Helbest 1 deqîqe xwendin

Teşî

<p>Birêse </p> <p>teşiyê</p>

Teşî

Birêse

teşiyê

tevlî hemû xem

û xiyalên min

ên ji parzûna demên xwelîser

dawerivî

Xewnên min jî ji bîr neke

brîndar in ha

neêşîne

û penaberiyê jî

belkî bibim gilokek tayê hirî

di destê dayika şehîdek de

û goreyek ji kul û keser

û nexşên evînên ku?tî

û ji stêrkên çavan raçandî

di piyê şervanek de

24-11-2007 Stockholm