Nirxandin 30 deqîqe xwendin

Pêşnûmeya Qanûna Çarç’eveyî Di Meclîsa K’T’ Da Hat Erêkirin

Pêşnûmeya Qanûna Çarç’eveyî di Meclîsa K’T’ da hat erêkirin; lê ç’areserîya pirsgirêka k’urdî destûreke dêmokratîk divê.

… Dibe ku piştî erêkirina pêşnûmeqanûnê pirseke weha ne t’enê li bal wan kesan r’ûdabe, yên ku di vê dewleta bi navê K’omara T’itkîyayê da bi bêdadîyê, qedexeyan, înk’arê û t’evkujîyan r’a r’ûberû mane, û êş û azar û wêranîyên gund û bajarên xwe, herêmên xwe, … û Welatê xwe dîtine. Pirseke vî r’engî, dibe ku, li bal wan kes û k’oman jî r’ûdabe, yên ku vê pêvajoyê bi ç’avekî pisporî-şarezayî jinêzîkva dişopînin…

Heya dibe ew kesana jî, yên ku ne t’enê vê pêvajoyê dişopînin, lê bi xwe di nava wê da ne, û bi beşdarîya xwe ya aktîv û çalak, bi r’exne, têbînî, şrove û pêşnîyarên xwe va r’engê xwe didin wê, nikaribin bersîveke t’am ji vê pirsê r’a bibînin, lewra ku şopên dîroka vê dewletê di nava bîra gel da hîn zêndî mane, û hîç kesek nizane, k’a sibê çi dikare pêk bê!

Lê dîsa jî, wek ku me berê jî gotibû, her çendî r’êvebirîya r’êjîma AKP/MHP-î Pêvajoya 'Aştî û civaka Dêmokratîk' wek “Pêvajoya T’irkîyake bê têr’or” nav dike, li ser r’êya wê astengîyan derdixe, heya dem bi dem gavan jî paşva diavêje, lê ew destpêbûye, dimeşe, bi xwe r’a r’êzek r’astî derxistine r’onahîyê, û di encamê da, ji hêla têgihîştin û wat’edarkirina r’astîyan va, di nava civakê û r’aya giştî da êdî guhar’tinên heşmendî pêkhatine. Û gotinên r’ayedarên K’T’ ên li ser asta here bilind, ên wek: “Bila Ocalan bê di meclîsê da bang li PKK bike!”, “Muxatebê herî ciddî Ocalan e!”, “Divê statûya Ocalan 'Koordînatorîya Siyasîbûn û Aştiyê' be!”, îro êdî di nava gel da wek tiştekî ji mêjva divyayî tên dîtin! ...

Lewra jî, heya, eger r’êjîm hewl bide berê pêvajoyê biguhêr’e û naver’okeke cuda li wê va dayne, her tiştî bike, ku PKK-ê neç’arî şer’ê ç’ekdarî jî bike, yek e, T’evgera Azadîyê ji bo r’êya aştîyê û dêmokrasîyê bi bir’yar e, û di vî warî da piştgirîya civakê û r’aya giştî ya navnet’ewî r’oj bi r’oj firehtir dibe. Û, eger helwesta hinek şer’xwazan li hember vê pêvajoyê cuda be jî, zêde ne girîng e, yek e, ev pêvajo dê r’anewaste, meşa wê dê bidome, û ewê bibe destpêkeke nû li ser r’êya aştî û azadîyeke mayînde.

... Ev pêvajo ye, û, eger hinek bibêjin, ew pirsgirêk, ên ku bi sedsalan berevbûne û k’etine ser hev, dê bi carekê va ç’areser bibin, dê ne r’êal be. Ji bo vê demek divê û têk’oşîneke bi bir’yar û bê navber pêwîst dike, a ku T’evgera Azadêyê, gelê k’urd, bi sazî û r’êxistinên xwe yên lêgal va, li gel nûnerên hêzên dêmokrat û aştîxwaz ên K’urdistanê û T’irkîyayê pêk tînin.[1]

– Ev – wek r’êgez!

Û, piştî sal û nîvekê pey banga dîrokî ya r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan r’a pêşnûmeya “Qanûna çarç’oveyî”, ya ku wisa jî wek “Qanûna xurtkirina hevgirtina net’ewî û yekp’arebûna civakî” tê zanîn, hat Meclîsa K’T’. Bi hatina wê r’a di nava r’ayedarên dewletê û k’omên partî û r’êxistinên di Meclîsê da hevdîtinên cihêr’eng pêk hatin, di Komîsîona wê da nirxandin û govtûgoyên di derbarê pêşnûmeyê da çê bûn (û ew jî, 18 demjimêran!), û ew bi p’ir’anîya dengan hat erîkirin... Û piştî ku ew di r’ojnameya fermî ya Şêwra ewlek’arîya net’ewî ya K’T’ da bihata weşandin, dê bihata hejmartin, ku ew bi fermî hatye p’ejirandin.

Û, wek ku hat r’agîhandin, 18-ê t’ebaxê weşana wê pêkhatye.[2]

Wek ku tê gotin, ev dê qanûneke demkî be – ji bo 6 mehan. Eger pêwîstî bi dirêjkirina dema wê derê, ew dikare bê dirêjkirin, lê, eger dema pêkanîna r’êzikên wê pêwîst bike, di wan da guhar’tinan pêkbînin, hinek ji wan dê bên guhar’tin, lê valahîyên cuda dê bi r’êya r’êziknameyên nû bên r’akirin.

Lêbelê, dîsa jî, hê ne dyar e, k’a ewê k’engê di k’ar da bê pêkanîn. Hê bendê ne, ku ewê bik’eve r’ojeva Şêwra ewlek’arîya net’ewî, ya ku dê 5-ê cotmehê pêk bê. Û piştî wê, dema di derbarê p’ejirandina Qnûnê da belgeyên pêwîst bigihîjin ber destê Serokk’omar Erdoxan, ewê ji hêla wî va bê p’esendkirin, û her piştî wê dê bibe qaneke fermî û bikaribe bê k’aranîn.[3]

Ango, çi dertê holê, dîsa jî gotina dawîyê ya Şêwra ewlek’arîya net’ewî ye. Heya p’esendkirina wê ya ji hêla Serokk’omar va jî formal e... Ango, di K’T’ da li pirsgirêka k’urdî ne ku wek pirsa mefekî hûmanîtar ê net’ewî û mirovî yê gelekî dinihêr’in, lê, wek pirsa ewlek’arîya dewletê (!?).

