Pêvajoya Aştîyê û teskereya dersînor gelek mijaran bixwere tîne.Bi rastî dewlet dixwaze di serê civaka kurdan de nakokîyan çêbike.Jixwe di destpêkirina pêvajoya çareserîya demokratîk de xelk bê guman bû.
Îro jî pergal a desthilatdar dixwaze
bi van kiryarên dij Aştî rojeva kurdan a dilxwazîya çareserîya
pirsgirêka kurd bixitimîne û tevlihev bike.Mirov jixwe pirs dike
gelo çima tezkereya dersînor?. Qaşo jibo çareserîya pirsgirêka
kurd hewldanek hebû û kesên aqilmend hatibûn hilbijartin ku li
herderê tirkîyê û kurdistanê bigerin di derbarê çareserkirina
pirsgirêka kurd de dîtinên xelkê bigrin û bigehînin raya
giştî.Di serî de partîya akp qaşo serkêşîya çareserkirina
pirsgirêka kurd dikir.Heman partî serkêşîya teskereya dersînor
jî dike ev dibe sedema şer,wê demê hêvîya jibo aştî gav bi
gav tê şikandin.
Em dinhêrin pêvajoya çareserîya
demokratîk wekî keştîya ku noqê avê dibe serî lixwe nagre.Hin
pakêt hatin pêşkêşkirin û tîpên kurdî ên qedexe wekî (QWX)
hatin pejirandin ewqas.Bi rastî dema ku pirsgirêka kurd neyê
çareserkirin û ne bi azadkirina tîpan nejî bi xwendina dersên
bijare tu pirsgirêk çaresernabe jixwe fedîye mirov qala dersên
kurdî ên bijare jî bike.
Divê nav li pirsgirêkê bê kirin
hewldanên jibo çareserîya pirsa kurd bên destpêkirin.Wê demê
kurdê di welatê xwe da bibin xwedî xweserî û di hemû beşên
jîyana xwezayî da bi zimanê xwe tevbigerin wê demê mirov dikare
qala çareserîya pirsa kurd bike.
Niha ku mirov qala tiştek bike û di
devê xwe da bibe bîne bi mizmicîne xêra wî gotinê nîne.Divê
ev pirsgirêka ku bi salane bûye wekî girêyek kor jihev bê
vekirin û nav bê lêkirin an jî wê pirsgirêk bibe wekî birînek
kûr li herderê civakê belav bibe.Îro ne wekî duh ne jî wekî
pêre rojhilata navên tê guherandin kurd mecbûrê hevin ku lihev
bicivin û pirsgirêkên xwe dinav hev da çareserbikin û bigehîjîn
encamek wê demê tu hêz nekarîbe yekîtîya kurdan xerab bike û
wê pirsa kurd zûtirîn bê çareserkirin her wiha wê gotina kurdan
jî li herderê cîhanê bibe xwedî bandor.