Hişyar bin – provokat’sîon e!
Ezîz ê Cewo
Wek ku
tê zanîn, piştî êrîşên DAÎŞ-ê yên li ser Şengalê û Kobanê hêzên siyasî yên k’urdistanî gavên berbi bi yekîtî dijî
wan êrîşan bisekinin, avîtin. K’omên YPG-ê di Şengalê da li dijî
DAÎŞ-îyan k’etine
şer’ekî
berxwedanî, wisa jî k’omên
pêşmergayan çûne Kobanê... Û di dilê gelê k’urd da pirîskên hêvîyekê hatin xuyan,
ku eva yeka dikare bibe bingeha avakirina Yekîtîya Net’ewî.
Û ji bo
avabûna vê Yekîtîyê, dive ev hevk’arî bi xurtî bê domandin!…
Lê,
wek ku tê xyanê, ev yek ne bi dilê hinek hêzan e, bi t’aybet jî, ne bi dilê hêzên dagerker û
hinek hêzên k’urdistanî
ye, yên ku bi wan va girêdayî ne. Di vî warî da
K’omara
T’irkîyayê
serk’êşîyê dike…
Ji bo
ku hêzên k’urdistanî
nebin yek, hêzên derva her r’êbezeke k’irêt, fitne, derew, şer’ û şilt’axan bik’ar tînin, ku dutîretîyê bikin nava wan.
Ji bo vê, çi ku ji destê wan tê, dikin, hemû p’ergal û derfetên xwe dikine k’ar.
Û hema
ku di warê yekîtîya k’urdan
da birûsîya helwesta erênî tê xuyan, ev mak’îneya belavkirina agahîyên fitneyî û
derewan dik’eve
kar, û her tişt tê kirin, ku ji yekîtîya k’urdan r’a astengîyan çêbikin…
Li
vira jî “RUDAW” r’ola sereke dilîze. Û di vî warî da li
ser r’êze
weşanên wê yên berê da yek jî zêde bû, ya ku di r’êza provokat’sîonên wê da cîhê xwe yê t’aybet digire.
Ev
provokat’sîona
vê dawîyê, wek ku tê xuyanê, di navendên t’aybet da hatye amadekirin – bi prênsîpa:
“Derewa
ku sed carî bê dubarekirin, wê li şûna r’astîyekê bê p’ejirandin!”
Fermo, bixwînin û matma nebin:
Dihok (Rûdaw)- Piştî dagirkirina bajarê Şingalê ji
aliyê rêxistina DAIŞê ve, hêzek ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berê xwe dan çiyayê Şingalê.
Serkirdeyekî wan li wê deverê jî dibêje ku, mebesta wan ji Şingalê avakirina
kantona wê deverê ye û piştî avakirina “Kantona Şingalê” dixwazin li Qendîl û
Silêmaniyê jî kantonan ava bikin...
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0501201510
Mirov ji tiştê weha ra çi bibêje?...
Û ev nû nîne, wek ku tê zanîn, li ser
pirsa Şengalê demekê berê jî agahîyên ne r’ast hatibûn belavkirin, xwedêgiravî, PKK
û PYD dixwazin, şengalê ji Herêma Başûrê K’urdistanê biqetînin. Li dijî van
agahîyên ne r’ast endamê Konseya Birêvebir a K’oma Civakên K’urdistanê (KCK)ê bir’êz Murad Karayilan daxuyand, ku “Şengal herêmek û bajarekî
K’urdistana
Başûr e, û eva misoger e û nabe kesek li ser vê nîqaş bike”.
…Ewî wisa jî zelal erênîya
vê demê derxiste pêş. Ew jî ew e, ku “…mijara niha ya sereke azadkirina
Şengalê ye, ku divê em hewl bidin
Şengalê azad bikin û divê hemû hêzên K’urdistanî beşdarî vê
hemleyê bibin û bi hevra Şengalê r’izgar
bikin. Daku xelkê me yê Şengalê cardin
veger’in”.
