DESTPÊK
Ev proje, odeyeka kozmolojîk û perwerdeyî ya li ser felsefeya jiyana êzdayî (Ezdayî) pêşkêş dike, ku tê de mîmarî, hêmanên xwezayê û tevgerên çerxa gerdûnê li ezmûneka giştî ya dorvegera jiyanê tê anîn. Xala destpêkê kozmolojiyeke kevnar e ku ji roj, agir, guherîna demsalan, hêzên nûjenkirina xwezayê, bingeha etîka mirovî, hevjiyana civakî û hişmendiya ekolojîk pêk tê.
Proje cejnên ezdayî, kevneşopiyên kozmolojîk ên herêmî û prensîbên nûjen ên pirrengî, azadiya jinê û hevsengiya ekolojîk bi hev ve girê dide. Ew ji perestgeheke olî ya kevneşopî bêtir, odeyeke perwerdeya pêvajoya şaristaniyê ava dike ku ol, çand û civakên cuda bikarin bi rêzdarî li hev kom bibin.
Bi pêşengiya modela civakî ya nenavendî ya pirreng û ekolojîk a Rojava ve girêdayî, proje nimûneyeka pêşerojê pêşkêş dike ku kozmolojiya kevnar çawa dikare bi nirxên nûjen re bixebite da ku jiyaneka hevpar, parastina çandî û geşbûna mirovî bi pêş bixe.
Ev proje odeyeka kozmolojîk-perwerdeyî ya bi besta felsefeya jiyanî ya Ezdayî ve pêşniyaz dike. Di vê projeyê de sembolîzma kevnar a li ser roj, agir û çerxên xwezayê, bi prensîbên nûjen ên hevsengiya ekolojîk, azadiya jinê û hevjiyana navbera olan a li Rojava ve, tê yekgirtin.
1. Tirs, têgihiştin û rêza kozmolojîk
Beriya pergalên ziman û zanînê yên fermî pêş bikevin, mirov jiyana xwe bi ezmûnên têgihiştinê û bi hestên xwe, bi taybet jî bi tirsên xwe birêxistin dikirin. Nebûna zanîna sîstematîk, tunebûn an kêmbûna derfetên ragihandinê û nekarîna têgihîştina pêvajoyên xwezayî, civakên destpêkê li hember rûdan û diyardeyên xwezayî pir lawaz dihiştin. Loma jî ev rûdan di nav civakê de dibûne xwedî grîngiyeke hebûnî ya bilind.
Pêvajoyên atmosferîk û jeolojîk – baran, ba, bahoz, lehî, agir, erdhej, teqîna volkanan û tsunamî – qadên navendî yên azmûna jiyanê bûn. Roj û hîv û hemû gerestêrkên di nav vê çerxê de ku bi reng û teşeyên cuda xuya bûn, dibûne pirs û tirsên mezin, lê di heman demê de bi taybet roj ku germayî, ronayî û enerjî dida xwezayê û hemû caneweran, xwedî ciyê herî taybet û mezin bû. Agir, bi germayî û ronahiya xwe û bi bikêriya xwe lê di heman demê de bi metirsiya xwe, nêzî rojê rolek dilîst. Ango roj di şêweya agir de xwe li rûyê erdê dida der û dibû xwedî pîroziyekê.
Roj wekî navenda ronayî û germayiyê, li rûyê erdê rîtma biyolojîk diafirand. Dema bi ewrên reş û tarî ve dihat nuxumandin an ji cîhana me bi dûr diket, tarî dibû serdest, pêre serma û hişkî. Xweza xwe diquncifand, nediza, ne çalak, bê ber û berhem bû wê demê. Lê di hebûna rojê de, xweza har dibû, dibû bi-har. Hemû canewer, di nav vê şahiya hebûnê de, bi harmonî û mêzîneka efsûnî diketine nava tevgerê û li xwe zêde dikirin, ber û berhem di her kêlî û deverên jiyanê de xwe didane der. Ev têgihîştinên kozmolojîk ên destpêkê, ên li Mezopotamya û Zagrosan, li herêma wekî ”Kevana Zêrîn” tê binavkirin bi pêş ketin, rojê ne tenê wekî diyardeyeka ezmanî, lê wekî hêzeka jiyandar û rêxistinker jî didîtin û ev rastiyek bû ku êdî ji aliyê zanistê ve jî hatiye piştrastkirin.
Di termînolojiya kurdî de ev hêz bi navê Roj (roj/ronayî) û Tav (germker/ronayîdar) dihat/tê binavkirin. Ev têgîn ne tenê kategoriyên zimanî ne, lê têgihîştinên kozmolojîk in jî ku rola sereke ya rojê ya di çerxa jiyanê de tînine ziman. Pirsên li ser nebûna demkî ya rojê ku dema diçû ava, an diket pişt ewran, dibûn sedema tirs û têgihîştinên spekulatif ên li ser lawaziya kozmîk û li ser guherîn û mirinê jî.
