Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Xecê û xinamiyê wî

Pêkeniya roja 06.08.2008'an ...

Xecê û xinamiyê wî

Mele û jinek ku her du jî zewicandî ne, dilê wan dikeve hev. Rojekê mele dil dike ku here mala dostika xwe. Lê beriya ku here, derdikeve ser minarê û bi qeydeyê selayê bang li yara xwe dike. Dibêje:
- Heya elel seleeeeeeeeeee, mêrê te li mal eeeeeeee, ne li mal eeeeeeee?
Jinik bersiv dide yarê xwe:
- Wele mêrikê min ne li mal eeeeeeeee, navê dîkê me Enab eeeeeee, ez ê ji melekê xwe re bikim şîş û kebab eeeeeeee.
Mele lê difetilîne:
- Kûçikê we heye tune yeeeeeeeeeeeeee?
Jinik:
- Kûçikê me heyeeeeeee, lê hîn cewrî yeeeeeeeee, heba diranan di devan de tuneyeeeeeeeeee. Gava ku melekê min bigireeeeeeee, piçek ji paça wî naçirpîneeeeeee.

Ji berhevka Mahabad Arda