Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Tu zarokatiya min î

Dem: 25 mijdar 2005 în(© www.amidakurd.com)Na, ez nabêjim "Pi?ti ku min tu naskirî" yan jî  "pi?tîku ez gîhî?tim te".  Min tu nasdikirî û li te digeriyam.Ez li te geriyam, di neq?ên  keviran de,di ?îfreyên defîneyan de, di zimanê Hurî û Gûtiyan de.Qêrîna min a jidayîkbûnê, kenên min ên destpêkêû teko?îna min a ewil, tev ji bo te bûn. Dem û dewran diherike bê rawestan,ez jî pê re ketim ser rêyeke bê dawî,di nava xwîn û xwêdanê de... Ez bûm evîndarê ruyê te yê  xwedî rêça bajarên ?ewitî.  Bi pêlên giyana te afirîm, xaka min a ku ez kirime ez. Min li xwe pêçand  porên te yên li de?tan belav bûyî.Tu zarokatiya min î ku bi pîr û pakî jê hez dikim.Çawa behsa te bikim? Ne ziman ne jî xeyal têr dikin. Tu li dûr î,  ez ew im ku porê te dihune.Te ez ki?andim nava  kûrahiya bê dawî ya dilê xwe.Tu jî ew î ku di dilê min de bûyî co?.Ey çavkaniya jiyana min, xwezil te zanîba,hezkirina ji te,  (evîna te) ez çawa serxwe? kirime.Tu ew î ku demên tijî bi tirs û  xof, avên bi jehr, hestên birîndar, evînên qirêj, hêrsên giran û perçivîpaqij dike û tevlî çerxa gerdûnê dike. Dema ku ?evre?k geriyan li ser ?evên me yênli surgûnê, em bi rê ketinber bi hêviyên  mezin ve me?iyanber bi  asoyeke bi tirînc ve...  Li ser pi?ta me, emanetên zemanê berê,em ketin ser rêyeke bê rawestgeh. Dema me kitabeyên kevir dixwendin, gotinên biefsûn li hi?ê me diketin di navbera mirin û evînê de.- 2 -Niha tu buyî berfîn û di her demî de bi rik, rê li min dibirî. Ey periya zemanê berê,ger min îro serî netewandibe ji qedera xwe re,ger ez nefetisîbim di e?a xwe de, ger ez îro asê, îsyankar û hem jî diltenik im,hewl bide, min fem bike!Ez ji welatekî birîndar im. Ez hatim ji bo ronahiya ku dibare ji devkeniya te. Dema dikenî kulîlkên sardûnyayê dibi?kivin di dilê min de. Di ser me de, ewrên tijî bi birûsk derbas dibin,di  xewn û xeyalên me de çemên bi xwîn diherikin…Di nava çûyîn û hatinê de me. Ji xwe evîn jî ev e!Dil çar parçe ye, westiyayî û xemgin.Ger tu biqîrî, hîv diricife di vê ?eva îsyankar de. Bila ?ev danekevin ser çiyayên te.Em heryek zarokek in, di cenabê te de digerinli dengê xwe, li dîrok û  hebûna xwe. Te çirûskên xwe  komkirine di çavên min de.Tu xaka min î, tu qedera min î Aryen!Bila ?ewitîbin, wêran bûbin gund û bajarên te,ez bi te re me ya ne bes e?Helbet  dê pak nebin, yên ku zilmê weke bext  û inkarê, weke hunerê dibînin. Ma çi bikî! piraniya bêbextan ji me ne. Eve çavkaniya kedera me, ji ber vê ye,xwîna me ya hundurîn xeman nexwe Aryen!gelê min ê qedîm wê rojekî hesabê bipirse.Min çiyayên asê, deryayên bêdawî li dû xwehî?tin û hatim ji gunehên xwe pak bibim.Ez hatim xwe bi?om, ne bi ê?a te,lê bi ?ewq û ?emala te.Ez lehengê çirokên te me, dîn û har im.  Ger hemî pire hilwe?iyabin jî, çayek tarîbide  ser ocaxa xwe, ez ê werim ba te.Di kûrahiya hi?ê min de deng vedidegotinên te ji min re pispisandibûn.Gulên ku min bi avê re berdabûn niha bi pêt in.  Ji temenê me roj tên dizîn. Deha û remilvan jî dimirin Lê deng, xem û hezkirin dimîne li gerdûnê. Kemînên bêbext tên danîn li ser rêyên me. Her gotin xençerek e. Çiya bûne ?evre?k li ser me.  ?aîrek dibêje  "ey kendal, tu jî xaka min î"û xwe davêje hembêza mirinê. Baxçeyê Babil tar û mar e.Ger em tunebin, siya me çima heye Aryen?Sitranên me tev di?ibin ?înan?Ger em tunebin, sitranên me çawa tên gotin? Pirtûkên me hene Aryen,ger em tunebin, kê ew nivîsandin? Dîroka me heye Aryen,ger em tunebin, ew çawa jiya? Ozan im, hatim ?ewitandin Aryen,xweliya min li ba be jî,tembûra min lê dikeve li Sêwasê.  Defînegerok im, li koka xwe digerim li Herranê.Karkerê madenê me, di bin xirbeyan de dinalim. ?ivanek im li zozanên Agiriyê Aryen.Dayîk im di ?ahiya ê?an de dil birîndar. ?ehîdekî bênav im li çiyayekî tenha.  -4-Ferdekî çermsor im di dîlana agirê pîroz de.  Derwê? im ve?artî me di destanan de  ?ovalye me di gotinên lehengî de.  Mecnûn im digerim li Sînayê. Masîgir im, evîndarê dengê deryayê. Min bêhna te girt  ji van  çiyayan, Aryen Ger tu bihatayî di ?eveke bi stêrk de, biketayî  hundur bi devkenî û bê hayedarî,berhîvê nehata girtin di wê ?eva pîroz de .   Aydin [email protected]

Tu zarokatiya min î
ku