Di nav demê de, bi pêşxistina derfetên jiyanê re, jiyan hêsantir û tirsên mirovan kêmtir bûn û pir tiştên grîng dihatine dîtin, reng û teşe guherandin, li gor derfet û rengê jiyana demê wateyên nû lê zêde bûn, versiyonên cuda peyda bûn, civak li nava hev ketin û bandor li hev kirin. Ev di nav civaka kurd de, ne bi danûstendinên jiberxwe û xwezayî lê bi darê zorê, di encamên êşên giran de li ser civaka kurd hatin ferzkirin. Dema guherîn ne bi xwezayî û jiberxwe ve, lê bi dare zorê tê ferzkirin, piştî demekê civak ji adana xwe, ji kodên xwe yên civakî bi dûr dikeve, ango ji xwe û rastiya xwe bi dûr dikeve. Tişta di nav hezarê salan de rû da jî, ev e û îroj ev proje, wekî hilmeka efsûnî ya gaveka gring a ber bi rastiya kevnare ve, dikare roleka pir grîng bilîze.
2. Agir wekî eşkerekirina rojê ya li ser rûyê erdê
Di vê kozmolojiyê de agir wekî berginda herî nêzîk a rojê ya li ser erdê derket holê. Mirov dikaribûn bigihîjinê. Lê agir him veguherîner û di heman demê de potansiyel wêranker bû. Bi ezmûna ampîrîk, normên pratîk ên li ser rêvebirina agir zû hatin dîtin û têgihîştin: nikaribûn rasterast dest bidinê lê dikaribûn ji bo germayî, ronayî, parastin û amadekirina xwarinê jê sûdê wergirin. Agir bi vî awayî hem katalîzatoreka biyolojîk û hem jî ya civakî bû.
Ji ber ku hem roj û hem jî agir germayî û ronayiyê û pêre jî, ahenga jiyanê bi rê dixistin, wate û taybetmendiyên jiyanî jî li wan hatin barkirin. Her çendî ew ne bi awayekî teolojîk wekî afirîner dihatin dîtin, lê wekî hilgir û rêvebirên jiyanê dihatin têgihîştin jî, ev yek wan dikir nav navenda etîk û sembolîzmê.
Bîra bêdeng a agir – di kevneşopiyên kurdî-misilman de kozmolojiya mayînde
Di nav kurdên hatine musulmankirin an bûne musulman de, îro hîn jî gelek têgihîştin, tirs, rîtuel û têkiliyên pîroz hatine parastin ku tu girêdana wan bi ola îslamê re nîne, lê bi avahiyên kozmolojîk ên pir kevintir ve girêdayî ne, bi taybet ên di felsefeya jiyanê ya ezdayî de hatine ava kirin. Ev kevneşopiyên ji bîra çandî, wekî mîrateyeka bêdeng dijîn û bi gelemperî bêyî hay û guman, jiber xwe ve, bi rîtuel û kirinên jiyana rojane ve entegre bûne.
Gelek kurdên misilman îro van kevneşopiyên xwe bi kevneşopiya îslamî ve girê didin, lê yek ji van kevneşopiyan jî di hiqûqa îslamî, teolojiya quranî û di nav misilmanên ne-kurd de nayêne dîtin û pêkanîn. Bi taybet kevneşopiyên bi agir ve girêdayî wekî ”heram” tên dîtin û binavkirin. Lewra agir ji bo wan sembola dojehê ye, ne xwedî pîroziyek e, lê dijberî wê ye. Bi kurtayî, tu bingeheka vê angaştê nîne. Lêkolînên zanistî piştrast dikin ku refleks, rituel, kevneşopî û kiryarên jixweber, ên roj, agir û ronahiyê him ji xwe re kirine sembol û him wan wekî prensîbên jiyanî dibînin, di nav civakan de bi giranî bermayiyên têgihîştineke kozmolojîk ên pir kevin in.
Agir li vir nimûneyeka navendî ye. Li Kurdistanê, di nav hema bêje tevayiya gelê kurd de têgihîştina ku agir pîroz e divê bi avê neyê vemirandin, neynûk, tiştên qirêj an nepak divê neavêjine nav agir, hîn jî bi xurtî hebûna xwe didomîne. Di sondên rojane de hîn jî gotinên wekî “ez bi tirsa vê rojê kim” an “ez bi tirsa vî agirî kim” têne bihîstin. Herwiha bawerî û kevneşopiya rojên çarşeman ên wekî divê zewac, xweşûştin, birîna neynûkan û karên giran neyêne kirin, didome û ev hemî ne ji ber hiqûqa îslamî, lê ji ber bîra kûr a çandî ya dem bi xwe lê barkêşa kozmîk e, têne pêkanîn. Di ola îslamê de tu pîroziya roja çarşemê nîne, tu rîtuel an kevneşopiyeka bi agir û vê rojê ve girêdayî jî nîne.
