Nirxandin 12 deqîqe xwendin

Dergehên Cîhana Kevnar: Girê Mirazan

Pirtûka nû ya lêkolînerê serbixwe yê swîsrî D. Sennfelt, bi navê "The Gobekli Gates: The Doors of the Old World", careke

Pirtûka nû ya lêkolînerê serbixwe yê swîsrî D. Sennfelt, bi navê "The Gobekli Gates: The Doors of the Old World", careke din ronahiya lêkolîn û lêgerîna navneteweyî berda ser kompleksa perestgeha Girê Mirazan ku zêdetirî 11 500 salî kevn e û li nêzî bajarê Rihayê ye.  

Li pişt teoriyên populer ên li ser xetên stêran û şaristaniyên winda, li ser rastiya ziman û mîrata genetîkî û ya avakarên rastîn ên Girê Mirazan, têkoşîneka kûrtir rû dide. Ji bo têgihiştina mîrata sembol, peyker û perestgeha Girê Mirazan ku bi fermî jê re dibêjin ”Göbekli Tepe”, divê em bi rêya sê perspektivan li dîrokê bikolin: Bîra herêmî ya zindî, lêkolîna bingehîn a DNAyê û rêbazên bi radîkalî ji hev cuda ne ku nivîskarên li ser vê mijarê nivîsandine jî karakterize û kategorîze dikin.

 

Navê ku dewletê jê bir: Bîra zindî ya Girê Mirazan

Di zanista global a cîhanî û pîşesaziya tûrîzmê de, ev cih û herêmên derdora wê, tenê bi navên xwe yên fermî yên tirkî tên naskirin. Lê tu girêdan an têkiliyeka van navan a dîrokî, zimanî an çandî bi mirovên ku di serdema neolîtîk a beriya çêkirina kerpîçan de ev monolîtên kevirî qul kirine re nîne. Tirk di serdema navîn de – zêdetirî 10 000 sal piştî ev avahî hatine lêkirin û di bin axê de veşarî mane – ji Asyaya Navîn koçî Mezopotamya û Anatoliyayê kirine.

Di polîtîkaya tirkkirinê ya tund a sedsala 20î de, dewleta tirk têkbirineka sîstematîk a dîrokê pêk anî û bi hezaran navên cihan ên kurdî, jê birin. Lê navên rast di bîra gel de bi rastiya xwe ve man. Gelê herêmê ji bo herêma li dora perestgehê dibêje ”Xerabreşka”, ev yek ji ber kevirên çeqmakî yên reş û blokên bazaltê ye ku cotkar timî di nava axê de lê rast dihatin.

Girê ku perestgeh lê hatibû veşartin, di hemû deman de bi navê "Girê Mirazan" hatiye naskirin. Ango ev nav ji gelek nifşan û vir ve neguherîne. Pir beriya ku arkeologê alman Klaus Schmidt di sala 1995an de kolandinên fermî yên pêşîn bide destpêkirin, ev gir jixwe bi taybet ji aliyê niştecihên herêmê ve wekî cihekî pîroz dihate dîtin. Li ser wî girî  dareka bi tenê ya tûyê hebû. Gelê herêmê – bi taybet jinên zarok ji wan re nedibûn, ji bo bibin xwedî zarok dia dikirin, an jî nexweşên li derman digeriyan – diçûn serdana wir û li gel hêvî û daxwazên xwe, bi wê darê ve paç girê didan, mirazên xwe dianîn ziman.  Ev berdewamiya giyanî ya hezarê salan nîşan dide ku gel bi xwe re bîreka întuîtîv hildigirt. Wan nediya jî, ew perestgeha di bin axa wî girî de bi hezarê salan veşarî, xwe di vê bîra wan a kûr de dida der.

Ev awayê têkbirinê ya dagirkerîyê, li perestgeha îro bi fermî jê re dibêjin ”Karahan Tepe” jî dubare bûye. Di bîra gel a herêmî de ev cih di hemû deman de bi navê Girê Keçel hatiye naskirin, ku ev pênaseyeka logîkî û xwezayî ye. Lewra beriya bê kolandin û perestgeha di hundurê wê de eşkere bibe, ew gireka bê ber ango tazî û  hişk, bi kevir û bê giya bû. Bi guherandina van navên kevnar û pênaseker bi navên tirkî re, desthilata dagirker xwestiye têkiliyên dîrokî yên navbera van ciyan û yên gelên wan ên resen tune bike.

