Helbest 1 deqîqe xwendin

Berfîn

Û berfînê herî baş dizanî Kin e temenê bedewiyan Lê ava dibe bi wan jiyan

Berfîn

28´ê adarê 

li Çiyayê Gebarê 

bi dilopeka xwînê veciniqî berfînek 

Serî ji bin berfê bilind kir û got; 

Ax Xuda 

çewa dikare navek ewqasî li xwediyê xwe 

dilek ewqasî li axa welatê xwe bike? 

Çewa Gabar 

 dikare bimîne li bin vî dilî...?

Û berfînê herî baş dizanî 

kin e temenê bedewiyan 

lê ava dibe bi wan jiyan


2013-03-28 / Stockholm