Ji bilî vê, wek ku tê r’agîhandin, di vê çarç’eveyê da ji bo pêkanîna r’êzikên Qanûnê dê sê komîsîon bên sazkirin, yek ji wan dê Komîsîona Aştîyê û Siyasîbûnê be. Tê p’ayînkirin, ku bir’êz Abdullah Ocalan jî dê erk’a kordînatorîya vê komîsîonê pêk bîne, ... ku wisa jî pirsa başkirina mercên k’arê wî di r’ojevê da ye, ji bo ku ew bikaribe bi r’êya vê komîsîonê beşdarî pêvajoyê bibe û gotina xwe bibêje...

Helbet, ev ne ew gav bûn, ên ku dihatin p’ayînkirin, divê pirs ne ku di derbarê başkirina mercên k’arê R’êber Ocalan da be, lê divê ew bi xwe azad bibe û wek kesayetîyeke serbest ne ku beşdarî pêvajoyê bibe, wê r’êvebibe, lewra ku mîmarê pêvajoyê ew bi xwe ye!

Çawa dikare mîmarê pêvajoyê di girtîgehê da be (ew jî r’ehîne!) cîhê xwe di Komîsîona Aştîyê û Siyasetbênê da bigire û erk’a koordînatorîya wê pêk bîne? – Çawa dibe, ev Komîsîona Aştîyê û Siyasetbênê di girtîgehê da hatye damezirandin, an dewlet dixwaze wê jî bi girtîgehê va girêbide?

Ma ev ne kazûseke qanûnî û dadwerî ye?

Gelo, ev gavên nîvhero û nivîşkan, ên ku ji hêla desthilatdarîya K’T’ va tên pêşniyarkirin, dê t’êra ç’areserîya pirsgirêkan bikin û bikaribin ji bendewarîyên civakê r’a bibin bersîv? – Ev jî bi serê xwe pirsek e!

Ya ku îro pirs û gumanan derdixe jî, hema ew e, ku di vê qanûnê da heya p’eyva K’urd jî nîne, di derbarê dêmokrsîyê da tiştek nayê gotin, hestyarî û hêvîyên net’ewî yên gelê k’urd, nêr’înên mîmarê vê pêvajoyê, R’êber Abdullah Ocalan û T’evgera Azadîyê li ber ç’av nehatine girtin. Di vê qanûnê da pirsgirêk her bi ç’ekberdana gêrîlayan va hatye sînordarkirin, bêyî ku bê gotin, k’a têkoşîna ç’ekdarî û gêrîla bi xwe ji ber çi sedeman û bi çi awahî pêkhatine û derk’etin ser sehneya dîrokê. Di derbarê siyaseta dewletê ya t’unekirinê û t’evkujîyan da, hîç bi şêwazekî tiştek nehatye gotin, a ku gel neç’arî berxwedan û serhildanan kirye, û ewî her bi neç’arî, ç’ek hildaye destê xwe û têk’oşyaye, ji bo ku xwe ji têr’ora dewletê, ji t’unekirina fîzîkî bip’arêze û mafên xwe yên mirovî û net’ewî misoger bike...

Di vê derbarê da ji T’evgera Azadîyê Endamê Konseya R’êveber a K’CK-ê Mûstafa Karasû û Endamê Fermandariya Navendî ya P’arastina Gel Murad Karayilan helwest û nêr’înên xwe û t’evgerê bi hûrbînî û berfirehî anîne zimên, ew êdî di çapemenîyê, r’adîo-têlêvîzîonê û medya civakî da tên nirxandin û govtûgokirin. Kesên ku bixwazin nirxandinên van r’êzdaran bixwînin, jêderk-linkên wan li jêrê ne.[4]

Lê ji vir û pêva emê li ser hinek t’erefên dinê yên pêvajoyê bi giştî, li ser hinek nirxandinên pêşnûmeya “Qanûna çarç’eveyî” û helwest û têgihîştinên di nava civakê da r’awestin.

Hema di sêrî da divê bêgotin, her çendî em hema ji destpêka pêvajoyê va bûyeran jinêzîkva dişopînin, r’êzegotar-nirxandinên me di wê derbarê da li holê ne, lê, bi dîtina me, gelek tişt hene, yên ku dikarin bi t’evahîya xwe va bêhtir bi ç’avê hindur’în bên dîtin, bi obyêktîvî bên nirxandin û wat’edarkirin. Her çendî, ç’avdêrî û dîtinên ji derva jî girîng in, û ew divê li ber ç’avan bên girtin, her çiqas, hinek ji wan dikarin li ser bingehek a hestyarî derk’etibin holê...

Û ji vê hêlê va ji bo me helwest û nêr’înên nûnerên T’avgera Azadîyê û zimanê pêşk’êşkirina wan balk’êş û girîng bû: her çiqas pêşnûmeya “Qanûna çarç’eveyî” bi gelek t’erefên xwe va bersîva ç’areserîya pirsgirêkan nade jî, ew ji hêla T’evgerê va nehat r’edkirin, berovajî wê, nûnerên wê derk’etina qanûneke weha, wek gava destpêkê, erênî navkirine, lê bi wê r’a jî nêr’înên r’exneyî û pêşnîyarên xwe anîn zimên û mercên pêkanîna r’êzikên wê dane pêş: divê di Qanûnê da r’êyên dêmokratîk yên ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî bên destnîşankirin û, ji bo pêkanîna r’êzikên wê qanûnê jî, mîmarê vê pêvajoyê R’êber Abdullah Ocalan divê azad be û wek danûstandarê sereke yê t’erefê k’urd beşdarî pêkanîna r’êzikên wê bibe, yên ku dê her wê demê bikaribin pêkbên, eger R’êber Ocalan bi xwe azad be û vê pêvajoyê r’êvebibe!

