Nirxandin 6 deqîqe xwendin

HSD û Hunerê Manevrayê di Qada Teng de

Tengbûna qada manevrayê ya li ber HSD’ê, ji bo pêşîgirtina li riziyan û koçberkirinê û hem jî ji bo parastinê

Amîda Kurd

Tengbûna qada manevrayê ya li ber HSD’ê, ji bo pêşîgirtina li rizandin û koçberkirinê û ji bo parastina xweseriya siyasî û îdarî ya diyarkirî, pêvajoya entegrasyona bi Şamê re wekî alternatîfeka rastîn derdixe pêş.

Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), xwe di hevsengiyên qadê û siyasetê de wekî lîstikvanekî dijwar û stûneka bingehîn da pejirandin. Ji wê rojê û vir ve, xala herî hesas û lezgîn a ji bo HSDê, ne mezinahiya serkeftinên leşkerî bû, lê amadekariyên ji bo pêşerojê û parastina destkeftiyan bû. Pirsa bingehîn ev bû. Ango dema ewrên şer ji ser herêmê radibin û rastiyên jeopolîtîk ên hişk ên nexşeyan û hevsengiyên hêzên herêmî û navneteweyî derdikevin holê, wê çi bibûya, pirs di vir de bû û di her guherîna wêneyê aloz ê li Sûriyeyê de ev pirs tûjtir dibû: Gelo ji derveyê alternatîfa entegrasyon û lihevkirina bi Şamê re, ji aliyê siyasî û leşkerî ve qada manevrayê ya bi rastî girîng a HSD’ê hebû, an ji kêliya yekem ve jixwe di nav goşeyeke teng de (ku lîstikvanên mezin sînorên wê bi hişyarî xêz kiribûn) tevdigeriya?

Axaftinên li ser alternatîfan hestekê dide, wekî ku aktorên ne-dewletî, xwediyê azadiya biryardanê û derfetên hilbijartinê yên fireh in. Lê xwendineka bi hişmendî ya li ser rêya vê ezmûna nû piştrast dike ku alternatîfên li pişt deriyên girtî hatine pêşxistin û gotûbêjkirin, tenê ji dergehên teng û girtî yên digehêjin heman dîwarî pêk dihatin. Ev rewş alternatîfên li ber HSD’ê hema hema ji berê ve diyar û amade kiribû.

Rêveberiya HSD’ê bi salan alternatifa yekem û herî balkêş ji bo xwe, leyîstina li ser domdariya rewşa heyî, spartina pişta xwe bi sîwana Amerîkî ya di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de û veguherandina vê hebûna leşkerî ya navneteweyî bo rastiyeke siyasî ya mayînde ku projeya Rêveberiya Xweser xurt dike û nasnameya navneteweyî ji wê re peyda dike dît. Lê ev yek, di cewherê xwe de lawaziyeka avahîsazî û saziyî ya kujer dihewand. Lewra Washingtonê, hevkariya xwe ya bi HSD’ê re tu carî wekî hevalbendekî stratejîk, pabendiyeke hebûnî an jî pejirandina îdeolojîk a modela wê nedît. Berevajî vê, wê ev rewş wekî peymaneka fonksiyonel a ewlehiyê ya ku bi erkên pir diyarkirî yên bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ve hatibû bisînororkirin dît. Pragmatîzma fonksiyonel jî, ji ber taybetmendiya xwe û bi bidawîbûna pêdiviyên li ser erdê an jî bi guherîna pêşengî û xeta siyasî ya di Qesra Spî de, bi dawî bû. HSD jî xuya bû ku neçar mabû vê rolê bipejirîne da ku DAÎŞ’a ku gefê li hemû hebûna Kurdan dixwe têk bibe û herêmê biparêze.

Di cotmeha 2019’an de bi biryareka ”ji nîşkê ve” ya rêveberiya DYA’yê, ya ji bo vekişîna ji herêmên li ser xeta sînorî ya Girê Spî û Serê Kaniyê, ev krîz bi awayekî zelal derket holê. Ev biryar, hêzên HSD’ê bi operasyona leşkerî ya Tirkî ya "Coya Aşitiyê" re yekser rû bi rû hişt û ew ji her cure parastina siyasî an ewlehiyê bêpar hiştin. Ev durûtî bi awayekî pratîkî û biryardarî îspat kir ku sîwana parastinê ya Amerîkî ji ber xisûsiyeta xwe ya demkî ye û bi guherînên siyasî yên li Washingtonê ve girêdayî ye. Herwiha di erdnîgariyeka di nav agir de, destûrê nade valahiyên ewlehiyê an rewabûnên hesas ku bibine bingeh ji bo avakirina avahiyeka mayînde.

