Nirxandin 11 deqîqe xwendin

Romana Dîrokî û hin rastî

Di warê naverok û nirxandina mijareya hilbijartî de gelek şirove û gengeşe li ser romanê hebe jî, bi gotineke kurt ew ji

Amîda Kurd

Di warê naverok û nirxandina mijareya hilbijartî de gelek şirove û gengeşe li ser romanê hebe jî, bi gotineke kurt ew ji çîrok û destanan berfirehtir û dewlementir e. Bi giranî li ser ruhîyeta karekteran kûr dibe, cîgeha ku bûyara romanê lê pêkhatî berfirehtir û rengîntir vedinîsîne, gelek caran bi awayekî pirsgirêkên demê jî dinimîne. Her çendî ew jî formeke çîrokê be, ji ber vê naveroka xwe ya berfireh ji çîrokê diqete. Di vê roja me de zanyarên romanê wek çîroka berfire dinirxînin jî hene. Yên ti cudahî di navbera herdu berhemên wêjeyî de nabînîn jî gelek in. Kesayetiyên ku dîwareke dijber di mêjî de afirandine jî, van têgîhîştina yekber red dikin, romanê mîna afirandineke herî cuda û ji rêzê der şirove dikin.

Gelek cûreyên romanê hene, em çendan ji wan li vir rêz bikin. Romana dîrôkî, romana serguzeştî romana psikolojîk, Xewjînî yanê xeyalî, polîsîye û post modern û gelekên din, bes ezê tenê û tenê û tenê hinek li ser romana dîrokî rawestim.

 

Romana Dîrokî

Romana dîrokî bi giranî wiha tê şirovekirin: Romanên ku kesayetiyên dîrokî, pêkhate û bûyareyên dîrokî, çîrok û nirxên jiyana dîrokî yên di pêvajoyeke dîrokê de pêk hatine, li gel wê kêşe, dijayetî, dewlemendî û xwerûti û qelsiyên wê serdema dîrokî yên ku naverok û rastiya wan hetanî radeyekê tên zanîn bi zimanekî wêjeyî û berfireh nivîsandine.

Bê guman romana dîrokî ne rasterast dîrokeke kronolojîk e. Her wiha di romanên dîrokî de jî, cudahiya roman û çîroke bi berfirehî û bi kurahî li ber çavan raxistina mijarê û vekirina ruhiyeta karekteran de derdikeve pêş. Dema em li „Mem û Zîna“ Gorbihuşt Ehmedê Xanî dinêrin, bi zelalî dibînin ku di wê de jî, li gel vekirina rewşa heyî, xuyana fîzîkî, ruhiyeta karekteran û cîhên bûyera çîrokê lê derbas dibe, heta dijberiyên serdemê jî, bi venivîsandineke wêjeyî û têr tên vekirin. Di forma mesnewiyê de be jî, ew bi serê xwe romaneke dîrokî ye.

 

Di gengeşîyên giştî yên li ser Romanê, xwerû romana dîrokî de gelek mirxandin, rik û rengên cûda hene, bes ezê nekevim nava wan gengeşiyên serêşê.

Her çendî lêkolînerên têgîhîştî yên gelek welatan romanê bi „Don Kîşot“ a Miguel de Cervantes ya di sala 1605 de hatiye weşandin ve didin destpêkirin jî, di bingehê xwe de ev têgîhîştin ne rast e, ev dîtin û nirxandina wan kesan û yên romanê di nava çepereke teng de dinirxînin bêtir tiştek din nîne. Rastiya romanê bi rengekî din e û ji çîrokê ne dûr e. Di vê roja me de gelek lêkolînerên wêjeyî yên weke Ervîn Rohde, Edwart Schwarz romana dîrokî dibe digîhîne Destânên girêkî: „Homeros, Odissee, Îlias

