Gotar 2 deqîqe xwendin

Wê tiştên xirab bibin

Girtina DTP jî tê de hemû pêşveçûnên vê sala dawiyê bi vê gotina Evdila Gul dest pê kirin. “Wê tiştên baş bibin”Ev gotin ji bo gelê kurd weke gotinek bi lanet bû.Wî got: “Wê tiştên baş bibin”2 Nîsanê binavê Meclîsa KCK ya Tirkiyê  li hember 52 DTPyîyan operasyon dan dest pê kirin.Wî got: “Wê tiştên baş bibin” Bi opresyonek duyemin kesên li derve jî mabûn kirin hepsê.Wî got: “Wê tiştên baş bibin”. “ Serok wezîr Erdogan  bi navê pêşîvekirina li ber pirsgirêka kurd” xebat da destpê kirin.Wî got :“Wê tiştên baş bibin” Serokê gelê kurd bi saxî kirin gorê.Wî got: “Wê tiştên baş bibin”  Ji Qendîl û Maxmûrê 34 kes hatin.

Wê tiştên xirab bibin

Wî got “wê tiştên baş bibin” Bi lezgînî doza DTP ya ku  2 sale berdewam dike di hefteyekê hate bidawî kirin”
Wi got “wê tiştên baş bibe” bi yek dengî DTP hate girtin.
Û heyhat ku me bi van derewan heta niha bawer kir.
Niha gelê kurd dibêje ku hûn gavên berbiçav navêjin “Wê tiştên xirab  bibin”
Ku hûn dawiyê li êrişên van keriyên qeşmeran neynin wê  dawî  li pêşîvekirna çareseriya pirsgirêka kurd bê.
We dît  wekîlên  DTPê  vegeriyan  hemêza gelê xwe.
Wê bi vê gitina DTPê  birînên ewqas mezin vekirin ku êdî nema em dikarin bi hestên birayane li ruyê hev binêrin.
Werin lêborina xwe bixwazin
Ku hûn dîsa pêle rûmeta me bikin,
Ku hûn gelê kurd nas nekin
Ku hun gavên berbiçav navêjin
Ku hun avekê li vî agirî nekin
Wê bêtir xwîn birijê,
Nebêjin negotiye.
Wê tiştên xirab bibin
Demokratno!,
Sendîka no!
Komeleno !
Dewlemend no !
Belengaz no!
Serokkomar o!
Serok wezir o!
Kerr no !
Kor no!
Bibihîzin!
Bibînin!
Wê tiştên xirab bibin

Mem Mîrxan