Ev refleks û kiryar bi gelemperî wekî “kevneşopî”, “çand” an “bawerî” têne dîtin, lê ew bi rastî refleks û parçeyên kozmolojiyeke kevntir in ku ji ber wate û kûrahiya di wê wateyê de veşarî, karîne xwe ji bandora ola îslamê rizgar bikin. Nebûna van refleks, rîtuel, çand û kevneşopiyan di civakên misilman ên ne kurd de û nebûna piştgiriya teolojîk di zagon û çanda îslamê de, rastiya bingeha kevnar a van refleks, rîtuel, çand û kevneşopiyan a beriya îslamê piştrast dike.
Agir di kozmolojiya ezdayî de
Di ezdayiyê de agir û ronahî ne sembolên cezayê ne, lê nîşanên jiyanê bi xwe ne.
Agir û roj wekî eşkerekirinên ronahiya Ezda-Xweda têne dîtin. Lewra ji bo hemû caneweran jiyan, bi hebûna wan pêkan e û bi hebûna wan teşe digire. Nimêj li ber ronahiyê, ber bi rojê ve tê kirin; çira wekî kirinên pîroz têne vêxistin; ronahiya ji rûnê zeytûnê li Lalişê ne tenê odeyê, lê giyana kozmosê ronî dike. Agir wekî paqijker, jiyandar û parastvan tê dîtin. Ew spekulasyoneke erdî ya enerjiya bingehîn a afirandinê ye.
Di teolojiya îslamî de agir
Di teolojiya îslamî de agir, wateyeka kozmolojîk a bi temamî cuda distîne. Agir (Nâr) bi giranî wekî sembola cezayê, dojehê û tolhildana Xwedê tê dîtin. (Afirînerê her tiştî wê çima pêdivî bi hestekî wekî ”tol”ê bibîne, pirseka hêjayî nîqaşê ye). Di teolojiya îslamî de ”Cin” û ”Iblîs” wekî ji agirekî bê dûman hatine afirandin, têne pênasekirin. Ev pênasekirin, yekser agir bi ceribandin, quretî û serhildana li dijî Afirîner ve girê dide, lê ne bi ronayî, enerjî û germayiyê ve ku sedema jiyan, ber û berhemên jiyanî ye.
Ev cudayiyên bingehîn aşkere nîşan didin ku şêweyên nêzîkayiya li agir ên di jiyana pratîk a gelêrî ya kurdî de dijîn ne îslamî ne, lê parçeyên mayînde yên têgihîştineke jiyanê ya kozmolojîk a kevntirîn in.
Peyva ku nayê gotin – pîroziya zimanî ya kozmolojiyê
Di kevneşopiya êzdayî de peyva “şeytan” wekî bêrêziyeka giran tê dîtin. Qedexe ye bê gotin, ji ber ku melekê di olên îbrahîmî de bi vî navî ve tê girêdan, di kozmolojiya ezdayî de wekî melekê herî bilind tê dîtin û ew ji hêmana herî pîroz, ji agir hatiye afirandin. Çîroka ketin û lanetkirina wî wekî teolojîk derew tê dîtin û ew peyv bi xwe jî, têgihîştina şaş û xerabkirina bi zanebûn a kozmolojîk tê dîtin.
Li vir ziman, kozmoloji û etîk rastî hev tên. Peyveka bi tenê jî, dikare têkoşînên bi hezaran salan ên teolojîk hilgire.
3. Wekî avahiya ekolojîk û etîkî çar hêman:
Li ser bingeha vê pergala kozmolojîk awir û nêrînek bi pêş ket ku agir, av, ax û hewa wekî hêmanên bingehîn ên jiyanê tên dîtin û pîroziyek li wan tê barkirin. Ev nêzîkayî, pir nêzî nirxandin, destnîşankirin û ravekirinên zanistî ne ku şertên ekolojîk û biyolojîk ên bingehîn ên jiyanê nas dike: enerji (agir/roj), yek ji çavkaniya jiyanê (av), çavkaniya xwarinê (ax) û sûda ji gazê (hewa).
Rêzikên rîtuel û normatîf; wekî qedexeya qirêjkirina agir, awayên taybet ên vemirandinê û parastina agirekî ku bi domdarî dişewite – hem wekî îfadeyên sembolîk û hem jî wekî mekanîzmeyên parastina ekolojîk ên destpêkê têne têgihiştin. Stratejiyên ji bo mayîna li jiyanê û ji bo pêdiviyên bingehîn ên domdariya jiyanê dest pê kiribûn, di nav demê de bûne kevneşopî û paşê jî bi rêya rîtuelan bûne pêkanînên pîroz.