Dibe ku, yên ku ev pêşnûme amade kiribûne, hêvîya wan ew bûye, ku t’erefê k’urd – T’evgera Azadîyê, dê qanûnek a bi wî şêwazî r’ed bike, û ewê jî bibêjin:

– A, we dît, me pêşnîyar kir, lê wan nep’ejirandin!

Dibe ku hinek jî bibêjin: “Lê, eger di r’ewşa K’omarê ya îroyîn da ewana dikaribûn her bi gaveke weha destpêbikin... ?!”

Ev jî pirsek e, lêbelê, wê demê divê ew bi xwe di wê derbarê da li xwe mukur’ bên...

Her çi jî hebe, T’evgerê ew r’ed nekir, ewê her r’exneyên xwe anîn zimên û merc û pêşnîyarên xwe pêşk’êşkirin ...

Helbet, piştî vê jî hevdîtin û govtûgo domyan û dê hîn bidomin jî – ev pêvajo ye!

Pey erêkirina pêşnûmeya Qanûnê r’a şanda Îmralîyê bi serokk’omar T’eyîp Erdoxan r’a hevdîtin pêk anî, û piştî wê hat daxwîyandin, ku ewê zûtirekê her’in girava Îmralîê û bi R’êber Abdullah Ocalan r’a hevdîtinan pêk bînin...

Ev tê çi wat’eyê?

Ev nayê wê wat’eyê, gelo, di vê pirsê da xala dawîyê hîn nehatye danîn, ku danûstandin û govtûgoyên di vê derbarê da li ser astên cuda dê hîn didomin, ku şanda DEM partîyê piştî hevdîtina xwe ya bi serokk’omar Erdoxan r’a dê pêvajoya nirxandin û erêkirina pêşnûmeya “Qanûna Çarç’eveyî” û pêr’a wisa jî p’eyam, an dîtinên Erdoxan bi hûrbînî bigihîne R’êber Ocalan?

K’a, em bendê bin!

Pêvajo didome, ew bi xwe r’a di nava şêweyê dîtin û têgihîştina pirsgirêkan da guhar’tinan pêk tîne. Ew guhar’tin p’ir’ hêdî pêk tên, lê pêk tên.

Ew bûyer, ên ku li dora vê pêvajoyê û “Qanûna çarç’eveyî” pêk tên, dibe ku berî demekê mirov nikaribû di xewna xwe da jî bidîta. Ev hevdîtin, govtûgo, nirxandinên pirsgirêkan yên ku di çarç’eveya Meclîsa K’T’ û Komîsîona wê da pêkhatine (ew jî – 18 demjimêran!), ew weşanên di derbarê wê da, yên ku di çapenîya cîhanê û T’irkîyayê da pêk hatine, dê bê şop winda nebin. Di wan gengeşîyan û weşanan da nêr’în û dîtinên cihêr’eng derk’etine holê, heya gengeşîyên tûj jî çê dibin... û, wek ku tê zanîn, li k’u gengeşîyên tûj pêk tên, li k’u dîtinên cuda tên hember hev, dê li wira jî r’ê li pêşîya r’astîyan vebe – zû, an dereng!...

Û di van hemûyan da helwest û dîtinên hinek r’ayedaran bala mirov dik’işîne ne.

Weha, cîgirê serokê MHP Fetîh Yildiz di civîna komîsîonê da daxwîyanîya dîrokî ya R’êber Abdullah Ocalan dixwîne, ... û dibêje, ku naha pêşnûmeqanûna serdema derbazbûnê hatye amadekirin. Ku ev qanûn ji bo yekîtîyê girîng e, ku ew r’ê li pêşîya efûyê yan bêcezabûnê venake. Dibêje, ku ewê di derbarê şopandin û p’eytandina r’adestkirina ç’ekan û zexîreyên leşkerî da biaxivin. Ku ev qanûna demkî dê di T’irkîyayê da serdestîya dadwerîyê xurt bike. Ku ew, wek MHP, t’erefdarên p’arastina biratîyê ne, ya ku êdî hezar sal e, ku heye. Ku xwîşk û birayên wan ên k’urd beşekî net’ewa t’irk in, ê ku jê nayê veqetandin. Ku ew êdî naxwazin, darbestan hildin ser milên xwe.[5]

Hema wisa, ne kêm, ne zêde!

Helbet, eva ne t’enê dîtina mirovekî ye, ev xetek e, ya ku dem bi dem li bal r’êvebir û r’ayedarên cuda yên vê r’êjîmê dertê pêş. Û, dema mirov gotinên weha dixwîne, an dibihê, matma dibe: gelo haya van mirovan ji cîhanê, mirovahîyê û mirovbûnê nîne, yan ewana bi wê hêvîyê r’astîyan lêpovajî dikin, ku kesekê tênegihîje?

Gotina van mirovan di derbarê k’îjan biratîyê da ye? K’urd çawa dikarin birayên t’irkan bin, dema 30 mîllîonên wan, bi xaka xwe ya Bakûrê K’urdistanê va di vê dewletê da hene, lê bi destûrî nînin!?

Fermo, bala xwe bidinê, k’a di Destûra bingehîn ya vê dewletê da çi tê gotin:

“Ev Destûra li gor têgîna bingehîn a net’ewperestîya damezirînêrê K’omara T’irkîyayê… At’atûrk, her weha bi r’ê û r’êbazên şoreşgerî, yên ku ewî r’agîhandine, hebûna heta-hetayê ya net’ewa t’irk û welatê wê û yekgirtîbûna Dewleta t’irk misoger dike…

Û piştî vê, di xala 2. a beşê II da ji bo t’aybetmendîyên k’omarê tê gotin, ku:

K’omara T’irkîyayê – dewletek a dêmokratîk, laik û sotsîal e, ya ku li ser bingeha pîvanên dadwerîyê, … r’êzgirtina bi mafên mrov r’a, ku girêdana xwe bi net’ewperestîya At’at’ûrk r’a heye û li ser bingeha wan r’êgezên sereke hatye avakirin, ên ku di beşê destpêkê da hatine r’êzkirin…

Di xala 42. da di derbarê maf û erk’ên p’erwerde û fêrbûnê da tê gotin, ku:

