Demak ku şev di qetrana xwe de vegevize û were li pênûsê asê bibe,
wê gavê li asîman an*Osman Sebrî diçirûse. Osman sebrî rêyeke, Her riste ji êgir pê dikeve…
Hêmayên pêlewanîyê ye gûrr dibe.
( 1 ) - Min bi çavên hogirên xwe kil bike gîyana welatê hejaran...
xemilî me ji dirûşmeyeke bêzar
Hewar...
li min hewar...
Sîya çar hûtan e,
cihê bêxwedîtî ya ku lê sekinî me
Lê...
dîsa jî, kulîlk ên bi te şanaz dibişkuvin
Pêl bi pêl bilind dibe,
bê perav be jî, ala te
Mamê Mino...
Rîtmeke beyabanî ye,
li tevna dilê min dide,heftokên zarokên mirî
Bi rengekî rizî û kizirî dirêsim,dilorînim
keskesor an ji warên wan ên hedimî re
Lê...
ku bi navê te hişîyar nebe asîman
Lêgerîna pirsekêye
her ku ez kirasê axê li xwe dikim
Mamê Mino...
Dengê etarekî ye dîrok,
li bêjinga bayê bindestî ya min a 30 sal an dikeve...
Sifreyek mêrxasîyê ye
Heke kerem bikim ji destûra te,
Baş pê dizanim, rengekî Kawayî ye..
Mamê Mino...
Ji du quriş û nîv ê, welatperwerîya xwe
Peyvên te ye,
weke çaplîyekê davêjim ser milê riste yan
Heta destê sibê,
li hebûna xwe ya kavilkirî girê didim
naxwazim yek jê bifilite
Mamê Mino...
Radibim ji gora kerba xwe
wek şûrekî ku li sayîtîya xwe mikur bê
Û destê xwe li birînê dijdînim
Ji bo ku darên hêvîyê bi bayên te bihejin
Mamê Min...
Ku emrê min ji dest ên jîyanê bifilite û bikeve,
Di wenda bûna xwe de,
lêgerîna hebûnê qe nebe bila bi qasî,
peşkên baranê dilsoz be.
Mamê Mino…
( 2 ) - Dûrin bi qasî hezkirineke bêbinî,
lê me bi çavên xwe dît,
çawa mirin...
nevîyên te bûn,
û çawa… ji baxçeyê gulîstanê re dibarîyan
Û ji qiyameta biharan re dişewitîn..
her yek ji stêr an re bûn ne zava
Li ser mîrata te diçirûsin niha
Mamê Mino...
Her zindanî,
ji te asoyan didize û li xwe dipêçe
û xwe bera binê deyindarî ya derengîyê dide...
Lê...
Pê dikeve agirekî kardoxî
Di paxila çîy an de olan dide,
zarokên te yên sor î qemer
gewherin… dîdarin…
Vaye…
Şer… qewimîye şer….
Her yek diherikin
di çavên şevên xemgînîyê de
Ji xwînê kumêtin…
dibin hine ji axê re,
gor... bi gor...
û rakirine ala dilê te yê ku
ji dost û dujmin an re rastgo
Mamê Mino...
Heke çeper ên me bê rih û rewa bibe,
Reqseke kihêlîye di qada şerde,
mertaleke Derwêşîye...
Xweşmêr ên te...
ji çar alîyan bang dike...
raste...
Wê ne dûre be, azadî bi navê te…
Mamê Mino..