4. Wekî etîka kozmolojîk dîtina jiyanê ya ezdayî:
Di kevneşopiya ezdayî de ev avahiyên kozmolojîk bûne pergaleka etîkî ku tê de parastina jiyanê, rêzdariya ji hêmanên jiyanî re û rêlibergirtina kirinên ne pak ên wêranker, prensîbên navendî bûn. Beriya her tiştî jiyan ne li ser prensîbên dogmatîk, lê li ser bingeha prensîbên têkiliyên kozmolojîk hate birêxistinkirin. Ev xal û cudahiya herî grîng e ku armanc û encamê jî diyar dike. Armanc, têgihiştin, birêxistinkirin, parastin, baştirkirin û hêsankirina berdewamiya jiyanê û ya jiyana civakî bû.
Nirx, çand, kevneşopî û normên civakî, ji vê têgihîştina ekolojîk-kozmolojîk derketin û dîtina jiyanî ya ezdayî birêxistin kirin, ku tê de pîrozî ne di odeyeke perestgehê de hatibe bisînorkirin, lê têkiliya navbera mirov, xweza û kozmosê bi temamî bihewîne.
Têgeha afirîneriyê, etîmolojî û antropolojiya kozmolojîk
Di kozmolojiya ezdayî de bi bingehîn du navên navendî ji bo prensîba afirîner hene: Ezda û Xweda (di şêweya Xuda û bi awayê tewandî Xwedê jî tê bikaranîn).
Gotina Ezda ji ez (“ez”) û da (“dayîner”, “afirîner”) pêk tê û wekî hêza afirîner û têkildar tê ziman. Xweda ji xwe (“xwe”) û da (“afirîner”) pêk tê û ramana prensîbeke ”xwe-bingeh” û ”xwe-afirîner” rave dike. Ev her du têgeh ne du afirînerên bi hev re di pêşbaziyê de ne, lê du perspektîfên kozmolojîk ên li ser hêmana rastiya afirîner in.
Etnonîma Êzîdî (Ezdayî) di kevneşopiya ezdayî de, ji Ezda û Ezdayî tê girtin. Li vir Ezdayî wekî ”yê bi afirîner ve girêdayî” an “parçeyek ji pergala afirîneriyê ve girêdayî” tê têhiştin. Ev têgîn ne pênasekirineka mezhebî an olî, lê bêtir şêwaza jiyana bi hêzên bingehîn ên jiyanî ve têkildar, tîne ziman. Ango ne wekî oleka dogmatîk, lê wekî rêbereka jiyana kozmolojîk dixebite.
Di vê avahiya kozmolojîk a destpêkê de Rûspî (Kal û Pîr - rêberên giyanî) wekî hilgirên navendî yên zanîna kolektîf, rîtuel û berdewamiya civakî derdikevin holê. Rola wan wekî bermayiyên pergaleke rêbertiyê ya destpêkî ya ku berî avahiyên kast û çînên di ezdatiya îroyîn de, tê şîrove kirin.
Zayend, jiyan û sembolîzma kozmolojîk
Awira jiyanî ya ezdayî, di berdewamî, hilberîn, yekbûn û domdariya jiyanê de, rola navendî ya jinê zû dît û nas kir. Çanda dayîksalarî ya li Zagrosan û di nav seranserê herêma wekî Kevana Zêrîn (Nîvheyva Zêrîn) tê pênasekirin de bi pêş ket, nimûneyeka dîrokî ye. Lewra di civakên dayîksalarî de girîngiya civakî, aborî û sembolîk a jinan, ji bo pergala kolektîf, rêber bûye û kariye civakê li ser van bingehan birêxistin bike.
Ev awira li jiyanê, wekî spekulasyoneka kozmolojîk a berhemdariya xwezayê û hêzên afirîner tê têgihiştin. Di ziman de ev yek bi navê jinê yê kurdî (jin), ku bi etîmolojîk bi jîn (jiyan) ve girêdayî ye, tê nîşandan. Jin bi vî awayî ne tenê wekî hilgira jiyanê ya biyolojîk, lê wekî nûnera sembolîk a berdewamiya jiyanê jî, derdikeve holê.
Jin, Jiyan, Roj: Kûrahiya Felsefî û Kozmolojîk a Gotineka Pêşiyên Kurdan
"Li ser axa me jin beriya roj hil bibe şiyar dibin, yên rojê hiltînin jin in."
