Newroz, mizgîn û pîroz eMizgîna serkeftina azadîAzadiya şervanên gelê Arî
SALVEGER
Newroz, mizgîn û pîroz e
Mizgîna serkeftina azadî
Azadiya şervanên gelê Arî
Îro newroz e, 21ê adar e
Cejna berxwedan û vejîn e
Îro li her jîngeha Kurdan e
Dadaye me agirê şêrên
Arî
Îro newroz e û him
jî bi doz e
Tev bi can û dilê me Kurdan e
Xelat e, xelata
bav û kalan e
Ji keç û xortên
me Kurdan re
Serkeftina bav û
kalên me Arî
Rabûne keç û
xortên me yên demî
Li ser çîya û
zinaran dikin tilîîîîîî...
Bidest xistine
gernasîya şêrên Arî
Derdikin
xwînxwarên welatê Arî
Saz dikin dîsa
mîna welatekî Arî
Newroz, mizgîna
buhar û jîn e
Newroz, xemrîna
azadî û aştî ye
Di dilê zarok û
ciwanan de zîl e
Dişkoviye dîsa kulîlka
newroz e
Li kuçe û qadên
Kurdistana me