Helbest 1 deqîqe xwendin

Newêrim Bêjim

Bizaniya te,Bê min çiqasî bêriya te kiriye !

Newêrim Bêjim

Bizaniya te,
Bê min çiqasî bêriya te kiriye !
Lê newêrim bêjim,
Dora min pêçane kesên ji te hez nakin.

Çavên te yên kal,
Porê spî,
Bejna zirav û pîr,
Pişta xûz,
Gopalê sertewandî,
Diranên lêhatî,

Textê li berberojk,
Misînê destnimêjê

Newêrim behsa te bikim
Hêrs dibin
Dibêjin em ê ji derdê wî rahêlin misîn,
misilman bibin.