Fitilokén Windahiyan a emrén giyotînî diperpite
Û bayén xenzîran dihewîne
Fitilokên
Windahiyan a emrên giyotînî diperpite
Û
ew bayên êvarên ku ji enîya sorayî ya rojê, lawazî yên min dihewîne
Hûn
dizanin…
Peronên
vala ji jenosîta dilê min dola distîne
navê
kesê ku di min de mirar
di
xwelîrengekê de asê bûye
Ma
ne tenêtîye…?
Û
dilopek hezkirin di quflên stêrkan de hat bi dardekirin
Ji
kerafîya êşê mirineke fedîkar diniqute
Matmayî
dizûrin bihuştên evîndaran
Neyaré
Şevé Xeniqî
Binax
dibe zêrrên guhên dîroka te yê çavkilkirî
Meşên
ji perikên leglegan
Ji
koça dilgermîyekê re qûnde ye
Rake
ramûsanên xwe yên fortek ji wêneyên ezmanên felişî
Qîrîn
di qirrika min de riziyan
tevizîn ditevizîn
Neyaré
Şevé Xeniqî
Ew
jîn biyaniyeke dijwar e li ser siyên xembar
Belav
dike tolên hûtên ku ji qerisandinê re evîna radiçikîne
Û
bihar bi melkisa xwe ya qilêrî
Rojinan
ji girtîyên kevîna te re diafirîne
Sergoyên
te yên qelew meytên xeniqî li dar dixe ji şevê re
Neyarê
ku bi hezar gotinî ,bi gotinekê teriqî
Neyaré
Şevé Xeniqî
Li
hev du nake katjimêrên ji bêrî yan,
stargehên nestirî
Kîjan
av kî dizane ar
Kî
dizane aramîyê dihewîne
Tev
derew e,ba û baran û ez û tu
Navê
qehrê,vexwarina jehrê ye
Carisîyên
ji devên orkestraya şerrê carribandinê
Reşbelek
dihele,dibihure tarî û talanî ye
Neyaré
Şevé Xeniqî
Porrê
êr dihûnin pîrebokên erdheja dilê min
Karê
destên şewitî diqelîne pênûsên sosinî
Di
çalên çavên te de li qelîştokên mirina xwe digerim
Dicemide
şûrên ji keserê nalîna dilorîne
Waxx....
û ,
hey
Waaaxx.!..
Neyaré
Şevé Xeniqî
Mîtan Şareza