… Ji bo hemwelatîyên T’irkîyayê ji bilî t’irkî hîç zimanekî dinê nikare di sazîyên p’erwerdeyî da ji bo p’erwerdeya zimanê dê bê k’aranîn…

Û xala 66. a vê “Destûrê” jî di derbarê hemwelatîbûna T’irkîyayê da r’adigihîne, ku:

Her kesek, ê ku bi erk’ên hemwelatîyê bi dewleta T’irkîyayê va girêdayî ye, t’irk e!”[6]

De, ev cîgirê serokê MHP, an r’ayedarekî dinê yê vê r’êjîmê – ji şaredarekî bigire, heya her’e derê serokk’omar, bila hewl bide, ji vê cîhanê r’a bibêje, k’a mirovekî ne t’irk ê hemwelatîyê vê dewleta bi navê K’omara T’irkîyayê, wek mirov, divê xwe çawa hîs bike, dema ew dewlet li ser bingeha destûrekê hatye avakirin, a ku hemû hemwelatîyan t’irk dihejmêre, ziman û çanda wan qedexe dike, û, eger yek daxweza mafên xwe yên mirovî û net’ewî bike, an bê şop tê windakirin, an jî di hebs û zîndanan da tê r’izandin.

Îjar, di r’ewşeke weha da ev mirovana, çawa dikarin wek k’urd û t’irk birayên hev bin? Ew her dikarin wek t’irk û “t’irk” birayên hev bin, lewra ku di vê dewletê da li dijî hemû pîvan û r’êgezên mirovî û mirovp’erwerîyê (hûmanîzmê) k’urd bi destûrî nînin, nav û zimanê wan qedexe ne. Ew bi destûrî, wek net’ew, nînin!

Ew meriv, ên ku nînin, çawa dikarin birayên hinekên dinê bin?

Û ev ne gotinên hr’êtorîk ên ji bo xatirê xweşaxavtinê ne! Heya serokk’omarê K’T’ Teyîp Erdoxan jî xwmukur’ hatye, ku di welatê wan da dewletê li hember gelê k’urd “şaşî” (bixwîne: sûc!) pêkanîne. Û wan “şaşîyan” ew weha r’êz dike: kuştin û bê şop windakirina k’urdan ji hêla dewletê va, yên ku kiryarên wan hê jî nehatine diyarkirin, bûyerên ku di zîndana Dîyarbek’irê da pêkhatine (mabesta wî zîndana Amedê ye! – E. C.), gundên ku ji hêla dewletê va hatine şewitandin (5000! – E. C.), mirovên ku di nava şevekê da hatine k’oçberkirin, dayîkên ku nikaribûne di girtîgehan da li gel zar’okên xwe bi k’urdî biaxivin!

Ew wisa jî li xwe mukur’ tê, ku ji sala 1984-an û vir va her hukumetek a T’irkîyayê hatye û gotye – emê PKK têk bibin, – lê ji wan r’a li hev nehatye, û ew çûne...

Ku wana di nava 40 salên derbasbûyî da dît, k’a çiqasî dijwar e, ku bi destûra bingehîn a darbek’aran civak bibe yek ... Ku T’irkiye êdî bi destûra bingehîn a darbek’aran nikare berbi siber’ojê ve bimeşe. Êdî pêwîstî bi destûreke bingehîn a sivîlan heye, ne ya derbek’aran”.[7]

Bi r’astî, di van xwemukur’hatinên serokk’omarê T’irkîyayê da bersivên gelek pirsan hene, yên ku dikaribûn ji bo vê pêvajoyê û ç’areserîya pirsgirêka k’urdî bihatana k’aranîn.

Lêbelê, …

Dema em li jorê di derbarê pêşnûmeya “Qanûna çarç’eveyî” da axivîbûn, me gotibû, ku di wê da pirsgirêk her bi ç’ekberdana gêrîlayan va hatye sînordarkirin, bêyî ku bê gotin, k’a têkoşîna ç’ekdarî û gêrîla bi xwe ji ber çi sedeman û bi çi awahî pêkhatine û derk’etin ser sehneya dîrokê. Ku di derbarê siyaseta dewletê ya t’unekirinê û t’evkujîyan da hîç bi şêwazekî tiştek nehatye gotin, a ku gel neç’arî berxwedan û serhildanan kirye, û ewî her ji bo wê ç’ek hildaye destê xwe û têk’oşyaye, ji bo ku xwe ji têr’ora dewletê û t’unekirina fîzîkî bip’arêze û mafên xwe yên mirovî û net’ewî misoger bike...

Û bersîvên van hemûyan jî di xemukur’hatina Erdoxan da hene!

Lewra jî, em zêde tiştekî daxwez nakin, ji bilî wê, ku: divê di vê Qanûnê, yan yeke dinê, ya piştî wê da ev gotinên Serokk’omar Erdoxan bên danîn, wek govenî û destnîşankirina wan bêdadîyan, siyaseta dewletê ya înk’arê, qedexeyan û têr’orê, ya t’evkujîyan, ên ku wê li hember gelê k’urd pêkanîne, û bûne ç’avkanî û sedemên r’ûdana têk’oşîna ç’ekdarî!

Lewra jî, ji bo ku ev hemû bi t’evahîya xwe va derê ber ç’avan, divê mirov di gotinên Serokk’omar Erdoxan da hinek zokevanan veke: ew r’êzek r’astîyan tîne zimên, lê bi şêwazekî gulover’ û ne zelal. Lêbelê, her bûyerek, her sûcek, ên ku ew “şaşî” nav dike, nav û naver’oka xwe, şêwe û pîvanên pêkanîna xwe hene: ew behsa kuştin û bê şop windakirina k’urdan ji hêla dewletê va dike – ew 17 hezar û 520 kes bûne, ew behsa ji hêla dewletê va şewitandina gundên k’urdan dike – ew 5000 bûne (dibe ku di cîhanê da welat hene, yên ku jimara gundên wan nagihîje 2-3 hezaran jî!), ew behsa wan k’urdan dike, ên ku di nava şevekê da hatine k’oçberkirin – ew ne t’enê yên wan 5000 gundên şewitandî bûne, ew ji gund û bajarên seranserê K’urdistanê jî bi darê zorê hatine k’oçberkirin – û ew 10 000 bûne, 100 000 bûne, an bi mîllîonan bûne?! – Hîn kesekî nejimartye! Ew behsa wan dayîkan dike, yên ku nikaribûne di girtîgehan da li gel zar’okên xwe bi k’urdî biaxivin – lê hema van r’ojên me, di civîna Komîsîona Meclîsê ya vê pêvajoyê da serokê meclîsê li ber devê dayka k’urd da tê û qedexe dike, ku ew bi k’urdî biaxive – û ew jî ne duh bûye, ev êdî îro ye!