 

Teoriya Klaus Schmidt, mirina wî ya ji nişka ve û serkeftina DNAyê

Serokê kolandina pêşîn a Girê Mirazan Klaus Schmidt, piştî demeka kurt a kolanê guman pê bir ku mirovên îro li herêmê dijîn nebîçîçirkên rasterast û biyolojîkî yên hostayên neolîtîk in ku T-stûn ava kirine. Schmidt di derbarê vê berdewamiya antropolojîk de gotinên xwe aşkere digot. Klaus Schmidt li Almanyayê, di 20ê tîrmeha 2014an de dema avjenî dikir ji nişka ve bi qeyrana dil mir. Dema ew mir, 60 salî bû û ev mirina zû û ji nişka ve, ji aliyê gelek derdorên bi taybet hay ji xebatên wî yên teknolojiya GENê hebûn ve, gumaneka mezin çêkir. Di qadeka siyasî de ku mafên dîrokî û exlaqî yên gelê resen ê li ser erdnîgariya xwe, bi sîstematîk tên astengkirin, înkarkirin û tunekirin, gelek kes mirina wî ya ji nişka ve wekî bi şik û guman şîrove kirin. Lewra angaştên Schmidt, vegotina fermî ya dewletê ya derbarê herêmê û Girê Mirazan de pûç dikir û xebatên wî ji bo vegotin û hewldanên fermî yên dewleta tirk, gefeka mezin bû.

 

Piştî mirina Schmidt, arkeogenetîk demeka dirêj rastî dijwariyên mezin ên biyolojîk hat. Li herêma ku avhewaya wê pir germ e, perçeyên hestiyan bi hezaran salan di nav axê de bêparastin mabûn. Ev yek bûbû sedem ku molekulên DNAyê bi tundî bişkên. Di destpêkê de lêkolîneran tenê dikaribûn qalibên rîtûelî piştrast bikin. Ev rîtuel, di sala 2017an de wekî "çanda serê mirovan" hatin destnîşankirin.

 

Serkeftina zanistî di îlona 2026an de hate bidestxistin. Enstîtuya Arkeolojîk a Almanyayê (DAI) lêkolîneka pêşeng di kovarê PLOS ONE de weşand. Ji bo cara yekem di dîrokê de, arkeologan karîn gorên mirovî yên bi tevayî saxlem di bin qatê kûr ê perestgehê de bibînin (nêzî 8700–8000 B.Z. hatine tomarkirin). Bi derxistina materyalê genetîkî ji hestiyê kevirî yê hişk (os petrosum) ê li pişt guhên kesên li wir hatibûn veşartin, hate misoger kirin ku DNAya genomî ya bi kalîteya bilind, rasterast ji mirovên ku li ser wê axê jiyane û mirine hatiye bidest xistin.

 

Ev serkeftin, vedîtinên herêmî yên berfireh ên ku di kovarê Science (2022) de hatine weşandin temam dike. Bi analîzkirina DNAya kevnar ji cihên niştecihbûnê yên neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn, genetîkçiyan karîne hebûna berdewamiyeka genetîkî ya yekta û herêmî (xêzeka genetîkî ya nequtbûyî) piştrast bikin. Ev mîrata genetîkî ya nêçîrvan û berhevkarên wê serdemê ku mîmarî û cotyariyê vedîtine, hîn jî bi awayekî pir mezin di gelê resen ê dîrokî yê wê herêma nîvheyva bi ber û bereket de maye.

 

Bala li ser nivîskaran: Li hember manîpulasyonê Objektîfî

Ji bo têgihiştina ku dîroka van perestgehên mezopotamî li qada navneteweyî çawa tê nîşandan, divê em rêbaz û pêbaweriya sê nivîskarên herî diyar ku li ser vê mijarê ponijîne û berhem dane, analîz bikin.

  1. D. Sennfelt: Arkeoastronomê matematîkî

Psîkyatr û lêkolînerê serbixwe yê swîsrî Dr. Diogo Sennfelt, di pirtûka xwe ya nû ya bi navê "The Gobekli Gates", bi bergeheka mîmarî û astronomiyê nêzîkê avahiyê dibe. Teza wî ya navendî senteza du dibistanan e ku li ser mijarê çalak in: Ew bi rêya hesibandinên astronomîk îdîa dike ku T-stûnên navendî yên di çemberên kevirî de di heman serdemê de di rêzeka dualî de hatine danîn - ber bi hilatina Sîrûsê ve li asoya başûr û ber bi çûnavabûna Denebê ve li bakur.