Ev gotina pêşiyan ne tenê peyveke bedew an jî metaforeke rojane ye. Ew, ji kosmolojiya kevnar a gelê Kurd, ji mîrasa Ezdayî û baweriyên Aryanî yên pêşîn, arşîvek e. Di kûrahiya xwe de, ev gotin girêdaneka sembolîk a kûr di navbera jin, jiyan, ronahî (roj) û afirînê de datîne holê. Ew pêş dike ku di hişmendiya pêşiyan de jin ne tenê afirînera jiyanê ya biyolojîk e, lê hêza destpêkê ye ku tariyê dişkîne û ronahiyê hil tîne.
Etîmolojî û Kûrahiya Zimanî: Jin wekî Jiyan bi Xwe
Di zimanê Kurdî de peyva jin û jiyan (jîn) ji heman rehê ne. Ev ne girêdaneka tesadufî ye. Di zimanên Aryenî yên kevnar de jî, peyvên bi koka "jî", bi wateya giyan, hêza zindî, jiyan û afirînê ve girêdayî ne. Ev têkiliya zimanî, di drûşmeyên roja me "Jin, Jiyan, Azadî" de jî, bi awayekî zelal derdikeve pêş. Li gorî vê nêzîkatiyê, jin ne tenê kesek e, lê bingeha jiyanê ye. Azadiya jinê, azadiya jiyanê bi xwe ye.
Gotina pêşiyan, vê têgihiştinê vediguhêze asteka kozmîk: ”Jin beriya rojê radibin”, ango ew amadekar in. ”Ew rojê hiltînin", ne bi wateya fizîkî ya rasterast, lê bi wateya ku ew pergala rojane ya berdewamiya jiyanê birêxistin dikin, wekî zarok, xwarin, av, alav, ar û dar û şênayî, malê, ango jiyanê şiyar dikin û bi vî awayî ronahiya rojane ya civakê hil tînin. Loma jî, jin wekî hêza ku tariya şevê (nediyarî, bêjîyanî) dişkîne û hişyarî û ronahiyê tîne, tê dîtin.
Di Ezdatiyê de, ku yek ji kevintirîn formên monoteîzmê yên herêmê ye û gelek şopên baweriyên Aryenî yên pêşîn dihewîne, roj (Şems) pir pîroz e. Êzdî duayên xwe ber bi rojê ve dikin, bi taybetî sibê û êvarê. Roj ne Xwedê ye, lê emenasyona ronahiya Xwedê ye, sembola enerjiya jiyanê, germayî û afirînê ye. Ronayî wekî diyariya herî bilind a Xwedê tê dîtin.
Gotina pêşiyan ev dualîte jî pêş dike: Jin beriya roj hil bibe şiyar dibe, ango ew beşdarî afirandina ronahiyê dibe. Ev têgihiştin di rîtuelên Êzdiyan de jî heye, ku ronahî roleka navendî dilîze û jin di gelek aliyên jiyanî de wekî parazvanên vê ronayiyê têne dîtin.
Mîrasa Aryenî ya Kevnar: Xwedawend û Hêza Afirîner
Ev gotin beşek ji kozmolojiya fireh a Aryenî-Îndo-Aryenî ye. Di baweriyên kevnar ên vê herêmê de, xwedawendên jin, (wek Anahîta, xwedawenda avê, bereket, zayînî û şarezayiyê) roleka navendî dilîst. Anahîta bi avê (jiyanê) ve girêdayî bû, lê di heman demê de bi ronayî û hêza afirîner ve jî. Di mitolojiyên Mezopotamya û Aryenî de, xwedawendên wek Înanna/Îştar jî hem afirîner û hem jî şerker bûn (sembola hêza jinê ya ku jiyanê diafirîne û diparêze.)
Her çiqas civaka Kurd bi taybet piştî îslamê bi giranî di bin bandora baviksalariyê de mabe jî, di gotinên pêşiyan, çîrok û mitolojiyê de, şopên vê hêza jinê ya afirîner gelek in. Jin ne tenê "dayik" e, lê sembola jiyanê bixwe ye.
Felsefeya Kûr: Jin wekî Hêza Afirîner a Kozmîk
Ji aliyê felsefî ve, ev gotin dualîzma kevnar a ronayî-tarî (wekî di Zerdeştiyê de) vediguhêze asteka organîk û jîndar. Roj ne tenê stêrkek astronomîk e, lê hilatina jiyanê ye. Jin jî ne tenê kesek e, lê hêza ku vê hilatinê pêk tîne ye.
