Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Hosteyê Saetê Miriye

Pêkeniya roja 16.08.2008'an...

Hosteyê Saetê Miriye

Saeta bêrîkê ya Bûbo xira bûye. Bûbo piştî du-sê rojan hew îdare dike, berga dawî ya saetê vedike.

Dinihêre ku gêrikek (morî, mûrî) ya mirî ji nav parçeyên saetê derket. Bûbo diêje:

- Ey weleh, bileh, tileh min dizanî ku hosteyê vê saetê miriye.