Dema em li ser vê bingehî mijara romana dîrokî vekin. Di nava wêjeya Kurd de li cihê nivîsandî di forma, vegotinên çîrokên gelêrî û dengbêjîyê de, ji her welat û çandî betir bi pêş ketiye, heta ji yên navdar berfirehtir û kûrtirin. Mînakên vê rastiya heyî li ber çavan radixîne ne hindik bi dehan in. Destana Memê Alan ya bi aliyê dengbêjan ve nîv bi stranî nîv bi vegotinî dihat ragihandin vê rastiyê bê kêmasî li ber çavan radixîne. Min ta di sala 1966 an de ev ji Dengbêj Kalî yê pisxaltiyê diya xwe guhdarî kiribû. Destana Memê Alan bi serê xwe romaneke dîrokî ya devkîye. Heta mirov bi aşîkarî dikare bibêje; ew rasterast Romana Serwerê Med Aştiyago û Alyanîsê ye. Di vî warî de gelek nîşaneyên vê dîtinê piştrast dikin hene. Eger daxwazî hebe ez dikarim vê mijarê hinek vekim. Min romana xweya bi navê „Serwerê Med Aştiyago bi giranî li ser bingehê naveroka destana Memê Alan rastiya dîroka serdemê Aştiyago serwerbû daye rûniştin.

 

Anegorî lêkolînên min, piraniya stranên me yên gelêrî yên dengbejiyê, di rengên romanê de ne. Bi taybetî jî mesnewîya Nîzamî Gencweî (1141-1209) ya Şîrîn û Ferhat ku di bin serenavê Şîrîn û Xusrev Perwîzî de ji wejeya me û Rojhilata navîn re kiriye diyarî, hê jî ji kelecana destpêkê tiştek wenda nekiriye jî, rasterast di rengê romana dîrokî de ye. Mixabin Tirkan ev jî dizîne û birine li ser şikeftên Amasyayê ya ji dema Hîtîtan ve mane dane rûniştin. Her wiha mijara destana „Kurdogli!“ ku Tirkan ew kirine „Köroglu“ jî  ne tenê mijareyeke pir giring e, rasterast romaneke dîrokî ye. Sipas ji lêkolîner Mehmet Bayrak re ku wî ev mijar bi belgeyan zelalkiriye.

 

Mem û Zîna Ehmedê Xanê ku wî li ser bingehê destana Memê Alan di forma mesnewîyeke wêjeyî de nîvîsandiye jî dikeve vê beşê, yanê romana di rengê mesnewiyê de. Divê lêkolînerên me di vî warî de kûr bibin.

 

Ev awa romanên nenivîsandî û bi deng pirin mînak: destana  „Şêxmûs û Sindiyanê“ ya min ji dengbêjan bîhîstîye. Ew li Îranê li dijê şahên Îranî şer dikin. Destgirtiyê Sindiyanê pisêpismamê wan e li wir tê girtin, Tên Serhedê li Deşta Hesenqelê datînin...

 

Mirov dikare gelek stranên dengbêjan jî di nava çerçeveya romana dîrokî de binirxîne.

 

Divê romana dîrokî bi giranî li ser kîjan xalan rûne?

a) Paşxana Dîrokî: Mijara romanê li ser bingehê serdemeke dîrokî ya tê zanîn rûdine.

b) Romaneke dîrokî divê li ser lêkolînên berfire û bê kêmasî rûne, bi bîr, xaml û venivîsandinên nîvîskar jî ji rastiya serdema mijar pêkhatî ti car dûrnekeve.

c) Zimanê romanê divê bi awayê restiyên têgîhîştin, û zimanê serdema bûyare lê derbas dibe rûne.

 

Cûreyen romana dîrokî jî hene:

1 – Romanên Bîyografîk, yên rasterast bi formeke kronolojik jiyana kesayetîyên dîrokî werdigire.

2 – Romana Kesayetîyên nasraw, tên zanîn. Mîna: Ehmedê Xanê, Evdalê Zeynikê, Aştiyago, Tomrîsa Keybaniya Masagetan.

3 – Romanên bûyare û pêkhatinên dîrokî bi rêya karekterên afrîner tên nîvîsandin.

 

 

 

Dema mirova mijara romana dîrokî vedike. Berê navê „Sîr Walter Scott“ û romana wî ya dîrokî  „Waverley“ tê bîra mirov. Wî  karekterek xwe afirandiye û mijara serdema Rischart Lövenherz bi gelek aliyan ve li ber çavan raxistiye.

 

Li gel wî Vîktor Hugo di şoreşa Fransa de Serhildanên gel yên sedsala 18. di kesayetiya „Zengilokê Notre Damê û Qasîmo“ de bi awayekî wêjeyîyê bi bûyareyên wê serdemê xemilandiye, aliyên tarî yên wê serdemê li ber çavan raxistiye.

