Serûpel Hemû Weşan Helbest Dem û Dil Helbest 1 deqîqe xwendin Dem û Dil Mahabad Felat 05.08.2016 Parve bike: Aha wê demê û wê kêliyê Por spî bû Min got tişt nabe Ya girîng por bixwe ye Por weşiya Min got tişt nabe Ya girîng rû bixwe ye Rû qermiçî Min got tişt nabe Ya girîng laş bixwe ye Pişt xûz bû Min got tişt nabe Ya girîng dil bixwe ye Aha wê demê û wê kêliyê Dil bi ziman ket û got: Ta tu gihîştî min Te temenek temam kir Lê hîn jî nizanî Ev jiyan Xwexapandin bixwe ye Mahabad Felat Arda 2016-08-04 [email protected]