Nirxandin 10 deqîqe xwendin

Faktorên dîrokî, erdnîgarî û civakî yên mayîna gelê kurd

Gelê kurd, tevî qirkirin, sirgûn û polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi sedsalan, çawa ziman, çand û nasnameya xwe parast û çavkaniyên bingehîn ên vê berxwedanê çi ne?

Parastina ziman, çand û nasnameya hevpar a kurdan bi yek şêwazeka bi tenê ya berxwedanê bê ravekirin, wê kêm bimîne. Binyata kurdan a malbatî, çanda wan a devkî, berdewamiya mayîna li heman erdnîgariyê, bikaranîna ziman a di nav jiyana rojane de, binyat û saziyên civakî yên herêmî, wêje, muzîk, torên li dîasporayê û bi taybet jî di vê serdema nû de têkoşîna bi rêxistinî ya çandî û siyasî, bûne mekanîzmayên ku hevûdu xwedî dikin, diparêzin û bi pêş dixin. Çarçoveya rasttirîn a vê berxwedanê, ev e.

Wekî din jî; gelê kurd ne gelekî bi temamî homojen e û di dîroka xwe de timî ji aliyê navendeka bi tenê ve nehatiye birêvebirin. Ev cudahiyeka grîng e. Her wiha zimanê kurdî jî xwedî zarav û devokên cuda ye. Loma jî tişta divê bêtir bê dîtin, berdewamiya nasnameyî ye ku li deverên cuda ên Kurdistanê, ne bi heman awayî lê bi şêwaz û awayên cuda hatiye jiyîn.

 

1.     Girêdan û hevpariyên ji sînorên dewletan kevintir

Di destpêka sedsala 20î de, piştî têkçûna Osmaniyan sînorên nû hatine avakirin û welatê ku kurd lê dijîn Kurdistan, bi biryar û hevkariya welatên Rojava, li Lozanê, di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê de hate parçekirin û dabeşkirin. Polîtîkayên li dijî ziman û nasnameya kurd ên van welatên dagirker, bi tundî hatin pêkanîn. Ziman û nasnameya kurdî qedexe kirin û her di nav hewldana tunekirina ziman û nasnameya kurd de bûn. Ji ber têkoşîn û berxwedana gelê kurd hin destkeftî hatibine bidestxistin jî, bi gelemperî îroj jî ev polîtîka bi tundî didomin.  

Li gel van polîtîkayên tunekirinê jî, têkiliyên mîna xizm, malbatî eşîrî, dan û stendinên bazirganî, bi xêzkirina sînorên van dewletan re ji holê ranebûn. Bi vê re jî, nasname di nav têkilî û dan û stendinên rojane de xwe parast, lewre ziman û nasname tenê bi katagorîzekirin û sînorên dewletan ve nikarin bêne şirovekirin û ravekirin.  

 

2.     Ji mekanîzmayên herî xurt: malbat û veguheziya devkî

Zimanê kurdî bi taybet li dibistan û saziyên dewletê qedexe bûn. Ziman di nav malê de hate bisînorkirin û mal û bi taybet dayîk, kana berdewamî û parastina ziman û pêre jî ya nasnameya kurd bûn. Ev îroj jî wisa ye. Çendî ziman bi taybet di nav malê de û di dan û stendinên rojane de bê parastin, nasname jî pêre tê parastin. Sedema herî grîng a ku kurd karîne xwe, çand, dîrok, ziman, nasname û kevneşopiyên xwe biparêzin û li gel her cure êrîş û polîtîkayên tunekirinê, wekî gel û civak bimînin, ev e. Lê, dema zimanê dagirkeran dikeve nava malê û têkiliyan, zimanê kurdî û pêre jî nasnameya kurdî di nav demeka ne pir dirêj de tune dibe.

Lorîk û çîrok, gotinên pêşiyan û metelok, mamik û lîstik, şîn û şahî, dengbêjî û destan, dawet û govend ne tenê awayên şabûn û xwearamkirinê ne, lê dîrok, nirx, bîra herêmî, ya gelî û civakî û xwemalî, bi rêya van têne veguhestin û dibine bingeha reng û teşegirtina nifşên nû. Nifşên nû bi vî awayî wekî xwe dimînin, dibine xwe.   

Loma jî, polîtîkayên asîmîlasyonîst li dibistan, sazî û dezgehên dagirkeriyê çendî bi giranî bêne meşandin jî, zarok li nav malê hînê kurdayetiya xwe dibin û wê diparêzin.

