İro disa heware dayê, ez duakarim jibo Yezdan û xwedawendan
Qêrîna zindîyên welatê min diçe asîman …çol û çîya dihejine
Nema sebra di dilê min de!..
Nema nema…………..
Çima wisa bû Nesîbê zaroktîya min qedexekirina jîyanê
Çima bû kemina jîyana min liser ziman qedexe bûn .
Heware dayê ez êdî nikarim feryad û qêrîn bikim
Liser hebûna min bazar tê kirin
Latên welatê min dixeyîdin
Gul û sosin tên çilmisandin
Çem û rûbarên welatê min tên miçiqandin
Heware heyyyy heware
Welatê min disa dinale
Dergûş di zikê dayêka xwe de, tên fetisandin bê ziman lal tên
hîştin !..
Bang dikim Yezdan û xwedawendan bila qêrîna me bibhîzin
Heware heta erş û ezmanên ku bi berf û baranê hatine
dagirtin
Hêstirên dayîkên bê guneh tên hewarê
Tenê jibo mitsek azadî .
Tenê jibo xîretê
Tenê jibo rûmete…
Bawer Yekta