Hat û ku ez mirim,
Bizanibe ku ez pir li hêviya vê rojê mam.
Her meşek min vexwendinek bû ji mirinê re,
Û dûmahîka her gaveke bêmirin,
Ji riyeke din a vexwendîner re bû destpêk.
Hat û ku ez mirim,
Bizane ku gihaştim armancê,
Ji bo ku min mirina te nedît.
Bila tu axê bavêjî ser çavên min,
Da ku nebînim mirina te.
Helbest
1 deqîqe xwendin
Mirin-I
Hat û ku ez mirim, Bizanibe ku ez pir li hêviya vê rojê mam. Her meşek min vexwendinek bû ji mirinê re, Û dûmahîka her gaveke bêmirin, Ji riyeke din a vexwendîner re bû destpêk.