Alternatîfa duyem ku rûbirûbûneka vekirî û berxwedana bi tenê ya li dijî zextên herêmî û gefên hikûmetê bû, di wateya tam a peyvê de alternatîfeka mîna xwekujiyê û bi berdêlên giran bû. Dîsiplîna bilind a HSD’ê, kapasîteya wê ya leşkerî û rêxistinî ya hişk, li gel ezmûna wê ya awarte ya di şerê gerîla û pevçûnên rasterast ên bi rêxistinên çekdar re nîşan dabû rastiyek in, lê li hember artêşên birêkûpêk ên bi çekên herî nûjen, hêzên ezmanî û SÎHA’yan hatine çekdarkirin, dibe armanceke vekirî ya cografî û digehêje sînorên xwe.

Ezmûna ketina herêma Efrînê ya di destpêka sala 2018’an de, di vê çarçoveyê de dersa herî tal û hişk bû. Wê bi awayekî rastîn îspat kir ku israra meşandina şerên klasîk an pevçûnên demdirêj yên li cografyaya dorpêçkirî û bêyî parastina ezmanî ya bandor, bi neçarî tê wateya windakirina gav bi gav a destkeftiyên mirovî û îdarî û windakirina peywendîdar a herêmên bin kontrolê. Ev rewş, ji bo avahiya demografî û îdarî ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, senaryoyeka karesatbar û biha bû. Bêyî fedakirina cewherê saziyî yê projeyê, ne pêkan bû ku demeka dirêj bikaribe xwe ragire.

Di ronahiya van hevsengiyên aloz û daneyên li ser erdê de, bi awayekî zelal tê dîtin ku rêveberiya HSD’ê xwediyê wê luksê nîne ku di navbera du projeyan mîna entegrasyonê an Rêveberiya Xweser de hilbijartinê bike; berevajî vê di pratîkê de di navbera du şêwe û rêbazên cûda yên entegrasyonê de pênasekirinê dike: Ya entegrasyoneke ku bi pêvajoyeke wêrek a muzakere û siyasetê teşe digire û rola saziyên ewlehî û herêmî diparêze, taybetmendiyên çandî û lihevkirinên îdarî misoger dike; ya jî li bin zexta hêza hovane, şert û mercên neçarî û geşedanan, şikestineka leşkerî û riziyineke gav bi gav ku rastiya entegrasyonê bi darê zorê ferz dike.

Encama alternatîfa duyemîn dê paqijkirina herêmê ji Kurdan ku xwediyên kevnar ên herêmê ne ban. Lê ev rewş pêk nehat; lewra lihevkirin û pêvajoya entegrasyona gav bi gav, kabûsa koçberkirina komî ya Kurdên li herêmên Kobanî û Cizîrê rawestand.

Li hember zagonên jeopolîtîk ên hişk ku herêma Rojhilata Navîn birêve dibin, gihîştina wê baweriyê ku di derfet û mercên heyî ên îroj de entegrasyon ji neçarî ye û lihevkirin û hevparî bi Şamê re -tevî ku dereng mabû jî- bertekeke rastîn û ji neçarî ye, têkçûneka mutlaq a siyasî nîşan nade. Projeyên siyasî û avahiyên li vê herêma aloz, ne ku tenê bi rewabûna herêmî an piştevaniya derve ya demkî dikarin hebûna xwe bidomînin; berevajî vê ew girêdayî şiyana wan a adaptebûna bi hevsengî û rêgezên hişk ên herêmê re û daxwaza paytextên bi bandor a ji bo parastina sînorên dewletên neteweyî û nizama herêmî ne.

Ji vir xala destpêkê, entegrasyon ji bo rêveberiya HSD’ê dibe rêyeka neçarî da ku ji xitimîna rewabûna demkî rizgar bibe û di hevsengiya neteweyî ya berfireh a Sûriyeyê de cihê mayînde û aram bigire. Pirsyara bingehîn a ku divê îro bê pirsîn ne ew e ku çima HSD berê xwe dide entegrasyonê, belkî ew e ka kîjan şêwe û avahiya entegrasyonê dê misoger bike ku vegereke ji bo şaşiyên navendîtiya hişk çênebe û di heman demê de herêmê û civaka herêmî ji senaryoyên koçberiya neçarî, kaos û belavbûna bêsînor biparêze.