Kurte (Pêşgotina Edîtorî): Di vê lêkolîn û nirxandina berfireh de, lêkolîner û nivîskar Ezîzê Cewo (Ezîz ê Cewo) Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk", banga dîrokî ya 27ê Adara 2025an a Abdullah Ocalan, hevdîtinên şandên Meclîsê û Partiya DEMê yên li Îmraliyê, daxuyaniyên rayedarên desthilata AKP-MHPê û krîza Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê (Xalên 1, 2, 42 û 66) di çarçoveya Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî (NY) de analîz dike. Nivîskar bi şêwaza xwe ya taybet a Kurmanciya Kafkasyayê destnîşan dike ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê tenê bi peymaneke civakî û destûreke bingehîn a demokratîk pêkan e.
Berhema Temamî (PDF): Hûn dikarin tevahîya vê lêkolînê (15 rûpel, bi hemû jêrenot û çavkaniyan ve) rasterast bi rêya Pevajoya_Asti_u_Civaka_Demokratik_Ezize_Cewo.pdf bixwînin û daxin.
1. Pêvajoya 'Aştî û Civaka Dêmokratîk' û Banga Dîrokî ya 27-ê Adara 2025-an
Bûyerên K’urdistanê û Herêma R’ojhilata Navîn hert’im di navenda bala me da bûne, me ew bi baldarî şopandine û, gor derfet’ên heyî, nirxandine û dîtin û şiroveyên xwe di derbarê wan da weşandine. Hema ji destpêkê va me Pêvajoya 'Aştî û Civaka dêmokratîk' şopandye û di derbarê wat’eya vê Bûyera dîrokî da, di derbarê t’erefên cuda yên têgihîştina wê û dur’ûtîya r’ayedarên r’êjîma T’irkîyayê û wan astengî û nak’okîyan da nirxandin pêkanîne û şiroveyên xwe weşandine.
Wisa jî, divê bê gotin, her çiqas, ji hêla r’ayederên r’êjîma AKP/MHP va ewqas astengî û nak’okî li ser r’êya vê pêvajoyê hatine derxistin, lê, yek e, îro encamên Pêvajoyê li ber ç’avan in. Û ya sereke, ya ku îro li ber ç’avan e, ew e, ku: piştî goşangîrîya demdirêj a li hember R’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan, Dewlet Baxçelîyê hevp’ar û hevpeymanîyê Hukumeta K’omarê dibêje – bila Abdulla Ocalan bê di Meclîsê da biaxive û bang li PKK-ê bike! Û hema li wira ew behsa Mafê Hêvîyê jî dike.
Lê, wek ku tê xuyan, mîmarê vê pêvajoyê, bir’êz Ocalan, hema di destpêkê da armancên wan têgihîştibûye, lewra jî, di banga xwe ya 27-ê adara sala 2025-an da lêytmotîva vê pêvajoyê, wek mercê sereke, danye pêş:
"...R’êzgirtina nasnameyan, azadîya r’amanê, r’êxistinbûna dêmokratîk, avakirina civakî, aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan t’enê bi hebûna civak û qada siyasî ya dêmokratîk dikare hebe. Sedsala k’omarê ya duyemîn t’enê wê demê dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamîyeke mayînde, eger ew bi dêmokrasî bê t’acîdarkirin. Ji dêmokrasîyê pêva t’u r’êyeke dinê ya lêger’îna p’ergalan û pêkanîna wan nîne, ne mumk’ên e..."
2. Hevdîtinên Îmralîyê, Şandên Meclîsê û Helwesta R’êjîma AKP/MHP-ê
Îro êdî r’astîyek li holê ye: helwest, daxwîyanî û şiroveyên r’ayedarên r’êjîma AKP/MHP zêde girîngya xwe nînin, lewra ku êdî nikarin ne r’aya giştî ya cîhanê, ne jî ya K’urdistanê û T’irkîyayê bidin bawerkirin. Û r’aya giştî ya cîhanê di r’astîyekê da bawer e: Ankarayê serlêdana Îmralîyê kirye!
Ji bo ku ev r’ewşa bê têgihîştin, divê tiştek bê zanîn: ev şandên ku diçin giravê û hevdîtinan pêk tînin, ji endamên partîya DEM-ê, partîyên dinê, an ên Komîsîona Meclîsê pêk tên. Û ew hemû jî endamên bilindtirîn dezgeha nûnertîyê û zagondarîyê ya r’êvebirîya dewletê ne (Meclîs), ango, ew nûnerên dewletê ne (parlamênter in!), û her carê, dema ew diçin Îmralîyê, ew wek şandên dewletê diçin, her çiqas bi şêwazî (formal) wisa nayên navkirin jî.