· Objektîfî: Rêbaza Sennfelt hinekî objektîf e, ji ber ku ew ji bo hesibandina presesyona tewereya erdê û ciyên (pozîsyonên) rastîn ên stêran ên 11 000 sal berê, matematîka astrofîzîkî ya xwerû bi kar tîne.

· Kêmasî û spekulasyon: Dema Sennfelt hewl dide van daneyan bitepisîne nava vegotineka dîrokî ya alternatîf a mezintir, dawî li objektîfiya xwe jî tîne. Di nivîsên xwe yên din de û di trilojiya xwe ya bi navê Memories of Atlantis de, ew hewl dide piştrast bike ku Atlantîsa Platon qalê dikir, di rastiyê de jî li Newala Afarê hebûye û zanebûna di avakirina stûnên li Girê Mirazan de hatiye bikaranîn, ji wê şaristaniya Atlantîsê ya winda tê. Lê arkeologên li qadê dixebitin vê yekê wekî spekulasyonên li ser arkeolojiyê û ne rast bi nav dikin û red dikin. Lewra piştrast bûye ku avahî li ciyê xwe û ji aliyê komên herêmî ve gav bi gav hatiye avakirin û bi pêş xistin.

 

  1. Andrew Collins: Manipulator û lêgerînerê nepeniyan

Andrew Collinsê Ingilîz, nûnertiya "Dibistana Deneb" dike û li ser herêmê gelek pirtûkên populer nivîsiye. Collins, Klaus Schmidt ji nêz ve nas dikir û serdana kolandinan dikir. Schmidt pêşbîniyên xwe yên ku cihên niştecihbûnê yên hîn kevintir di bin axê de veşarî ne, bi Collins re parve kir.

· Objektîfî: Collins di destpêkê de bi hevkariya endezyaran pîvandinên xwe yên geometrîk li ser bingeha daneyên berçav pêk tîne ku nîşan bide çawa berê monolîtan ber bi komstêrkên qazquling (Cygnus) ve ne.

· Kêmasî û spekulasyon: Ji bo firotana nepeniyeka ji berê ve hatiye amadekirin, manîpulekirina xêza demê û dîrokê wekî rêbaza Collins dikare bê ravekirin. Di diyalogeka nivîskî ya bi Amîda Kurd re, Collins eşkere dipejirîne ku avahiyên binerd ên sofîstîke yên li herêmê (wekî Karahan Tepe û Sayburç) ji aliyê arkeologên profesyonel ve wekî herî zêde 2000 salî kevn hatine tomarkirin. Tevî vê yekê, Collins zanistê paşguh dike û îdia dike ku ew zêdetirî 11 000 salî kevn in. Collins, ji bo di pirtûkên xwe de bikaribe îdia bike ku vedîtinên herêmî yên mezopotamî bi bajarên binerd ên li Kapadokyayê, bi mirovên Denisovan ên nemayî, bi "Parêzvan"ên pirtûka pîroz û pîramîdên Gîzeyê ve girêdayî ne, ji kronolojiyê dicivîne û serobin dike. Ev rêbazeka bi tevahî subjektîf û spekulatîf e.

 

  1. Cemal Özçelik: Pêşevan û pêwendîdarê zanistî ya herêmê

Arkeologê kurd Cemal Ozçelîk, bi tundî li dijî afirînerên raz û nepeniyan ên ji welatên rojava radiweste. Ozçelîk bi du berhemên xwe yên berfireh ên li ser Girê Mirazan, analîzeka kûr a zanistî pêşkêş dike. Ew van analîzên xwe bi hişmendiya zanistî û akademîk û bi têgihiştineka kûr a li ser antropolojiya herêmê re tîne cem hev.

· Objektîfî: Ozçelik gelekî objektîf e û bi kûrayî li ser bingeha daneyên madî û zanistî dixebite. Ew ji bo têkbirina "skolastîka" ewrosentrîk a kevnar a di arkeolojiya rojavayî de ku bi dehsalan li kompleksê wekî anomaliyeka nenaskirî dinêrîn, pisporiya xwe bi kar tîne. Ozçelik li şûna wê, nîşan dide ku çawa sembolîzma li dora rîtualên jidayikbûna kozmîk, zewacên pîroz û rîtûalên mirinê, berdewamiyeka bi hişmendî ya bîrbirî û giyanî ya mirovên neolîtîka Mezopotamyayê ne.