Ev têgihiştin, bi gelek aliyên teolojiya Îbrahîmî (Îslam, Xiristiyanî, Cihûtî) re dijberiyê nîşan dide, ku jinan wekî sedema "gunehê yekem" û wekî “hebûneka ji bo her cure xizmeta mêr” dibîne. Lê li vir, jin yekem e, afirîner e, ronîdar e. Ev perspektîf bi Jineolojî ya nûjen re jî têkildar e (zanista jin û jiyanê ku di tevgera Kurdî de hatî pêşxistin) û dibêje: Bêyî azadiya jinê, tu azadî ne pêkan e; bêyî ronahiya jinê, tu jiyan nabe. Gotin pir kûr e ji ber ku ew:
- Kozmolojîk e: Girêdana mirov bi xweza û afirînê re, organîk e, ne dualîst e.
- Ontolojîk e: Jiyan ne statîk e, lê bi hêza jinê ve dinamîk e.
- Etîk e: Rola jinê wekî parazvan û afirînera ronayiyê divê were pîrozkirin.
- Siyasî ye: "Jin, Jiyan, Azadî" wekî berxwedana li hember hemû cureyên zordariyê derdikeve pêş.
Mêr (Mir, mirin):
Navê ”mêr”, di hin şîroveyên diyalektîk û sembolîk de bi têgînên têkildarî mirin, têkoşîn û rewşên bi sînor ve tê girêdan. Di sembolîzma kozmolojîk a afirîneriyê de ”mêr” ne yekser mirinê, lê wekî temsîla parastvaniya hêzê ya li sînorên jiyanê, (nêçîrvanî, berevanî û potansiyela rûbirûmayîna bi mirinê re) ye.
Prensîba afirîner a jinê û prensîba li ber sînorê mirinê a mêr, bi vî awayî hevkarî û hevpariyeka kozmolojîk ava dikin. Afirîneriya jiyanê û parastina jiyanê. Bi hev re ew pergaleke çerxî ava dikin ku tê de afirînerî û parastin, jidayikbûn û xweşî, di rêzeka kozmîk a giştî de têne yekgirtin.
"Li ser axa me jin beriya roj hil bibe şiyar dibin, yên rojê hiltînin jin in"
Ev gotineke ku dîrokê diparêze û di heman demê de vexwendineke felsefî ye ji bo roja me jî. Ev gotin mîna ronayiyek e ku di nav sedsalan re derbas bûye. Ew di dema Ezdatiya kevnar a serdema dayiksalariyê de rahê xwe berî nava civakê daye û heya roja me hatiye.
Gotinên pêşiyan ên wiha ne tenê peyv in, ew giyana gel in, ew felsefeya jiyanê ne ku her dem xwe nû dikin.
Çerxên kozmîk, cejn û dema çerxî
Rêxistina civakî ya ji felsefeya jiyanî ya ezdayî derket holê, pergaleka xwe, kodên rîtuel, kevneşopî û cejnên pîroz ava kir. Ev hemî, li ser çerxên gerdûnî û pêvajoya dema çerxî ya xwezayê hatibûne avakirin. Ev cejn ne tenê wekî nîşanên çandî, lê wekî nûnerên kozmolojîk ên rîtma çerxa jiyanê dixebitin.
Cejnên wekî Newroz, Yelda/Şevçile, Cejna Êzî û Çarşema Sor bi awayekî aşkere bi çerxên rojê, guherîna demsalan û pêvajoyên nûjenkirina xwezayê ve girêdayî ne. Naveroka wan a sembolîk dîtineka cîhanî nîşan dide ku tê de civaka mirovî, rêza kozmîk û hevsengiya ekolojîk wekî bi hev ve girêdayî bin, tên têgihiştin. Di vê mijarê de ezdayetî ji oleka dogmatîk bêtir, wekî felsefeyeka jiyanî ya bi bingeha kozmolojîk ve girêdayî, derdikeve holê.
Kevneşopiya kozmolojîk a ezdayî
Li gorî kevneşopiya devkî ya ezdayî, Tawisê Melek, wekî serokê heft melekên ku cîhanê bi rê ve dibin, tê dîtin. Piştî ku Xwedê gerdûn afirand, birêvebirina vê gerdûnê radestî wan kir.
Sembolîzma kozmogonîk (mircan / hêka kozmîk)
Di kozmogoniya ezdayî de çîrokên afirandinê yên li ser mircaneka spî an hêka kozmîk ku dişkê û cîhanê çêdike hene. Ji perspektîfeka kozmolojîk ev sembolîzm wekî metaforeka ji bo çerxên jiyanê û nûbûnê tê şîrove kirin, ne wekî rûdaneka dîrokî ya rastîn.
Li gorî kevneşopiya devkî ya ezdayî, rîtuelên wekî Tawisgeran hene û sancaqên pîroz (peykera Tawis) tê hilgirtin û li nav cî û deverên êzdî lê dijîn, ji bo pîrozkirinê tê gerandin.