Li ser vê p’êlê, serokk’omar ê K’T’ Erdoxan li xwe mukur’ hatye, ku di welatê wan da dewletê li hember gelê k’urd "şaşîyên sîyasî" pêkanîne; ku wan di nava 40 salên derbasbûyî da dîtye, k’a çiqasî zehmet e, ku bi destûra bingehîn a darbek’aran civak bibe yek:
"...T’irkiye êdî bi destûra bingehîn a darbek’aran nikare berbi siber’ojê ve bimeşe. Êdî pêwîstî bi destûreke sivîlan heye, ne ya derbêk’aran."
3. Pirsa Destûra Bingehîn a K’omara T’irkîyayê û Peymana Civakî
Naha dem pêr’a gihîşt, ku em veger’in ser pirsekê, ya ku bûye ç’avkanîya hemû nak’okî, dijberî, şer’ û p’evçûnan û têr’ora dewletê. Ew Destûra Bingehîn a K’omara T’irkîyayê ye, ya ku îro AKP kirye rojeva xwe. Wek ku tê zanîn, Destûra bingehîn jî peymaneke civakî ye, lewra jî ew divê bi beşdarîya gel û di r’êfêrêndûma gel da bê p’ejirandin.
Tiştên ku îro di T’irkîyayê da pêk tên: tevkujîya gelan, înkara mafên mirov, nep’ejerandina çandên net’ewan (bêt’ehmûlî), siyaseta bişavtinê, têr’ora dewletê û tiştên dinê, hemû jî bingeha xwe ji destûra bingehîn digirn. Di beşê destpêkê û xalên sereke yên Destûra Bingehîn a K’omara T’irkîyayê da ev xalên dijmirovî û net’ewperest cih digirin:
- Beşê Destpêkê û Xalên 1–2: Dewlet li ser têgîna bingehîn a net’ewperestîya At’atûrk û hebûna heta-hetayê ya net’ewa t’irk û yekgirtîbûna Dewleta t’irk tê avakirin.
- Xala 42 (Mafê P’erwerdeyê): Ji bo hemwelatîyên T’irkîyayê ji bilî t’irkî hîç zimanekî dinê nikare di sazîyên p’erwerdeyî da ji bo p’erwerdeya zimanê dê bê k’aranîn.
- Xala 66 (Hemwelatîbûn): Her kesek, ê ku bi erk’ên hemwelatîyê bi dewleta T’irkîyayê va girêdayî ye – t’irk e!
4. Encam: Pêwîstîya Destûreke Nû ya Dêmokratîk û Pêşnûmeya Altêrnatîv
Evê pêvajoyê bi xwe r’a gelek r’astî û derfet derxistin holê, wisa jî makkirin û r’êgezên bîrdozî yên mîmarê vê pêvajoyê bir’êz Ocalan li holê ne, yên ku hemû t’erefên tarî yên vê dewletê r’onî dikin, û r’êyên ç’areserîyê destnîşan dikin. Ji bo K’omara T’irkîyayê Destûrek a nû pêwîst e, û ew jî divê li ser pirênsîbên bingehîn ên r’êzgirtina nasnameyan, azadîya r’amanê û r’êxistinbûna dêmokratîk bê avakirin.
Hêzên dêmokrat û pêşver’û, nûnerên gelên cuda û, bi t’aybet jî, yên gelê k’urd divê, ji bo mafên xwe yên mirovî, net’ewî, çandî û bawerî bên bal hev û pêşnûmeyeke Destûra bingehîn a altêrnatîv amade bikin, biweşînin û di nava civakê da dest bi nirxandin û goftûgoyan bikin.
5. Ç’avkanî û Xwendina Temamî ya Lêkolînê
- Pelê PDF ê Temamî li ser Amîda Kurd: Pevajoya_Asti_u_Civaka_Demokratik_Ezize_Cewo.pdf (Daxe / Bixwîne)
- Arşîva Akademîk (Academia.edu): Pêvajoya 'Aştî û Civaka Dêmokratîk' – Armanc û Bendewarî û Astengîyên li ser R’êya Wê
- Dîrok û Cih: 14.06.2026 — Payatîgorsk / R’ûsîya
Wêne: Amîda Kurd