Di nav lepên dêleguran de
derbas bû jiyan
û xiyal
hêvî û hezkirin
di nav pençe û diranên bi xwîn de elçiqîn
gotin di gewriyan de hatin fetisandin.
Tirsa mezin gotin bû
Di nav dilên newêrek
Û bijiyan de
Tirsa mezin Xuda bû
Di silbûna dengên lerzok
û dilên pirpitî de
Çeka herî mezin bû gotin
Di nav dilên mezin
hêviyên nûşîn de
Azadî di gotinê de veşarî bû
Gotin raza evînê bû
Lewre ”Gotin Xweda bû”
………….
Ez ji dêlva te de bêjim ’Bijî Serok Apo’
Dê deng bigihêje te gelo?
Dê ew dêmên ji nahpên dêleguran çiriyayî
Derman bibin?
Dê bibe tasek ava sar
Bi ser kezeba şewitî ve
Û hênik bike?
………..
”Ger hebîba min cehennem dafik, tu dane bî
Sed qesem dê biçime nêv de, ez bi qesta daneyê (1)”
Raza jiyanê ye ev
Serdestiya jiyanê
Di nav dilên mezin de veşarî ne Xuda
ku ji nav pençên bi xwîn dipekin
Û dibin xewnereşka dêleguran:
Bijî Serok Apo!..
Mahabad F. ARDA
2008-10-15
(1)Siyapoş