Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Ew Qûlê Walî ye

Yê bektaşî ji bo parsê diçe Misirê. Li çarşiyê nihêrî ku yekî bi libasên pir xweşik û erebeyeke pir xemilandî ye.

Ew Qûlê Walî ye

Yê bektaşî ji bo parsê diçe Misirê. Li çarşiyê nihêrî ku yekî bi libasên pir xweşik û erebeyeke pir xemilandî ye. Ji mirovekjî pirs dike. Gelo ev waliyê Misirê ye?

Mirov:

- Na qûlê walî ye.

Bektaşî, li xwe û rebeniya xwe nihêrî ku tayek ji kincên wî bikişînî dê tiştek li ser nemîne û li qûlê walî nihêrî û destê xwe ber bi Xweda ve vekir û got:

- Ya rebî, ka li qûlê walî binihêre û li qûlê xwe binihêre.