rojeva îro bi çelqandina
rojhilata navîn ve serobino dibe.Me carek nihêrî ku li Misrê xelk
rabû serhildanê û bi raperînek xurt dîktatorîya Husnî Mubarek
têk birin. Hima wê demê wê; hinek destê xwe
têxin beroşa wan û nanê wan digel xwe parvebikin.Herwiha ev agir gur bû
berê xwe da Lîbyayê bi agirê Lîbyayê re raperîn li Sûrî jî
geş û gur bû.Hima em bêjin di temamî raperînan de wekî ya sûrî
bi kuştinên hejmarên wan zêde hatin berdewamkirin û
desthilatdarên dîktator bi çekên giran û tang û topan xelkê
gulebarankirin û di encama van raperînan de gelek xwîn hatin
rijandin.Lê belê dem hê
derbasnebû dewleta tirk jî hê berîya hilbijartinan jibo ku hêza
netewiya kurd bê encam bihêle zend û bendê xwe badan û heman
stran gotin jibo kurdan.Armanc ewbû ku bêhna yekîya kurdan hat
pozê Erdoxan û serxoş û mest bû wekî hercar dest bi bombebarana
liser lat û zinarên kurdistanê kir.Li alîkî xwezaya
kurdistanê tarû mar dike li alîkî din jî gundên kurdan
hildiweşîne û bombeyan liser xelkê kurd direşîne û di encama
vî şerê qirêj da jî hat xwîyakirin ku heft kesên kurd bi
bomberana firokên tirk ve hatin kuştin. Ev sîstema Erdoxan a ku
di nav deh salan de liser desthilatdarîyê ye dixwaze xwe wekî
pêşengê têkbirana kurdan bide nîşan tenê jibo nav meqam û
kursîyê sor.Jixwe hêza leşkerê hemû kirîye destê xwe,û hêza gulen li tirkîyê meşrû kirîye û dixwaze digel gulen vî
welatê birêve bibin û wekî ehmedî nejad sîstemek îslama sexte
jibo berjewendîyê partîya xwe gav bi gav bidin ava kirin û
jîyankirin.Lê belê wê ev hêza Erdoxan vî carê bi têkoşîna
xelkê kurd bipelişe û têkhere.Wê wekî Çîler'ê here ser sergo
yê têkçûyînan.
Serhildan û raperîna
xelkê kurd ne li bakûr destpêkirîye li herçar alîyê kurdistanê
deng vedaye ev jî dinav kurdan de kongreyek netewî ferz dike û
xelkê kurd ji bilî sekinandina şer wekî mertalên zindî yekîyê
jî liser kurdan ferz dikin.
Di encama van rojên
bombebarandina firokên tirk de ev dertê holê bê aştî cejin jî nîne
û dayîkên kurd wê roja cejnê jî wekî mertalên zindî ji çîya
danekevin xwarê û wê têkoşîna Aştî û wekhevîyê li pêşberê
çavê cîhanê bidin meşandin û xwîyakirin.