Nirxandin 5 deqîqe xwendin

Di Nava Berjewendiyên Hêzên Mezin de Kurd

Di dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn de, guhertinên lezgîn ên hevsengiya hêzan bi taybet li ser gelê kurd, destkeftiyên

Di Nava Berjewendiyên Hêzên Mezin de Kurd

 

Di dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn de, guhertinên lezgîn ên hevsengiya hêzan bi taybet li ser gelê kurd, destkeftiyên wan û saziyên wan ên xweser bandorên kûr dikin.

 

Di navbera 5 û 6ê Sibata 2026an de li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûriyê de civînek pêk hat. Fransa, Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî di vê civînê de cih girtin. Ev civîn, wekî ku ji aliyê çavdêrên siyasî ve dihat pêşdîtin, ne tenê li ser têkiliyên dûalî yên ewlekarî yên navbera Tel Avîv û Şamê bû; lê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî bandoreka yekser dikir.

 

 

Civîna Parîsê û Dînamîkên Hêzên Herêmî

Tirkiye, di vê civînê de, bi armanca bandorkirina li ser biryarên hikûmeta Sûriyê û derxistina biryarên li dijî kurdan cih digirt. Ev armanc ji aliyê hemû aliyên beşdar ve dihat zanîn. Di encama danûstandinan de, Sûriyê daxwazên Îsraîlê pejirand. Li hemberî vê pejirandinê, êrîşên leşkerî yên li dijî Rojava, Şêxmexsûd û Eşrefiyê hatin destpêkirin. Armanca sereke ya van êrîşan dagirkirina herêmê, şikandina hêza gelê kurd û tunekirina destkeftiyên siyasî û rêveberiya xweser bû.

 

Li hemberî van pêşveçûnan, Tirkiye ji sînoran ve amadekariyên êrîşeke berfireh dikir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wekî di dema êrîşên li dijî Efrîn û Serêkaniyê de, xwe bêdeng kir. Fransa, li hemberî sozên berê yên ku dabûn kurdan, nêzîkatiyeke durû nîşan da. Îsraîlê jî, piştî ku daxwazên xwe yên li ser maseya danûstandinê bi dest xistin, li hemberî êrîşên li dijî kurdan bêhelwest ma.

 

 

Du Rêyên Berdest û Biryara Siyasî

Di rewşeka wiha de, ji bo kurdan du rêyên sereke diman: an şerekî heta dawî, ku di şert û mercên bêpiştgirî û bêdengiya hêzên mezin de, ev dibû sedema metirsiya tunebûnê û komkujiyê; an jî lêgerîna çareseriyên siyasî. Tevî ku Sûrî û Tirkiyê zextê dikirin ku kurd çekên xwe radest bikin an jî yek bi yek tevlî artêşa Sûriyê bibin, aliyê kurd ne ev yek pejirand û ne jî ketin şerekî berfireh. Lê, di bin zextên leşkerî û dîplomatîk de, neçar man tawîzên siyasî bidin.

 

Gotineka pêşiyên kurdan “Di roja teng de mirov ji yarê diya xwe re dibêje bavo” vê rewşê baş rave dike. Ev gotin nayê wateya ku ew “yar” wekî bav hatiye pejirandin; her alî li hêviya derfetên xwe yên pêşerojê ye. Di heman demê de, DYA, welatên Ewropayê û Îsraîl, bi hev re, berjewendiyên xwe bi rêya dewletên navendî pêk tînin. Dema ku biryareka hevpar a van hêzan hebe, kurd dîsa wekî qurbanî tên dîtin. Ango, di vê qonaxê de jî, kurd dîsa bi tenê dimînin.

 

 

Sînorên Hêza Leşkerî û Kontrola Çekên Modern

Li dijî pergalên hewayî yên herî pêşketî, bêyî hêza parastina hewayî û çekên modern, şerekî domdar bi çekên ferdî û sivik ne pêkan e. Çekên modern û giran di destê hêzên mezin de ne û ew jî eşkere dibêjin ku van çekan nadin kom an rêxistinên ku ji derveyî dewleta navendî ne. Li gorî vê hişmendiyê, an van hêz û rêveberiyan divê xwe belav bikin, an jî tevlî dewletên navendî bibin da ku ji van çekan sûdê wergirin û tenê neyêne hiştin. Lewra bi taybet li Rojhilata Navîn bitenêmayîn yek ji sedema herî sereka ya tunebûnê ye.

 

Ev rewş nîşan dide ku yên biryara çarenûsa gelan didin, hêzên mezin û berjewendiyên wan in. Di dîroka mirovahiyê de ev yek hertim wiha bûye. Di vê çarçoveyê de, tiştê ku Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan hewl didin ew e ku gelê kurd ji vê rewşa metirsîdar bi wendahiyên herî kêm rizgar bikin, bi kêmasî ji xetereya tunebûnê dûr bixin û destkeftiyên ku bi ked û bedêlên giran hatine bidestxistin biparêzin. Armanc ew e ku di pêşerojeka asayîtir de van destkeftiyan geştir û berfirehtir bikin. Di rewşa îroyîn de, rêya şer ji bo gihîştina van armancan ne pêkan e; sedemên vê yekê di dinamîkên hêz, bêpiştgiriya navneteweyî û kontrola çekên modern de veşartî ne.

 

Zimanê îroj Tevgera Azadiyê bikar tîne jî dîsa bi vê rewşê ve girêdayî bi pêş dikeve. Dikare li telê me bikeve, li xweşiya me neçe jî, lê dîtin û pejirandina rastiyan, ji dijayetî û înkariya wan zêdetir mirovan amade dike. Yên ji van tengasiyan re ne amade bin, wê ji bo serkeftineka piçûk jî nikaribin xwe amade bikin.

 

 

Rexne, Berpirsiyarî û Xizmeta Berjewendiyan

Li hemberî vê rastiyê, hin kes û derdorên ku di jiyana xwe de tu ked û bedêl nedane – piraniya wan li Ewropayê di nav jiyaneka xweş û dûrî rîsk û metirsiyan de dijîn – bi zimanekî êrîşkar û qirêj li dijî Ocalan û Tevgera Azadî diaxivin. Rexne mafê her kesî ye û beşek ji pêvajoya siyasî ye. Lê, tiştê di van rewşan de tê dîtin, ne rexneyên avaker û çêker in; nebû, bêbextî, derew, çêr, êrîşên qirêj û zimanekî ketî ye. Di rewşa îroyîn a man û nemanê de, bikaranîna vî zimanî û helwestên wiha bi tenê xizmeta dagirkeran dike û destkeftiyên gelê kurd lawaztir dike.

 

Di encamê de, rewşa niha ya kurdan careke din nîşan dide ku di siyaseta navneteweyî de, gelên piçûktir û sazûmanên wan ên xweser bi gelemperî di navbera berjewendiyên hêzên mezin de dimînin. Parastina destkeftiyan û mînakên rêveberiya demokratîk, di van şert û mercan de, bi zêdetirî rêyên siyasî û hesabên stratejîk pêk tê, ne bi şerê vekirî yê bêpiştgirî.

 

Îroj ji her demê bêtir, li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê pêdiviya me bi yekîtiyê û zimanekî pak û çêker heye. Yên ku vê berpirsiyariyê nagirin, divê li helwesta xwe binêrin û bipirsin ka di rastiyê de xizmeta kîjan berjewendiyan dikin.