Pirsgirêkên îro: Qirkirin, veguherîna civakî û têkiliya navçandî
Di dehsala duyem a sedsala 21`an de, li dijî hebûna ezdayetiyê êrîşên tundrew pêk hatin ku bi taybet di civaka ezdayetiyê de bûne sedema travmayên pir kûr û berfireh. Koma çekdar a tundrew a Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2014an de dest bi êrîşên li dijî êzdiyên başûr û rojavayê Kurdistanê kir. Ev komkujiyeka tundrew, berfireh bû ku bi armanca tunekirina bi temamî hatibû destpêkirin. Komkujiya pêk hat, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve wekî qirkirin hat pênasekirin û nas kirin. Berdevkê taybet ê NY ji bo mafên mirovan, delîlên ku ev komkujî bi armanca qirkirinê pêk hatiye, belge kirine.
Encamên fîzîkî, psîkolojîk û civakî yên vê dînamîka şidetê pir kûr in. Bi hezaran êzdî hatine kuştin, bi hezaran jin û zarok hatine revandin, îstîsmarkirin û ji rastiya bawerî û hebûna xwe hatine bidûrxistin.
Ev fermana dawî, di nav civaka êzdî de bû sedema gotûbêjên berfireh û kûr ên civakî û çandî jî. Rol û avahiyên kevneşopî, di nav de hiyerarşiyên civakî yên ku carinan bi komikên kast û malbatî ve têne girêdan, di ronahiya veguherîna domdar a civakê de têne nirxandin. Lêkolînên antropolojîk û rexneyî nîşan didin ku trawmayên mezin ên civakî, pirê caran dibine sedema nîqaşên li ser nasname, rêxistina civakî û têkiliyên navbera zayend, nifş û fonksiyonan.
Di dema fermanê de û piştî fermana dawî, gelek êzdî barî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev ji bo jiyandin û pêşvebirina bawerî, çand û nasnameya ezdayetiyê, bi xwe re derî li ber derfetên nû vekir. Lê li herêmê ji bilî êzdiyan û kurdên musulman, ol, bawerî û gelên mîna ereb, ermen, suryan, asûr, tirkman jî dijîn û bi heman derfet û destkeftiyên heyî di nav hewldan û têkoşîna hebûn, pêşvebirin û berdewamiya xwe de ne. Ev Di destpêkê de wekî alozî bê dîtin jî, bi rêveberî, hevkarî û hevpariyeka rast û durust, dikare rê li ber derfetên mezintir ên ji bo pêşketinê, li ber van hemû cudahiyan jî veke ku yek ji armanca herî sereke ya vê projeyê jî, jixwe ev e. Ev dînamîk nîşan dide ku çarçoveyên siyasî yên îro, dikarin ji bo jiyaneka hevpar û hevkar a navbera bawerî û nasnameyên cuda, pêdiviya grîng a bi têkilî û danûstendinan pêkan bikin.
Hizir: Ji tirsê ber bi jiyana hevpar a kozmîk ve
Gava em li van pirsgirêkên îro dinerîn – ji trawmatîzekirina kolektîf a bi qirkirinê, heta hizrên civakî yên ku di sirgûn û têkiliyên navetnîkî de derdikevin – em paraleliyeka eşkere bi rûbirûbûna mirovî ya destpêkî ya bi tiştê nenaskirî re dibînin. Di kûrahiya dîrokê de tirs bi gelemperî deriyê yekem bû ku mirov jê derbas bûn û di wê pêvajoyê de, li hêz û rûdanên xwezayê temaşe kirin, çîrokên kozmolojîk çêkirin û têkiliyeka etîkî bi cîhanê re ava kirin. Ev diyalektîka bingehîn a navbera tiştên nayêne zanîn û naskirin û wateyê de, bû sedema merasîm, rîtuel û felsefeyên jiyanî yên wekî Ezdayî.
Pirsgirêkên kolektîf ên îro, ji ber vê yekê, wekî berdewamiya vê rêwîtiya mirovî têne dîtin: êdî ne tenê têkiliyên bi rûdanên xwezayî yên wekî bahoz û agir re têne danîn, lê têkiliyên bingehîn ên bi rûdanên civakî û siyasî re jî, divê ji nû ve bêne şirovekirin. Di vê perspektîfê de projeya Rojava ne tenê avahiyeka fizîkî ye, lê eşkerekirineka kûrtir a têgihîştineka kozmolojîk e ku jiyan lê bi domdarî, bi ezmûn, bi lêanîn û bi etîkê tê avakirin.