Lê ew 271 ciwanên k’urd ên bêç’ek k’ê sala 2015-an di jêrzemînên Cizîrê da bênzîn li wan r’eşandin û ew şewitandin – ev jî yek ji şêweyê t’unekirina gênofonda net’ewa k’urd e, û ew jî, navekî xwe heye – t’evkujî! ...

Ma mirov k’îjanê bibêje, k’îjanê nebêje!

Lê ev girtîyên siyasî – 15 000 kesî zêdetir?! Yên ku sûcê wanî sereke her ew e, ku ew k’urd, an dilxwazên gelê k’urd in, ên ku daxweza ç’areserîya pirsgirêka k’urdî kirine – bi r’êyên siyasî-dêmokrasî!

Heya bi hezaran zar’okên k’urd di hebsên vê r’êjîmê da hene, û sûcê wan ê sereke jî her ew e, ku wana kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagerker, yên ku ajotine gund û bajarên wan!...

Lê siyaseta dewletê ya bişavtinê li hember k’urdan?

Îro jî di Bakûrê K’urdistanê û T’irkîyayê da li hember gelê k’urd t’evkujîyên r’eş û sipî, mil bi mil pêk tên.

De, îjar dibêjin, ...!

Û bûyerek a balkêş jî.

Berdevkê AKP-ê Omer Çelîk piştî erêkirina pêşnûmeya “Qanûna çarç’eveyî” di Meclîsa K’T ’da daxwîyandye, ku bi erêkirina pêşnûmeqanûnê nexşer’êyek a zelal derk’etye holê. Ku ev bir’yar bûye p’eyamek a xurt ji bo împêrîalîzmê.[8]

Balk’êş e, ne!?

Ev mirova di derbarê k’îjan împêrîalîzmê da dibêje? Împêrîalîzma ku ew p’arç’eyekî wê ne? Bi van gotinan ew dixwaze k’ê bixapîne? – Bala xwe bidinê: T’irkîya endameke NATO-ya bi hêz e! Û ewê hêza xwe ji wê sazîya leşkerî-siyasî ya navnet’ewî wergirtye. Di bin sîwana wê sazîyê û bi ç’ekên wê ewê girava Qibrisê dager kirye, û hê jî bi hêza vê sazîyê ewê di destê xwe da r’ehîne digire, îro ew êk’stansîya împêrîalî berbi herêm û welatên dinê yên cîhanê va pêktîne: berbi Sûrîyayê û Îraqê va, berbi Bakûrê Afîkayê, Asîya Navîn û Kafkasîyayê va, û ew jî, ne bêyî destek û piştgirîya xwedîyên xwe yên derva, ên ku ew wan împêrîalîst navdikin...

Dibe ku hinek bibêjin, ku NATO T’irkîyayê ji bo armancên xwe k’artîne, lê di r’astîya xwe da, berovajî wê ye, ew NATO-ê û navê wê ji bo êkspansîya xwe ya mêtîngerîyê k’artîne.

Ev gotinên Omer Çelîk govenîya di wê derbarê da ne, ku di hindur’ê T’irkîyayê da li dijî hevk’arîya r’êjîmê bi împêrîalîzmê r’a dengên cuda hene, yên ku dikarin dema hilbijartinan berz û bilindtir bên bihîstin... Lewra jî ew îro vê pêvajohê ji bo propaganda berî hilbijartinan k’artînin.

Her çi jî hebe, ev pêvajo dê bimeşe, û her çiqas her’e, dê bêhtir zelal û r’onî derê holê, ku bi p’ejirandina qanûnên demkî, bi sazkirina komîtê, komîsîonan û desteyan pirsgirêkên wî welatî dê ç’areser nebin, û, em bi bawer in, bi vê pêvajoyê r’a dê r’ojekê bigihîjin wê bawerîyê, ku ji bo hemû pirsgirêk bên ç’areserkirin, divê destûra bingehîn a vê dewletê bê guhar’tin, a ku, wek Serokk’omar Erdoxan piştî destpêka vê pêvajoyê di derbarê wê da gotibû, ku ...wana di nava 40 salên derbasbûyî da dît, k’a çiqasî dijwar e, ku bi destûra bingehîn a darbek’aran civak bibe yek ... Ku T’irkiye êdî bi destûra bingehîn a darbek’aran nikare berbi siber’ojê ve bimeşe. Êdî pêwîstî bi destûreke bingehîn a sivîlan heye, ne bi ya derbek’aran”.[9]

Salekê berê me di gotara xwe ya “Vê carê Civîna Giştî ya R’êxisrian Net’ewên Yekbûyî mirovahî matma hişt” da gotibû, ku … ew sûcên ku vê dewletê li dijî mirovahîyê pêk anîne û îro jî pêk tîne (têr’ora dewletê, înk’ar û t’evkujîya gelan û qedexeya ziman û çanda wan, wêranî û t’alana gund û bajarên demekê şên û ava…), ne hema wisa encama k’arên hinek dîktatorên bi derûnî nexweş û sewdaser bûye, ew sûcana bi destûrî hatine r’ewakirin, û bingeha vê dewletê jî li ser wan hatye danîn – wek sazî-mek’anîzmek a têr’ora dewletê ya navnet’ewî!

Û piştr’a me hinek xalên Destûra Bingehîn a K’T’ anîbûn (ew li ser r’ûp’elê 4-em ê vê gotarê jî hene!) û pirsîbû: “Naha me dixweast, ku her mirovek, ê ku hema hinekî têgihîştina xwe bi pirsên şaristanîya mirovahîyê, mirovbûnê, mafên mirov, dadwerîyê, wekhevîyê, têk’ilîyên navdewletî û têgînên dinê heye, fermo, bila van r’êgez û armancên vê dewleta bi sûnî hinartî hilde û di nava goveka (çarç’ove) wan r’êgezên R’êziknameya NY da binirxîne...