 

3.     Erdnîgarî û civakên herêmî

Herêmên çiyayî û gund û navçeyên ji bajarên mezin dûr ango civaka kurd a bi awayekî relatîv ji derve re girtî bû û bi taybet jî deverên ku sazî û dezgehên dagirkeriyê nedikarîn bi hêsanî xwe bigihîninê, ji aliyê ziman û çanda kurdî ve xwe bêtir parastin û domandin. Lê divê ev yek neyê romantîzekirin, lewra ev parastina ji ber taybetiya erdnîgariyê pêkan e, ne tiştekî mayende ya heta bi hetayê ye, û jixwe di roja me de êdî ev taybetî bi bajarîbûn, koçberî, sirgûn, perwerde û entegrasyona aborî re, bi giranî guherî. Pêre jî ziman û çand bi lez û bez diguhere. Loma ku parastin û pêşxistina ziman a li gor pêdiviyên demê, axaftina bi taybet bi zarokan re û di nav malê de, perwerdeya bi zimanê kurdî, êdî mijara man û nemanê ye.

 

4.     Ziman ne tenê amûra dan û stendinê ye lê ew nasname û hebûn bixwe ye

Zimanê kurdî her ku li dibistan û saziyên dagirkeriyê hate qedexekirin, bi rengekî paradoksî, bêtir bû xwedî grîngiyeka nasnameyî jî. Asîmîlasyon, qedexekirina ziman, înkariya nasnameya kurdî, guherandina navên gund, bajar, navçe û deran, bi darê zorê koçberkirin û gelek polîtîkayên din ên ji bo tunekirinê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve li ser gelê kurd hatine meşandin û têne meşandin. Di rewşeka wiha de êdî bi kurdî axaftin ji helwesteka rojane ya asayî bêtir, bû pêşandana çandî û xwemalî.

 

5.     Wêje, muzîk û hilberîna rewşenbîrî

Di serdema modern de rewşenbîrên kurd, helbestvan, rojnamevan, weşanger û muzîkjenên kurd, mîrateya devkî ya kurdî bi nivîsê re dane nasîn.

Ferheng, rastnivîs, rojname, kovar, roman, helbest, şano, muzîk, kurdî ji nav malê derxistin û kirin zimanê çandê û ya xweanîna ziman a civakî. Bi taybet, ji destpêka sedsala 19an ve xebatên li ser ferheng û rêzimana kurdî, di warê berdewamiya zimanî û xweseriya çandî de rolên grîng lîstin. Xebatên di vî warî de hatine tomarkirin jî, vê rastiyê piştrast dikin.

Li vir guherîneka grîng pêk hat:

Kevneşopiya devkî → çanda nivîskî → medyaya modern → çanda dîjîtal

Her pêvajoyek, li şûna ku ya beriya xwe bi temamî ji holê rake, tişteka nû li ser ya beriya xwe zêde kir.

 

6.     Newroz û sembolên hevpar ên kurdî

Newroz mînakeka herî xurt a vê yekê ye. Lewra Newroz ji cejnekê wêdetir, di nav kurdan de tê wateya dîroka hevpar û sembola xwemaliya kollektîf. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê Newroz ji demeka pir dirêj ve bû pirsgirêkaka siyasî ku ev jî di siyaseta nasnameyî de rola pîrozbahî û rîtuelên çandî, bi zelalî aşkere dike.

Herwiha muzîk, cil û bergên folklorîk ên neteweyî, xwarin û çîrokên herêmî jî, di jiyana rojane da, nasnameya kurd bêtir dane xuyakirin.  

 

7.     Pêkutî û zordestî li her deverê ne di heman astê de bû; ev jî rê li ber berdewamiya çandî vekir

Parçebûna di navbera çar dewletên dagirker de ne tenê malxirabiyek bû, lê li gel înkar, qedexe, çewisandin û bi her şêwazên dermirovahî pêkanîna polîtîkayên asîmîlasyonîst jî, hebûna hin derfetên piçûk ên li parçeyekê, dikaribûn bibine hêvî û ronahiyekê.

Mînak; li başûrê Kurdistanê rewşa zimanê kurdî, hebûna wê li dibistanan û li hin saziyên fermî, li gor rewşa bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, bû xwedî cudahiyeka dîrokî. Zimanê kurdî li başûr û li Îraqê bû zimanê fermî û ev destkeftiyeka pir grîng bû.

Çanda kurdî ne tenê di nav sînorên dewletekê de hewl dida xwe bijîne, lewre sînorên dagirkeriyê nedikarîn rê li ber dan û stendinên çandî û giyanî yên gelê kurd bigirin.

 

8.     Penaberiyê, li dîasporayê qadeka nû ya parastinê afirand

Ji nîveka sedsala 20î û pêve koçberiya ber bi Ewropa û bajarên mezin ên Tirkiyeyê ve, di destpêkê de faktoreka grîng a asîmîlasyonê bû. Di rastiyê de jî bajar û perwerdeya bi zimanê tirkî, di nav gelek malbatan de lez dane serdestiya zimanê dewletê û zimanê tirkî ket nav malên kurd ku heya wê demê jî, mal û malbatên kurd, keleha parastina zimanê kurdî bûn. Ew keleh bi vî rengî yek bi yek hildiweşiyan êdî.  