Avahiya pirreng, ekolojîk a vê projeyê ku li ser bingeha hişmendiya azadî û tevlîbûna hevpar a jinê ava bûye, ravekirineka vê fêrbûna kozmîk e. Di nav vê avahiyê de hişmendiya baviksalarî ya bi hezarê salan rê li ber pêşketina civakî girtiye tê şikandin û tê de, civak û jiyana hevpar, ne rewşên statîk in, lê pêvajoyên wêrek ên bi aheng û kiryarên hizrî ne. Di vê çarçoveyê de, trawmayên civakî û veguherînên civakî yên îro, wekî parçeyên heman çerxa kozmîk têne dîtin. Ev yek, vegera ronayiyê, bi lêgerîna domdar a mirovî ya ji bo xwegihandina wateyê û bi têkili û avakirina pira navbera cudahiyan ve girê dide.
Vîzyon
Dîroka trajîk a êzdiyan û tehdîdên domdar ên li ser hebûna wan, peyameka girîng radigihînin: tevî cudahiyên me, girîng e em hev û du bipejirînin, bikaribin bi hev re bijîn û rêz li cudahiyên hev bigirin. Parastina baweriyeka xwedî rahên kûr û dîrokî û pêşxistina wê ya li ser nirx û mîrateyên wê yên çandî, destkeftiyeka hevpar a mirovahiyê ye.
Ezmûn û nirxên li Rojavayê Kurdistanê, bi êş û bedêlên pir giran û bi hevkariya navbera ol û gelên cuda derketine holê. Bi modela rêveberiya nenavendî û bi hevkarî, hevparî û beşdariya azad a jinê ya li her warên jiyanê, pirrengî û felsefeya li ser bingeheka ekolojîk, derfetên mayîn û pêşketinê, ji bo ezdayiyan û hemû ol û baweriyên li herêmê afirandine. Ev pirrengî, jiyana hevpar, têgihîştin û pejirandina hev û du û pêşxistina çandeka hevbeş a jiyana bi hev re bi pêş dixe.
Li erdnîgariyeka ku avahiyên baviksalarî ji dîrokeka kevnar ve lê serdest bûye, ev proje xwedî potansiyel e ku ji bo mirovahiyê bibe mînakeka serkeftina hevbeş û ji bo pêşerojê bibe nîşaneka hêviyê. Ji ber vê yekê hewldanên ji bo pêşxistin û pêkanîna vê projeyê, herwiha piştgirî û dilxwaziya rêveberiya Rojava ya ji bo pêkanîna wê, hêjayî pesindanê ne.
Armanca vê projeyê ne tenê avakirina perestgeheka pîroz a olî ye, lê dixwaze rastî û pêşkeftinên dîrokî û pêvajoyên li pişt vê felsefeya jiyanî, raxe ber çavan. Bi eşkerekirina têkiliyên wê yên çandî, kozmolojîk û ekolojîk ên berfireh, ev proje jî hêjayî pesindanê ye.
Jiyan, dema bi rêzdariya hev û du, di nav ahenga xweza û gerdûnê de bê jiyîn, dikare xwe bigihêjîne wateya kûr û bingehîn û pêre jî hêz û nirxê xwe yên rastîn. Bextewariya rastîn û geşbûna mirovî, di vê jiyana hevpar û yekgirtî de veşarî ye.
Avahiyeka çerxî, di navendê de agirekî bêdawî, bi baxçeyên li gor çerxên demsalan hatine danîn û qadên vekirî yên ji bo kombûn û civînên navbera olan. Eşkerekirineke zindî ya Ezdayî di civaka pirreng a Rojava de.
Çavkanî:
1. AVESTA (Zerdeşts gatas - Avesta Förlag)
2. ZERDEŞTÎ Û ÊN MED / Hevpeyvîn bi Ezîzê Cewo re: amidakurd.net
3. PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN VI (Hevpeyvîna malpera AmidaKurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re) : amidakurd.net
4. Êzîdîtî, Divê mirov rastiya wê li ku bigere? Ji aliyê Ezîzê Cewo ve (Pirtûka Rastiyê; J&J Förlag)
5. Zerdeşt Pêxember (Rûpelên Dîroka” Windabûyî” ….) Ji aliyê Ezîzê Cewo ve (Pirtûka Rastiyê; Aryen Förlag)
6. Kurdistanda Ezidilik Gercegi ve Rolü (Weşanxaneya Lalish)
7. Cinlerin Çocuklari, ji aliyê Margaret Kahn ve
8. Zerdüşt Dini, ji aliyê Irach J. û I. Taraporewala ve (Avesta Förlag)
9. Yezidiler, ji aliyê Roger Lescot ve (Avesta Förlag)
10. Êzdiyatî; Civak, Sembol, Rîtuel, ji aliyê Xanna Omerxalî ve (Avesta Förlag)
11. Êzdiyatî; Oleke hê jî nenaskirî, ji aliyê Tosinê Reşîd ve (Lîs Förlag)
12. https://www.britannica.com/topic/Yazidi?utm_source=chatgpt.com
13. worldhistory.org
14. Wikipedia
15. Philopedia
16. www.amidakurd.net