· Têgihiştina antropolojîk û siyasî: Ozçelik balê dikşîne ser nirxa kûr a antropolojîk a Girê Keçel jî ku di kevneşopiyên herêmî de bi vî navî hatiye parastin û ew jî di lêkolînên xwe yên li ser herêmê de, wekî ”Girê Keçlê” tomar kiriye. Ev yek şahidiyek e ji bo kevneşopiyeka zindî ya hezarên salan ku van girên abîdeyî bi arketîpên jin û giyanî ve dihatin girêdan, her wekî li Girê Mirazan. Wekî din, Ozçelik bi wêrekî tiliya xwe dide ser pîvanên siyasî jî. Ew aşkere diyar dike ku pirsgirêka bingehîn a çawaniya rêvebirina van mîratên cîhanî ya li qada navneteweyî, çavkaniyê ji bêdewletbûna kurdan digire. Ji ber ku gelê li van deveran rûdinê û bîra xwe ya manewî diparêze, bêdewlet e. Loma ku dewleta tirk dikare sansûra dîrokî bike, navan biguhere û bihêle ku nivîskarên biyanî rastiyan manîpule bikin bêyî ku li qada cîhanî bi astengiyên fermî re rûbirû bibin.

 

Berhevdana rasterast ya rêbazên nivîskaran

Nivîskar

Rêbaza seretayî

Nêrîna li ser dîrok û rastiyan

Encam

Objektîfiya akademîk

Klaus Schmidt

Arkeolojiya qadê ya ampîrîkî û stratîgrafî.

Girêdana bi biryar a bi vedîtinên fîzîkî yên di binê axê de.

Ji aliyê nêçîrvan û berhevkarên herêmî ve bi berdewamiya herêmî hatiye avakirin.

Bilind. Pêşevanê bingehîn ê zanistî.

Cemal Özçelik

Analîza antropolojîk, zanistî û siyasî.

Rûmeta arkeolojiya qadê digire; sansûra dewletê û zimanê herêmî ronî dike.

Pêşveçûneka xwezayî û pêşketî ya gelê resen ê Mezopotamyayê.

Bilind. Zanistê bi çarçoveya dîroka herêmî re tîne cem hev.

D. Sennfelt

Arkeoastronomî û mîtolojiya berhevdanî.

Matematîka stêrkan a rast; têkiliyên dîrokî yên spekulatîf.

Zanîn ji şaristaniyeke winda (Atlantis) tê.

Nîvenîv. Ji aliyê matematîkî ve xurt lê ji aliyê dîrokî ve spekulatîf e.

Andrew Collins

Dîroknivîsiya ezoterîk û lêgerîna li nepeniyan.

Dîrokê destnîşan dike û li gorî konsensusa arkeologan diguherîne.

Di bin serokatiya dêwên kozmîk û parêzvanên pîroz de hatiye avakirin.

Kêm. Vegotinên xeyalî ji bo armancên bazirganî.

 

 

Encam: Rastî di bin axê de ye

Lêkolînên akademîk ên li ser Girê Mirazan û perestgehên din ên li heman herêmê nîşan didin ku ji bo em mezinahiya dîrokê bibînin, ne pêwîst e em serî li çîrokên Andrew Collins ên derbarê parêzvanên kozmîk an jî teoriyên D. Sennfelt ên derbarê parzemînên binavbûyî bidin. Hêza mezin a rastîn a van deveran, ne di van teoriyên nepen ên dûrî zanistê de veşarî ye, lê ew jixwe û bi rastiya xwe ve rahên xwe di kûrahiya axa Kurdistanê de belav kiriye.

 

Hem mîrata zimanî ya zindî ya navên Girê Mirazan û Girê Keçel, hem bîra gel a derbarê duayên jinan li ber dara tûyê û hem jî serkeftinên DNAyê yên bêguman ên sala 2026an heman tiştî piştrast dikin: Mîmariya herî kevn û herî mezin a mirovahiyê ji hêla neviyên rasterast gelê herêmê ve hatiye avakirin. Tevî hezar salên dagirkeriyê, guhertina navan û hewldanên dewletê yên têkbirina dînamîzm û hişmendiya gel jî, genetîka biyolojîk û mîrata çandî şahidiyê dikin ku avakarên rastîn ên dîrokê qet ji axa xwe bi dûr neketine.

 

Çavkanî:

  1. Gresky, J., Clare, L. et al. (2026). "Human remains and burial practices at Göbeklitepe". PLOS ONE / Deutsches Archäologisches Institut (DAI).
  2. Lazaridis, I. et al. (2022). "Ancient DNA from Mesopotamia suggests distinct Pre-Pottery and Pottery Neolithic migrations into Anatolia". Science, Vol 377, Issue 6611.