 

Nivîskarê Alman Gunter Giras bi romana xwe ya  „Defateneke“ tewanbariyên serdema faşîzma Hîtler, nijadperestiya Alman ya kolektîf bê kêmasî li ber çavan raxistiye.

Bêguman divê mirov „Şer û Azadî“ ya Leo Tolstoy jî ji bîr neke, ew jî romaneke dirokî ye.

Ralf Günter li ser beşeke jiyana dîroka wêjeya Almanî Göthe di bin navê „Göthe In Karsbad“ (Göthe li Karlsbadê) romanek nivîsîye. Her çendî  bi rengekî afrînerî hatibe nîvîsandin jî rastiya Göthe cidî girtiye, li ser wê bingehî hewl daye ku hin aliyên Göthe yên girîng ragîhîne.

Romana dîrokî „Medîkus“ Noa Gorden jî ji bo me pir girîng e, wî karekterekî afirandîye û şandîye Îsfahanê ba Îbnî Sîna bi rêya wî hemû hunera bijîşkî ya  Îbnî Sîna ku buye bingehê pijîşkiya nûjen li ber çavan raxistiye.

 

Lê yên me çikirine?

 

Armanca min ya nîşandana hin mînakên vê beşê ne hin nivîskaran reşkirin e, armanc yên li pey wan dinivîsîne şiyarkirin e. Piraniya nivîskarên Kurd hewlnadin ku piçek têkevin nava lêkolînan û rastiyên dîrokî û mijareya hilbijartî fêr bibin, tenê li ser bingehê tiştên ji vir û ji wir bihîstine, tep-rep hewl didin ku mijareyeke dîrokî binivîsînin. Xeta û kêmasî, her wiha serobinkirina rastiyên dîrokê di vir de ye.

 

Em di ronahiya vê rastiyê de berê bi kurtî li naveroka Romana gorbihiuşt Mehmet Uzun ya bi navê “Rojek ji rojên  Evdalê Zeynikê” binêrin.

 

Li ser hûnandin û zimanê romanê tişt nabêjim, bes gorbihuşt daneyên dîrokî ser û bin kiriye. Dema min ew roman xwend, di destpêkê de min wer zenkir ku Evdalek Zeynikê jî li Sivêrekê heye, ew behsa wî dike. Lê bîsta di romanê de navê Tehîrxan Axa, Şêyx Silê û Gula Bavfileh derbas bûn, hê min fêm kir ku wî xwestiye li ser Evdalê Zeynikê binivîsîne. Bes ti têkiliya naveroka romanê bi parçeyek jiyana Evdalê Zeynikê re tine. Navê dengbêjeke xeyalî bida ser, romana wî dibû romaneke gelek serkeftî.

 

Evdalê Zeynikê ne kesekî, yan jî dengbêjekî ji rêzê ye. Kesayetiyekî dîroka wêjeya me ya devkî ye. Ji wê divîbû ew bi lêkolîneke dilzîzî nêzîkê mijara Evdalê Zeynikê biba. Ezê zêde li ser naverok û hunandina romanê ranewestim, Bes tenê behsa çend xalên girîng yên nayên pejirandin bikin.

 

1 - Nivîskar çîroka Evdalê Zeynikê hîç nizane, devera lê jiyaye jî nasnake, ji bo lêkolînê piçek zehmetî nedaye xwe, bes xuyaye ku hin tişt bîhîstine, lê şaş bîhîstine, yan jî şaş fêmkiriye.

2 – Hîç hewlnedaye ku hinek têkeve nava lêkolînan. Ji ber ku Evdalê Zeynikê di wêjeya me ya dengbêjiyê de kesayetiye herî nasraw û girîng e, divîbû bi kêmasî hin xalên jiyana wî rast bihata nivîsandin. Eger nivîskar hewl bida, ji Serhediyên ji rêzê jî bipirsiya fêrê hin rastiyên jiyana Evdalê Zeynikê dibû. Lê na, hîç hewl nedaye.

 

 

Bi kurtî şaşiyên wî yên nayên pejirandin:

Şêx Silê yê Qeleniyê ne dengbêjeke serbixwe, ew dengbêjê Tehîr Xan Axayê rojhilatî ye. Qelenî gundê Tehîr Xan axa ye û li Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Evdalê Zeynikê ne dengbêjê TehîrXan Axa ye, ew dengbêjê Sürmelî Mehmet Paşa ye. Surmelî

 

Mehmet Paşa li Bazidê rûdine.