Eger kesek bikaribe, di nava xwe da hêz û zanebûnê bibîne, bila derê pêş û bibêje, k’a dêmokrasî, laikî, sotsîalî, … r’êzgirtina bi mafên mrov r’a bi çi awahî dikarin têk’ilîya xwe bi net’ewp’erestîyê r’a hebin – ew net’ewp’erestî ya k’ê dibe, bila bibe?!

Îjar dibêjin – faşîzm ji k’u tê?!

Û li vira bi heşmendî pirs dertê holê, k’a r’êxistineke weha ya navnet’ewî (çi nav lê lêkiribin, bila lêkiribin – ‘Net’ewên Yekbûyî’, yan ‘Dewletên Yekbûyî’, hîç ferq nake!), a ku hema di destpêka R’êziknameya xwe da r’agîhandye, ku ew “… bi bir’yar e”, bi her awahî mirovahîyê, mirovbûnê, şaristanîyê, dadwerîyê, wekhevîyê, aştî û aramîyê bip’arêze, ... çawa dikare dewletek a li ser bingeh û r’êgezên net’ewp’erestîya mirovekî hatibe damezirandin (ew mirov At’at’ûrk dibe, Mûsolînî dibe, Hîtlêr dibe, Gêbêls dibe, Pînoçêt dibe, an yekî dinê, hîç ferq nake!), hilgire nava r’efên xwe?!

Ma, bi r’êjîmên weha, yên ku daxwez û r’êgezên dijmirovî ên destûrek a bingehîn pêk tînin, dê bikaribin (an bixwazin!) wan mercên R’êziknameya NY pêk bînin?

Helbet, ev pirsa hir’êtorîk e, û hîç pêwîst jî nake, ku mirov li bersîva wê biger’e, bersîv di vê pirsê bi xwe da heye!”[10]

Belê, r’ewşa cîhanê ya konyûnkûrî îro ev e: R’NY îro bûye r’êxistineke berîkan a dewletên mezin ên cîhanê, ên ku her li dû berjewendîyên xwe yên r’ojane ne, serokdewlet, serokk’omar û serokên hukumetan wek k’armend û k’arsazên bazirganîyê t’evdiger’in, ne wek r’êberên gel û net’ewan, û dema pêwîst dike, k’arsazîya wan dik’eve xizmeta bazirganîya şêr’ ... Şer’ jî, wek ku tê gotin, bazirganîya here k’ardar e!

Îro êdî konyûnktûrên cîhanê ne yên berê ne. Û, k’a di vê r’ewşa nû da pirsgirêka k’urdî dê çawa bê ç’areserkirin, ewê p’abendî têgihîştina r’ewşa îroyîn û helwesta me – k’urdan a li hember wê be, wek net’ew, û xwedîderk’etina têk’oşîna net’ewî be, ji hêla me va.

Pirsgirêka gelê me dê di r’ojekê da neyê ç’areserkirin. Gelê me mafê xwe di r’ojekê da ji destê xwe bernedaye û nek’etye vê r’ewşê. Ew jî pêvajoyek bûye – pêvajoya bindestbûnê. Û di wê pêvajoyê da emê, wek net’ew, şaşî û sûcên xwe jî bibînin, binirxînin û dersan jê derxin. Û ç’areserîya pirsgirêka k’urdî jî, dê wek pêvajo her’e sêrî, ya ku 42 sal berê bi p’êngava 15-ê t’ebaxê destpêbûye. Evê p’êngavê ji bo bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî mercên pêwîst afirandine, û gîhandye pêvajoya îro ya Aştî û civaka dêmokratîk. Gelê me di wan salên bihurî da bi lehengî li ber xwe daye, ji bo mafên xwe têk’oşîneke bêhemp’a meşandye, ya ku bi xwe r’a merc û derfet gîhandine, ji bo ku nivşen îro bikaribin bi dijberên xwe r’a di derbarê bi aştî ç’areserkirina pirsgrêka k’urdî da goftûgo û gengeşîyan pêk bînin.

Ev pêvajoya hema wisa jinişkêva, bi carekê r’a dernek’etye, ew encamek e – encama têk’oşîneke bi r’ûmet... Lewra jî, divê her k’urdek li vê pêvajoyê xwedî derk’eve!

Û pêvajo jî nikare li ser bingeha r’astîyên lêpovajîkirî bê meşandin, û nabe, ku her tiştî li pirsa çekberdanê bê hasêkirin.

Îro êdî r’astîyek li holê ye, ya ku divê bê dîtin û p’ejirandin: eger r’êjîm bi r’astî dixwaze, ku pirsgirêkên K’omarê bên ç’areserkirin, divê di sêrî da dest ji r’êbazên înk’arê, qedexeyan, têr’ora dewletê û t’ehdîdan berde û hewl bide, pirsgirêka k’urdî bi r’êyên aştîyê û dêmokrasîyê ç’areser bike, yên ku di banga r’êberê gelê k’urd da hatine destnîşankirin, ji ber ku pirsgirêka k’urdî k’ilîta ç’areserîya hemû pirsgirêkên vê dewletê ye.

Lewra jî, di vê r’ewşê da xwestek û hewlên r’êvebirîya K’T’ ên ji bo r’ewakirina şer’ê ç’ekdarî û ferzkirina ç’ekdanînê çêker nînin, ev dikarin bibin bingeha komployekê li hember vê pvajoyê û hebûna K’omarê bi xwe.

Dem êdî hatine guhar’tin, û pêdivî bi têgihîştina r’astîyekê heye: wek ku PKK bi xwe, wisa jî ç’ekên wê garantî-misogerîya hebûna gelê k’urd in, û gel jî dê hema wisa arzan û hêsan dest ji wan bernede, an wan r’adestî desthilata dagerker û mêtîngeran neke, ji ber ku ev dewlet û desthilat ne yên gel in, ew ên dagerkeran in, ên ku ji bo desthilata xwe ya mêtîngerîyê bip’arêzin, li hember gel têr’ora dewletê dimeşînin.