Lê di heman demê de li dîasporayê bi rêya komele, navendên çandê, weşan, radyo-televîzyon, muzîk û di van salên dawîn de jî înternetê, ji bo ziman û çanda kurdî qad û derfetên nû hatin avakirin. Ev encam jî nîşan didin ku, di mercên sirgûniyê de jî, rola zimanê kurdî ya di parastina nasnameya kurdî de sereke ye.

 

9.     Têkoşîna siyasî, têkoşîna çandî jî birêxistin û bihêztir kir

Tevgerên siyasî yên modern ên kurd hemî jî ne xwedî heman bîrdozî û yek armancê bûn; di navbera wan de cudahiyên mezin û kûr hebûn. Li gel van cudahiyan jî, hevpariyeka wan hebû ku ew jî zimanê kurdî bû. Di pêkanînê de şaşî û tengasî bûbin jî, di nêrîn û armancê de hemû jî parastina ziman û çanda kurdî, wekî parçeyeka têkoşîna parastina nasnameya kurd didîtin.

Kursên ziman, weşangerî, wêje, çand, medya û hewldanên ji bo perwerdeya zimanê kurdî, bandorên erênî kirin.  

Bi vê yekê re, paradokseka grîng a civakî derket holê:

Armanca çewisandinê bê guman ku tunekirina nasnameyê ye, lê caran bêyî vîn, armanc û daxwaza xwe, dikare ev armanc li xwediyê xwe çep jî vegere û bibe sedema zanebûn, xwebirêxistinkirin û têkoşîna siyasî û nasnameyî jî.  

Ev nayê wateya ku çewisandin û pêkutiya li ser gel ”tiştekî baş” e. Dijberî vê, çewisandin çendî demeka dirêj bidome, ew çendî dikare civakê ji rastiya wê ya li ser şîn bûye û pê dikare hebe, bi dûr bixe û bi pergala dagirkeriyê ve girê bide.  

Pêkutiyên dûvedirêj, travmayên kûr diafirînin!  

 

Çavkaniyên herî bingehîn ên vê berxwedanê

Malbat → ziman → bîra devkî → civakên herêmî → rîtualên çandî → wêje/muzîk → zanîn û hişmendiya siyasî → diaspora û medyaya hemdem

Ev hemî bûne destek ji hevûdu re.

Bi rêya ziman jiyandina nasnameyê di nav malê û jiyana rojane de, sedema herî bingehîn a mayînê ye. Dewletek dikare kurdî di dibistan û saziyan de qedexe bike; lê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin, dapîr çîrokên xwe bi kurdî ji nebiyên xwe re dibêjin, dengbêj kilamên xwe bi zimanê xwe dibêjin, di dawet û şahiyan de li ber muzîka kurdî govend digere û civak bi van, bîra ji hezaran salan dewrî nifşên nû dike. Loma ku ziman, çand û nasname nikare bi temamî ji holê bê rakirin û loma ku ziman divê dewrî nifşên nû bibe.

Hêjayî gotinê ye; gotina “Kurdan nasnameya xwe parast” nayê wateya ku asîmîlasyon bi temamî bê bandor û bê encam maye. Li gelek bajarên bi taybet mezin û navend ên kurdan, kurdî pir zêde bi paş ketiye. Gelek nifşên nû zimanê dayika xwe wenda kirine, lewre dayik êdî bi zimanê dagirkeran bi zarokên xwe re diaxivin. Belê, gelekên wan hîn jî xwe wekî kurd pênase dikin, lê bi zimanê xwe jî nizanin û ev êdî di nav civakê de normalîze bûye ku rîska herî mezin jî normalîzebûna şaşiyekê ye; hele ku ew şaşî bi man û nemana mirov ve yekser girêdayî be, rewş hîn kambaxtir dibe. Bîr û giyan bi ziman tê dewrkirin û kesayetî bi wan teşe digire. Zarokên ku hûn bi wan re bi kurdî naaxivin, sibe zarokên wan êdî wê ji xwe re nebêjin em kurd in! Tişta dagirkeriyê nekarî bi destê xwe pêk bîne, bi destê me pêk tîne û em tune dibin!   

Kurt û kurmancî; berxwedana nasnameya kurdî, ne tenê bi serpêhatiyeka lehengî ve, lê bi bîra civakî ya ji nifşan tê dewrgirtin û dewrî nifşên nû tê kirin re dikare bê ravekirin. Ziman dilê vê çerxê ye; malbat, çanda devkî, muzîk, erdnîgarî, torên civakî, tevgerên siyasî û dîaspora, hilgir û barkêşên wê ne.

2026-09-13