Lê, ji bilî vê, bir’êz Karayilan nêr’îna PKK-ê aşkere
kirye: “…divê Şengal sîstemeke xwe ya
xweser û t’aybet
hebe. Ango gelê me yê êzîdî li wir bi xwe bikaribe xwe bir’êve bibe û bi xwe bikaribe xwe bip’arêze û em hemû hêzên K’urdistanî jî piştevanîya wan bikin. Di hundirê sîstema federasyona
Herêma K’urdistanê de weku herêmek xweser
dive ku Şengal jî cihê xwe bigre”.
http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx?=hewal&jmara=4198&Jor=1
Helbet, eger di dilê mirov
da helwesta xirab nîn be, mirovê vê r’ast têbigihîje, ji ber ku li vir her tişt r’ast û vekirî hatye gotin, Balk’êş e, li vira çi ne bi dilê biraderan e? Çi ye, gelo ev
daxweza mirovî nine? Çima em – k’urd
dixwazin di nav sîstêma Îraqê da xwedî mafên xwe yên t’aybet bin, lê k’urdên
êzdî di nav sînorên Herêma Başûrê K’urdistana
Fêdêral da nikarin xwedî mafên xwe yên mirovî bin? Çima dive ew bi xwe xwe bir’êva nebin, bi xwe xwe nep’arêzin? Hinek ji vê ne r’azî ne? Çima dive bê merc û peyman “xwedîkî” wan hebe, ji bo li şûna wan bir’yaran ji bo wana bigire? Wê demê, hêzên ku xwe k’urdistanî-giştî dihejmêrin, çima ew bi devê wan hov û
harên DAÎŞ-ê va berdan? Wê bi wî awahî
wan bip’arêzin? Na! Şengalî û hemû
êzdîyên Başûrê K’urdistanê dive ne ku
xweserîya xwe di herêmê da hebin, lê her weha cîhê xwe di r’êvebirîya navendî ya Herêmê da (parlamênto, hûkumet)
bigirin, ji bo ku bibin endamên wê
civakê yên xwedî maf û bi xwe jî beşdarî çareserkirina pirsgirêkên xwe bibin,
ne ku li r’ex hukumetê berpirsekî êzdîyan
hebe, yê ku ji bilî nav t’u erk û hêza
çareserîyê di dest wî da nînbe… Ma k’urdeyetî
wisa dibe?
Lê wek ku tê xuyanê, ev
daxweza mafdar bi dilê hinekên li der û hindur’ nine, ji bo wê jî her tiştî dikin, ku yekîtîya net’ewî anegorî berjewendîyên xwe ava bikin, ango: “Hemû mafên we dê di dest min
da bin, lê ezê ji bo we tiştekî nekim, dema ku hûn k’etin
tengasîyê, ezê we wek berxa qurbanê bidim devê dijminên hov û har!” – Erê?
A, ji bo wê jî, wek ku bir’êz Mûrad
Karayilan di daxwîyanîya xwe da dibêje: “…hin kes hene dixwazin
fitneyê di navbrea hêzên Kurdistanî de derbixin … Hinek kesên kontra û bi
istixbaratên dewletên dagirker re dixebitin, fitneyên weha belav dikin û
armanca wan di navbera PKK û PDK de nakokiyan çê bikine û dixwazin weha nîşan
bidin ku çi PKK û çi HDP ango siyaseta Bakûrê Kurdistanê di derheqê Şengalê de
nêrîna wan cuda hene, dixwazin Şengalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bikin, ew kes
bi qestî dixwazin tiştekî wisa belav bikin. Ya rastî jî ne wisaye”.
Gelo ev k’arê r’eş ê “RUDAW” wê r’ojekê r’aweste? Ez dibêjim – na! Heya sparîşdarên wê yên
derva hebin, ewê vî k’arê xwe bidomîne. T’enê dimîne, ku r’ayedar û siyasetmederên me dûrdîtî bin, guh nedin wê...
Gelê k’urd îro pêdivîya xwe bi Yekîtîyê heye. T’enê bi Yekîtîya Net’ewî, emê di vê cîhana hov û haran da
bikaribin xwe wek net’ew li ser p’êyan xwebikin!