Û, eger di derbarê ç’ekdanînê da bê gotin, divê ew yekalî nînbe, divê ji hêla dewletê va ewleyîya gelê k’urd û t’evahîya gelên K’omarê û mafên wan bên misogerkirin. Ew jî her bi r’êyekê dikare pêk bê: divê ev k’omar bi destûrî bibe dewleta hemû gelên wê, di nav da, wisa jî, ya gelê k’urd, metirsî û xeterîyên têr’ora dewletê ji holê r’abin. Eger ev pêk bê, wê demê dê pêdivî ne bi wan ç’ekan bimîne, ne jî bi hêzên gêrîla. Wê demê ewê întêgreyî nava hêzên ewlek’arîyê û art’êşa dewleta xwe bibin û wan xurt bikin, û ev k’omar dê bi r’astî bibe dewleta azadî û gulvedana gelan, ne ya bişavtin, qedexekirin û t’unekirina wan! ...

Û ya dawîyê: eger piştî van delîl û danayên di derbarê r’astîyên dîrokî da dîsa hinek r’abin û pirsa r’adestkirina ç’ekan, sûcdarkirin û darizandina têkoşer’ên azadîyê bînin r’ojevê, wê demê dê pêdivî bi dadgeheke navnet’ewî, wek ya Nyûrinbêrgê, derê holê – di bin sîwana Net’ewên Yekbûyî da. Û sazî, r’êxistin, k’omele, kesayetîyên cuda: nivîsk’ar, r’ojnameger, wêneger, hunermend û yên dinê bangeke hevbeş ji bo R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) û sazî û r’êxistinên dinê yên navnet’ewî binnûs (îmza) bikin û bi r’êya kesayetîyên navdar ên dost û dilxwazên gelê k’urd û doza wî (yên wek xelatgirên Nobêlê) û nûnerîya hinek dewletan wê bigihînin ber destê Şêwra Ewlek’arîya R’NY (ŞE R’NY).

Konyûktûrên cîhanê yên îroyîn ji bo vê guncan in! ...

Li şûna peynivîsarê – PN!

Bîstûhevt sal berê, neh mehan piştî bi korsanî girtina r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan r’a me di bin serp’eyama giştî ya “R’abin dadgeh tê!” da gotara “Pirsgirêka k’urdî. Cîhanê ji bo ç’areserkirina wê çi r’êyan pêşnîyar bike?” nivîsî (28. 11. 1999.). Ew bi zimanê r’ûsî di R’ûssîyayê da hate weşandin, şêwazên wê yê cuda di konfêrans û sîmpozîûmên navnet’ewî da hatine pêşk’êşkirin... Peyr’a, hê dereng, ew hatye werger’andin û bi zimanê k’urdî jî di malp’er’ên k’urdî yên cuda da hatye weşandin...

Wê demê di wê gotarê da gotinên weha hebûn: “… Îro mirov dikare bi bawer bibêje, ku pirsa k’urdî bûye yek ji pirsgirêkên cîhanê yên here giran. Neç’areserbûna vê pirsgirêkê hert’im di derbarê xwe da dide zanîn, wek birînekê li ser r’uh û wijdanê cîhana şaristanî. Îro di cîhanê da ji bilî gelê k’urd net’eweke duyem nîne, ya ku bi hejmara xwe va 40 mîllîon be û bê dewlet be. Û, ji bilî vê, wisa jî gelê k’urd bi serê xwe di cîhanê da net’eweke t’enê ye, ya ku welatê wê çarparç’ekirî ye, hatye veçir’andin û bêr’ûmetkirin. Û “hezkirina” xwe li hember vî gelî di dewletên cuda da, ên ku welatê wî – K’urdistan di nava xwe da parç’e kirine, bi şêwazên cuda diyar dikin. Lê di nava wan dewletan da bi barbarî, zulmk’arî û nemirovîya xwe K’T’ cuda dibe û di wî warî da r’êkoreke sosret şkandye. Û ev hemû bi erêkirina bêdeng a cîhana şaristanî pêk hatye û îro jî pêk tê, lê gelek caran, wisa jî, bi piştgirî û hevk’arîya hinek dewletan.

Lewra jî, ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî deynê mirovî yê dewletên gewre ye, pirsa r’ûmet û wijdanê civaka cîhanê ye...

... Gotineke pêşîyan heye, dibêje, ku zulm zulmê tîne. Lê bûyerên vê dawîyê derxistin holê, çi ku di derbarê PKK da heya naha hatye belavkirin, hemû jî derew e, ku PKK, her çiqas sedem û derfetên wê jî p’ir’ hebûne, ne ku t’enê naxweze û nikare têr’orê pêk bîne, lê her weha, ew nizane jî, k’a wê çawa pêktînin...

Lê têr’ora dewletê, meyê bigota, ya navdewletî, ya ku gîhandine r’adeya here bilind a cerda zordarî û stemk’arîyê, dawîya dawîyê wê k’urdan neç’arî berxwedanê bike. Û ew jî, ne merc e, ku cengewarên PKK-ê bin... Di nav k’urdan da mirovên p’eyda bibin, ên ku bersîva wê stemk’arîya xeder, bêwijdan û nemirovîyê bidin, a ku gelê k’urd ji destê têr’ora dewletan a navnetewî dîtye... Ew her pirs demê ye!

Û ji bo ku ev pêk neyê, ji bo ku paşê k’urdan t’ewanbar nekin, dem pêr’a gihîştye, ne ku li ser şkandina wê “zulmê” serê xwe biêşînin, a ku wan ji ber xwe derxistye, lê li ser şkandina wê zulm û zordarîya r’astîn, a ku êş û azar û trajêdîyayê bi xwe r’a tîne. Û wê demê wê hêsan be, ku bedbextîya bi mîlîonan mirovan di vê cîhanê da ji holê r’akin.

... Pirs dertê holê: dewletên gewre yên cîhanê di ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da çawa dikarin r’ola xwe bilîzin û ji bo destpêka pêvajoya aştîyê çi divê bê kirin?

