Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Kalo Xurifiye

Pêkeniya roja 23.08.2008'an...

Kalo Xurifiye

Kalê Hiso doza zewacê dike. Kalo Huso 77 salî ye, çûye keçikek 23 salî xwestiye. Zarokên Kalo Huso, neviyên wî temam li ber digerin:

- Kalo wisa neke, dê zarokên te sêwî bimînin li erdê, qelbê te yextiyar e, li ber xwe nade, tê di hembêza keçikê de bimrî, dê keçikek li ser koka te û malê te rûne.

Çi dikin nakin Kalê Huso dizewice. Şeva yekem dikeve hundir û dernakeve. Serê sibehê dereng deng ji kalo nayê. Roj diçe nîvroj, zarok debar nakin diherin derî vedikin. Dinihêrin ku jina wî ya ciwan tiştek li xwe nixumandiye û serî di ber de, per û perîşan di derî re reviya. Zarok dibêjin:

- Çi bi kalo hatiye?

Bûk dibêje:

- Tişt bi kalo nehatiye. Xurifiye. Dike dike û dîsa ji bîr dike, dîsa dike, ez mirim.

Ji berhevka Rêzan Tovjîn