Apê Bûbo jina xwe biribû cem doktor. Rewşa wê giran bû. Li nexweşxaneyê koça dawî kir û çû ser rehma xwedê. Doktor derket devê derî û bi kurdî jê re got.
Doktor wekî ku bi tirkî dibêjin "eşinizi kaybettik", bi wergera kurdî got:
-- Me jina te winda kir.
Apê Bûbo bi hêrs lê vegerand:
-- Ker kurê kerê te çawa jina bi wasî tankêrekê winda kir. Û têra doktor lê xist.
Jan ÇIYA