Îro li ser asta navnet’ewî forûmên cihêr’eng pêk tên: hevdîtin, k’omcivîn, maseyên gulover’... Ew bi şêwaz û naver’oka xwe va çawa dibin, bila bibin, k’urd mafdar in, wan wek xelekên destpêkî yên trîbûnala (dadgeh) leşkerî ya navnet’ewî bihejmêrin (k’urdan ew wisa hejmartine û ji vir û pêva jî dê wisa bihejmêrin), û ji ber wê jî, ew mirovana, yên ku hê dêmê xwe yê mirovî windanekirine, dê herdem t’ewanbarîyê r’aberî r’êvebirîya K’T’ bikin.

Wek ku tê xuyan, divê hesab bikin, ku Dadgeha Nyûrnbêrgê her ji bo demekê navber daye pêvajoya xwe. Dibe ku pêwîst dike, ku ew bi k’omeke nû ya dadgeran va pêvajoyê jinûva destpêbike û doza hember r’êvebirên wan dewletan bibihê, li k’u sûcên giran li dijî mirovahîyê pêkanîne, an ç’ekan didin destê cinewirîyên barbar û, wisa jî, pirsa wan hêz, dewlet, r’êxistin û kesayetîyan, ên ku wê demê (û hem jî îro) alîk’arî dane geşvedana faşîzmê – bi hemû r’engên wê va. Wan hemûyan divê wek beşdarên pêkanîna zulm û zordarîyan bihejmêrin, ên ku li dijî mirovahêyê hatine pêkanîn.

Lê wek dozdar divê wisa jî nûnerên gelên herêma R’ojilata navîn derk’evin pêş, ên ku ji siyaseta T’irkîya duh û îro gorî û windayîyên wan çêbûne... Wisa, ku em pêşnîyarî hemû r’êxistinên mafp’arêz û hûmanîtar dikin (helbet, eger yên wisa heya îro hê hene û xwedî erk’ in), bila amede bin, hîç nebe, ji bo destpêkê, p’êngava xwe ya t’ewanbarkirinê diyar bikin. Ew deynê mirovî yê wan û me ye!...”[11]

Belê, ji wê demê û virva bîstûhevt sal bihurîne, di cîhanê da gelek guhar’tin pêkhatine, hewl û helwestên cuda derk’etine... Îro di K’omara T’irkîyayê û Bakûrê K’urdistanê da pêvajoyek li holê heye, hevdîtin, govtûgo û gengeşî pêk tên, qanûn tên p’ejirandin, her çiqas ew bi kurt û kêmasî bin jî, tiştek li holê heye, ya ku dikare bê r’exnekirin, li dor wê gengeşî pêk bên, pêşniyar û mercên pêkanîna wan derên pêş...

Pêvajo didome, civak li dû doza mafên xwe yên net’wî û mirovî ye, û bi bir’yar têk’oşîna xwe ya ji bo aştîyê û dêmokrasîyê didomîne, her dimîne, ku r’ayedar û r’êvebirên dewletê jî di nava xwe da wêrekîyê bibînin, ç’avê xwe li ber r’astîyên dîrokî û daxwezên gel ên r’ewa negirin û gavên şênber biavêjin ...

23. 08. 2026. R’ûsîya/Pyatîgorsk

---

[1] Bi hûrbînî – di gotara “Pêvajoya 'Aşştî û civaka dêmokratîk' – dîtin û nirxandinên cuda û r’astîya wê!” da – https://www.academia.edu/170216775/PÊVAJOYA_AŞTÎ_Û_CIVAKA_DÊMOKRATÎK_DÎTIN_Û_NIRXANDINÊN_CUDA_Û_RASTÎYA_WÊ
[2] https://rojnews.news/ku/qanuna-carcoveyi-di-rojnameya-fermi-de-hat-ragihandin/
[3] https://www.numedya24.tv/cerceve-yasa-resmi-gazetede-yayimlanmisti/ û wisa jî – https://russian.anf-news.com/politics/Tundzer-Bakyrhan-Demirtas-i-Uksekdag-vernutsa-v-politiceskuu-zizn-posle-realizacii-zakona-76316
[4] “Karasû 'Qanûna Çarçoveyê' Nirxand!” – https://lekolin.org/ku/karasu-qanuna-carcoveye-nirxand/ û “Karayilan – Divê Aliyên Kêm Ên Qanûna Çarçoveyê Bên Derbaskirin!” – https://lekolin.org/ku/karayilan-dive-aliyen-kem-en-qanuna-carcoveye-ben-derbaskirin/
[5] https://russian.anf-news.com/news/Fethi-Jyldyz-zacital-obrasenie-Odzalana-ot-27-fevrala-na-zasedanii-parlamentskogo-komiteta-76024
[6] https://www.academia.edu/168682548/Pêvajoya_Aştî_û_civaka_Dêmokratîk_armanc_û_bendewarî_û_astengîyên_li_ser_r_êya_wê
[7] https://kurmanci.anf-news.com/rojane/erdogan-bi-ve-destura-bingehin-tirkiye-nikare-ber-bi-siberoje-ve-bimese-197797 ; https://www.aa.com.tr/tr/politika/cumhurbaskani-erdogan-bugun-buyuk-ve-guclu-turkiyenin-safagi-sokuyor/3628703
[8] https://www.numedya24.tv/omer-celikten-cerceve-yasa-aciklamasi/
[9] Bi hûrbînî – di nasîya 7. da.
[10] https://www.academia.edu/144499218/VÊ_CARÊ_CIVÎNA_GIŞTÎ_YA_R_ÊXISTINA_NET_EWÊN_YEKBÛYÎ_MIROVAHÎ_MATMA_HIŞT
[11] Di pirtûka “Abduulah Ocalan. Ramana Azadîyê, gelê kurd û cîhan” da. Rûpel 20–31 – https://www.academia.edu/110906211/ABDULLA_OCALAN_RAMANA_AZADÎYÊ_GELÊ_KURD_Û_CÎHAN ; bi rûsî: «Курдская проблема. Какие пути предложит мир для ее решения?» – https://www.academia.edu/38254235/КУРДСКАЯ_ПРОБЛЕМА_Какие_пути_предложит_мир_для_её_решения_docx