Gotar 4 deqîqe xwendin

Girtina DTP danana deriyê aşitiyê ye

Dema mijara hewldanên pêşîvekirin  li ber  Pirsgirêka Kurd  di meclîsê de hate nîqaş kirin, gelek kesan şiroveyên xweşbîn kirin.Wek :“ Êdî dema çareseriyê hatiye. Girêk vedibe.Ev gavên dîrokîne.” Li gor van kesan hêvî ew bû ku di demek kurt de, wê şivan Perwer û  Neşet Ertaş di Koroya şaredariya Mezin a Amedê de dest bi kar bikirana û şivanê bi tirkî Zahidem, Neşet Ertaş jî wê  bi kurdî di newaya bozlakê de  Xezal Xezal bigotana.

Girtina DTP danana deriyê aşitiyê ye

Hêvî nanê feqîran e.

Raste hemû xebatên hatine meşandin û gavên hatine avêtin dîrokî ne.

Lê divê bê zanîn ku gavên baş  li rûpelê sipî, yên xirab jî li rûpelên reş ên dîrokê têne nivisandin.

Çend mînakên rûpelên reş:

Rupelên reş bi derewên li ser demokratîkbûnê dest pê dikin.

Derewên wisa ne ku yên  dixwîne matmayî dihêle.

Di vî rûpelî de li her peyveke pak wateyek din hatiye barkirin

 “şîrîn”  şûr e.

“Birîn” kûr e,

“Çareserî” dûr e.

Her peyvek  şifreyek mirinê ye.

Di rûpela duyemin de giravek heye  “ Girava Bilanet” . 

Li vê giravê hukumet her roj bernameyek bi lanet dimeşîne.

Û jiyanê li gelê Kurd tê heram dike.

Rupelek din a reş bi destê Rejîma Îranê ya qirêj tê nivisandin, di vî rûpelî de  ciwanên kurdê  bêsûc û bêguneh têne îdam kirin.

Di rûpla dawiyêya ku bi berçavê me dikeve de, behsa zîndanên Sûrî tê kirin. Zindanên reş ê weke wijdanên Baasan  reş.

Rûpela sêyemîn sipî ye.

Di vî rûpelî de  bi berfirehî nîqaşên li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd di Meclîsa Tirkiyê de hatiye nivîsîn.

Di vê danişînê de berdevkên gelê kurd di wê meclîsa ku fermana 29 serhildan û 29 rêberên kurd dane de  bi wêrekî daxwazên gelê kurd anîne ziman.

Behsa dîroka gelê kurd, perwerdehiya kurdî û behsa mafên rewa yê gelê kurd kirine.

Rûpela çaran; Ji du beşan pêk tê.

Nîvî reş e, nîvî sipî ye.

Û li serê her dû beşan Doza DTP hatiye nivisandin.

Ku bi  DTP bê girtin; Wê li rûpelên reş, rûpelekî din jî zêde bibe.

Lê ez  bawer nakim.

Tevî hemû gengeşî û tevlîheviya rojeva Tirkiyê girtina DTP dadana deriyê aştiyê ye.

Weke rakirina îdamê, hêvî û dîtina min ew e ku wê bi vê biryara dozgeriyê  îdama partîyan jî rabe.

Ku DTP neyê girtin jî wê  li rûpelên sipiyê ku hejmara wan tiliyê destan derbas nake rûpelekî dinê pak zêde bibe.

Ew çax:

Tevî aloziya li bajarên Kurdistanê, tevî zextên li ser Rêberê Gelê Kurd, tevî kuştina ciwanê kurd Aydin ERDEM ê pakrewan, tevî mirina 7 leşkeran wê wiha bê nivisandin.

“Hewildanên pêşîvekirin li ber pirsgirêka kurd berdewam dikin.”


Mem Mîrxan