PDK soz dide milîsên şiî yên Îraqê Heş Şeibî, ku wê PKK-îyan ji bajarokê Xurmatî derxe
“…Welat li ser nave me,
Lê em têda bî cîh ne!”
Cegerxwîn
…Xwe r’agirin û matma nebin!
PDK soz dide milîsên şiî yên Îraqê Heş Şeibî, ku wê
PKK-îyan ji bajarokê Xurmatî derxe...
Eger yekî di derbarê vê da bigota yanê binivîsya, dibe
ku bigotana, ku ne r’ast e, ku ev provokat’sîon e! Lê evê bi xwe
RÛDAW r’adigihîne!
Û k’a RÛDAW çi ye û ya k’ê ye, jixwe tê zanîn…
Di bajarokê Xurmatî yê Başûrê K’urdistanê da di navbera pêşmergeyên PDK û milîsên
şiîyan ên Heşda Şeibî da p’evçûn derk’etine, heya 7 k’urd di wan pevçûnan da
hatine kuştin…
Pirs dertê hole:
– k’a ev milîsên şiîyên ereb di başûrê K’urdistanê da çi dikin?...
Lê, ev jî ne bextr’eşîya me ya dawîyê ye!
Ya here bêşermî, ya ku dive ji hêla k’urdan va neyê p’ejiriandin, ew e, ku, wek ku RÛDAW bi dilxweşî û bi “serbilindî” r’adigihîne: “Fermandeyekî milîsên şîe yên Iraqê (Heşda Şeibî) îdia
kir, ku gerîlayên PKKê jî li bajarokê Xurmatû bi wan r’a şer’ dikin û got, r’ayedarên Pêşmerge soz
dane wan ji bajêr derxin”. – Binihêrin, dîsa, wek ku
RÛDAW r’adigihîne: “…di navbera hêzên
Pêşmerge û milîsên şîe yên Heşda Şeibî de şer’ derdik’eve”..., lê dîsa jî
fermandarekî şiîyan gazinê xwe li pêşmergeyan kirye, ku PKK-ê jî li bajarokê
Xurmatû bi wan r’a şer’ dikin, û r’ayedarên pêşmergeyan jî soz dane wan, ku wê PKK-îyan ji
bajêr derxin...
Nizanim, eger yek mirovekî normal be, dijwar ji vê bawer
bike... Lê bibawer bin, RÛDAW bi xwe di vê derbarê da dinivîse... Wê çawa
nenivîse, eger “...Fermandeyê Heşda Şeibî li Xurmatû, Atif Elî ji ajansa
Anadolu ya T’irkiyê r’a gotiye, gerîlayên PKKê jî t’evlî
aloziyên Xurmatû bûne...”
– Ê, eger Anadolûya t’irkan r’a
hatye gotin, PDK çawa dikare soz nede, û RÛDAW jî çawa dikare, di vê derbarê da
nenivîse – ma ne, xwedîyên wan yek e...
Bik’enî, yanê bigirîyî?
Nizanim!
Mirov her tiştî dikare tê
bigihîje, ji bilî tiştekî: mafê milîsên Heşda Şeibî heye, ku ew li K’urdistanê
bin, bi pêşmergeyan r’a alozî û p’evçînan derxin, k’urdan bikujin, lê ew rêxistin (PKK), a ku ji bo
k’urdan ditêk’oşe û xwe dide kuştin, mafê wê nîne!
Û hela ser da jî li hember
PKK-ê ew û PDK dibin yek, û evên dawîyê soz didin wan, ku wê PKK-îyan ji
Xurmatîyê derxin?..
Ezîz ê Cewo
18. 11. 2015
Bi hûrbînî, di vê derbarê
da:
http://rojnews.net/KU/Video.aspx?VideoID=1145