Qelenî ne gundê Evdalê Zeynikê ye gundê Tehîr Xan ye.

Navê gundê Evdalê Zeynikê “Cemalverdî” ye û girêdayîyê Qereyaziyê (navê orjîn Çulu) ye.

Hespê nav “Gogerçîn” Hespê Tehîrxan Axa ye, ne hespê Evdalê Zeynikê ye.

Temo ne kurê Evdalê Zeynikê ye, zarokek sêwî ye, Evdal ew ji xwe re wekî kur pejirandiye.

Gula Bavfile bi Evdal re nazewice. Evdal kesekî zewicî ye.

M. Uzun çendî car Evdal biriye zozanê Sîpan û Xelatê gerandiye, bes Evdal di jiyana xwe de hîç derneketiye ser çiyayê Sîpanê û neçûye zozanên li dor çiyayê Sîpanê (Di romanan de tiştên wiha tiştek normal, ji rêzê jî be, divîbû nekira.

Gelek şaşiyên din jî hene, lê yên herî girîng ev bûn.

 

Yekî jî romanek li ser Ehmedê Xanî nivîsandiye: Di warê zimanê bikaraniye, her wiha di hin xalên teknîkî de baş jî be, ti têkiliya xwe bi jiyana Ehmedê Xanî, bîr û ramana wî ya serdemê re tine. Ne jiyana wî ya feqîtîyê, ne jî ya li Bazîdê bi zelalî nehatiye vekirin. Ya rast xuyaye ku haya nivîskar jê tine. Têgîhîştin, fikr û ramana ku roman diteyîsîne, ji bîr û boçûnên Ehmedê xanê dûr e. Dema min ew roman xwend, ez metal mam. Bi min nivîskar di romanê de behsa şêxekî Ereban dike, naveroka Ew roman vê diteyîsîne. Ev jî zirarê dide nirxeke çanda kurdî.

Her wiha divê bi zelalî bêjim; ti têkiliya naveroka romana “Sê gav Sê darek” jî, bi jiyana Şêyx Seid re tine. Nivîskar hê nizane pira Evdirrehman Paşa li ser kîjan çemî ye. Ew pire pireyeke dîrokî ye, bi dehan sitran û çîrokan de derbas dibe. Mera li nexşeya parêzgeha Muşê binêriya jî, bi aşîkarî dîdît ku, ka ew pire li ser kîjan çemî ye.

 

Di jiyan û tekoşîna Şêyx Seidê Pîranî de du xalên ku pir girîng in, hene: Yek; civîna li Mozaniyê (gundekî li berpalê çiyayê Şerevdînê ye); Koma li gel gorbihuşt Şêyx Seid li wir biryar digirin ku derbasê Rojhilatê Kurdistanê bibin, bi vê armancê bi rê dikevin, tên ji ber ku pireya Evdirehman Paşa bi aliyê leşkeran ve hatiye girtin (dibe îxbar çêbûbe), ew li jorê pira Evdirehman Paşa di bihurê gundê Adê re derbas dibin. Xala dudyan jî civîna li ser Girê Bizinan e (li başûr-rojhilatê Gimgimê dikeve). Li wir têdigîhîjin ku hemû rêyên li pêş wan girtîne. Dikevin nava gengeşiyan. Qasim Begê ku serbazî kiribû, li wir ji bo lihevkirinê ji serfermandariya Gimgimê re nameyekê amade dike û dişîne. Lê haya nivîskar ji wan xalan hîç tine.

 

Di romanên dîrokî de hin xalên mijareya ku hatiye hilbijartin ji bo rastiyên dîrokî û kemilandina hestên netewî agahiyên şaş dikare rastiyên dîrokê jî belovajî bike û di giyanan de guman biafirîne. Bi giranî nivîskar, hunermend û dîrokzanên dagirkerên Ereb, Fars û Tirk vê bi armanc dikin. Lê divê Kurd nekevin vê kemînê.

Kesên dixwazin romanên dîrokî binivîsînin, divê ji bo kemilandina bîra netewî hinek zehmetî bidin xwe, bi kêmasî hin rûpelan wergerînin û têkevin nava lêkolînan, bi kêmasî fêrê rastiyên wê serdemê bibin. Mafê wan ên mêjî û rastiyan tevlihevkirinê, bûyaran belovajî kirinê tine.