Gotar 2 deqîqe xwendin

Roj wê bê

Niha herkes li bersiva vê pirsê digere.Dewlete çi gavan bavêje?Piştî şerê 30 salî, di encamê de ev dewlet tewiya .Dewletê kêmasîyê xwe qebûl kirin.Ev hem ji bo dewletê, hem jî ji bo gelê kurd despêkek nûye.Mirov dema li demên borî dinihêre, li salên agirîn,Li karesat û qetlîamên ku li ser gelê kurd hatine pêk anîn dinihêre , ew çax mirov  têdigihêje ku gelê kurd tekoşînek çiqas mezin daye.Belê li hember zilma bê sînor, tekoşînek bênavber,Li hember mirinê, berxwedana jîna azad.

Roj wê bê


Niha dewlet yekem car tewiya.

Yekem car nabêje “ kurd tune ye, zimanê kurdî tune ye, emê pakêtek nû vekin”
Belê niha tê qebûl kirin ku li Tirkiyê gelê kurd jî heye, zimanê kurdî  heye, axa ku li ser dijîn heye,

Belê ev dewleta xwînrij  tewiya,

Belê dewleta ku gund şewitandin, dewleta ku mirov nava rojê li ber çavê herkesi revandin û birin avêtin birê kilsê, dewleta ku nirxên gelê kurdê herî pîroz zarokên wan li du panzêran kaşkirin, termên wan weke beratekî avêtin ser sergoyan, tewiya.

Ev dewlet ji destpêka komarê û hata îro yekem car tewiya.
Yekemcar îradeya gelê kurd nas kir.


Duh di  Akademiya Polêsan de, rê û  nexşerêyên rêberê gelê kurd hatin nîqaş kirin.

Ev dewlet yekem car tewiya,
Yekem car îradeya gelê kurd naskir,


Erdoðan jî tewiya,
Di hûndirê vê heftê de wê bi DTPyê re hevdîtînekê çêbike.

Serok wezir tewiya, dewlet tewiya,

Belê televizyon vekirin, radyoya kurdî vekirin
Di zaningehê de wê beşa kurdolojiyê bê vekirin,
Navê kurdan wê wek kurdî di fermiyetê de bête nivisandin,
Di dibistanan de wê kurdî bibe zimanê fermî,

Ev dewlet tewiya...

Zarokên kurd wê bi kurdî bikenin li kolanên Amedê,
Bi çand û zimanê xwe,
Bi stran û dîlanên xwe,

Beyî ku zilm û zorê bibînin,

Wê kurd weke kurd bijîn,

Ev dewlet tewiya...

Roj Wê bê  alên kesk û sor li seranserê kurdistanê bihejin,
Roj wê bê  gelê kurd jî, kurdistan  jî wê azad be,

Mem MÎRXAN